Li Başûrê Kurdistanê avabûna Kurdistana Federal, bûye kelemekî ber çavê hemû nehez û dilnexwazên gelê Kurd.
Piştî tevlihevî û serhildanên dewletên Ereb, hinek alîyên sîyasî û kesên ji hinek kêmanî û pirsgirêkên li Kurdistanê nerihet, li Bajarê Silêmanî û hin bajarokên din dest bi xwepêşandanan kirin.
Di van xwepêşandanan de hinek bûyerên wek êrîş, şîdet û ne li gorî pîvanên demokrasîyê pêkhatin.
Van bûyeran, gelê Kurd li her derê xist nava tirsek ku desthilatîya herêmê têxe alozîyê û destketinên gelê Kurd têkbibe.
Helbet di rêvebirîya herêma Kurdistan de jî gelek kêmanî û valahîyên qanûnî û îdarî hene, ev bixwe jî egerê gelk pirsgirêkan e.
Gava li Silêmanîyê bûyer destpêkir, di medya û çapemenîya dewletên herêmê yên mêtinkar de, bi kêfxweşî û hêvîya têkçûna rewşa Kurdistanê bûyer şîrovekirin.
Bi daxwîyanî û helwestên serok, berpirs û rêvebirîya Kurdistana Federal û bi taybetî helwesta gelê Kurd ya welatperwer, tansîyona xwepêşandanê daxistin pîvana daxwazên rewa.
Xwepêşandaran, daxwaznameyek ji 17 xalan pêkdihat, pêşkêşî Hukumet û Parlamentoya Herêma Kurdistan kirin.
Partî û hêzên Kurdistana Başûr bi helwestek welatperwerî li hev civîyan û bi 7 xalan peymanek li hevkirinek aştîyane ya demokratîk îmzekirin.
Parlamentoya Kurdistan, bi yek dengî vê daxwaznameya xwepêşandaran qebûlkir. Îdareya herêma Kurdistan, ji dost û dijminan re da îspatkirin ku ew di nava pîvanên demokrasîyê de tevdighere û daxwaza endamên civata xwe girîng dibîne.
Rêvebirîya Kurd, ji bo çaksazî, paksazî û nehîştina gendelî û hemû kiryarên bêqanûnî biryarên girîng wergirt.
Ji bo parastina Kurdên li Kerkûkê, bicîhbûna hêzên pêşmerge li Kerkûkê, biryarek di cîhdebû û ji bo kes û hêzên ku dixwazin rewşa herêmê alozbikin, bersîfek bû.
Helwesta yekkirina hêz û îdareya Silêmanî û Hewlêrê, pêkanîna reforman wê rêvebirîya Kurd xurttir bike û pêşde bixe.
Di encam de, em bi serbilindî dikarin bêjin; ne Kurdistana Federal dişibihe dewletên Ereba û ne jî hukumeta Kurd dişibihe dîktatorîyên Ereb.