Konferansa Lozanê û Tapoya Dewleta bê milet -3-

Nezir Akat

Di proseya civandina Lozanê de meclîsa Ankarayê, di pêwendîyên navneteweyî de ne wek meclîsek rewa dihate binavkirin. Di 1920an de bi Bolşewîkan re pêwendîyên dîplomatîk dibe  destpêka meşrûkirina meclîsa Ankarayê. Lewra di sala 1921an de di nava meclîsa Ankarayê û Bolşewîkan de, peymana dostanî û biratîya Tirk û Sowyetê bi encam bûye. Ev peyman piştî 9 mehan ya pêwendîyên dîplomatîk pêk hatîye. Gulana 1920an destpêka  pêwendîyên dîplomatîk e û adara 1921an jî  îmzekirina peymanê ye. Ev destpêk ji bo elîta ku dixwazin dewleteke bê milet ava bikin û bikin dewleta Tirk, derfeteke berbiçav e.

Elîta Tirk vê derfetê di qada navxweyî de li himberî Kurdan, Ermenan û di qada navneteweyî de jî dijî ingilîz, Fransiz û Îtalîyan bikar tînin. Vê alîkarîya Bolşewîkan rê li ber peymana nav Elîta Tirk-meclîsa Enqerê û Fransizan  vedike. Di dawîya sala 1921an de bi pêvajoya amadeyîya Îtîlafnameya Enqereyê de, elîta Tirk bi Fransizan re peymanê çêdikin. Hînê ev peyman li dinyayê belav nebûye, vê carê jî bi Îtalîyan re peymanê çêdikin. Îtalyan û Fransa çekên di destên wan de radestî Tirkan dikin. Tirk ji alîyekî bi alîkarîya Bolşewîkan, zêr, pere. çek û alîkarîya sîyasî û dîplomasî û ji alîyê din jî Fransiz û Îtalîyan ku ji paş îngilîzan vedikşin û alîkarîya Tirkan dikin, derfeta ku Tirk li himberî Ingilîzan rawestin û daxwazên xwe bi wan qebûlkirin bidin, xurttir dibe. Di qada navxweyî de jî, Elîta Tirk, bi serokatîya Mustefa Kemal, Meclîsa Enqerê avakirîye, Kurd beşdarî meclîsê kirine, çend eşîrên Kurdan bi xwe ve girêdaye, li Kurdistanê bandora dezgehên Kurdistanî şikandîye, pêşîya xebata Kurd Tealî Cemîyetî  girtîye û şubeyên wê rûxandine. Artêşa Osmanî bi xwe ve girêdaye û serokatîya artêşê xistîye bin bandora xwe. Çeteyên tundrew û nehênî avakiribûn ku tenê hedefa wan tinekirina tevger, takekes, kesayet û grûbên muxalîf û miletên cuda bûn.

Kuwaî millîye, Çeteya Topal Osman ku ji qaşxûnan ve pêk dihat û çeteyên artêşê ku min berê anîbûn zimên çend minakên berbiçavin.

Di qada navneteweyî de ya pişta Mustefa Kemalî xurt kir, şikestina Yunanan bû. Di sala 1922an de, hêzên Yunanî têk çûn û welatê xwe radestî Kemalîstan kirin. Dewletên alîkarîya Yunanan dikirin mixabin ji pişt wan vekişîyan. Yek ji wan hêzan jî Ingilîz bixwe bûn. Lewra Ingilîz derveyî hevkarên xwe Tevdigerîya. Ingilîz li Brîtanyayê bi nakokîyên neteweyî ve meşgul bû û di demek weha hestîyar de, nikaribû alîkarîya Kurdan, Ermenan û Yunanan bike. Lewra rewşa naxweyî ya ingilîzan nebaş bû û bûyeran dihişt ku Ingilîz dest ji sîyaseta xwe ya çend salan berê bikşînin.

Di dawîya sala 1922an de, di 4/11/1922an de bi Mutarekeya Mudanyayê ve bi ewleyî ber bi konferansa Lozanê ve proses bilez dibe. Kemalîst di rewşa sîyasî û civakî ya navxweyî û navneteweyî de  têdighiştin ku êdî ew dikarin peymana Sewrê bêmane bikin, alîkarîya derve ya sîyasî, aborî û leşkerî ku ji bo Ermenîyan, Kurdan û Rûman muhtemel bûn bidawî bînin û Şertên Mutarekeya Mondrosê jî ji holê rakin.

Dixwazim dubare bikim ku ez girîng dibînim, van şert û mercên ji bo Mustefa Kemal û Elîta tirk guncaw bûn, bi alîkarîya Bolşewîkan ve girêdayî pêk hatibûn. Di amadeyî ya van mercên guncaw de, rola pêwendîyên Bolşewîk û Meclîsa Enqereyê biryardêrin.

Ji alîyekî Lord Curzon, ji alîyê din delegasyona Fransiz, û Îtalya jî, lez didan civandina Konferansa Lozanê. Hukumeta Ingilîz, Fransiz û Îtalyayê di oktobra 1922an de dixwazin Konferansa Lozanê bicivînin û bi vê minasebetê jî hukumeta Stenbolê û meclîsa Enqereyê jî vexwendî konferansê dikin.  Piştî vexwendina Konferansê bi sê rojan, saltanat bidawî dibe û êdî ji meclîsa Enqereyê pê de kesekî desthilatdar namîne. Loma jî temsîlîyeta dewletê  dikeve destê Meclîsa Enqerê û hukumeta Îstanbul ji holê radibe. Bidawîanîna Saltanatê bi destê artêşa Osmanîyan bi encam dibe. Ev tradîsyona artêşê ya darbeyan hetanî îro jî didome. Jixwe ji serdema dawîn ya Osmanîyan û hetanî avakirina meclîsa Enqereyê dewlet bi destên artêşê ve birêve diçe. Bêgûman ev tradîsyon hetanî dema nu jî berdewam dike. Elîta Tirk bêtêrên wan efserên Osmanîyan bûn. Têgeha îradeya hakîmîyeta milet ya Îttîhadîyan û dûvre ya Kemalîstan tenê gotinek vala bû û ji propagandayê pêde ne dîyardeyek li gor civatê bû. Mixabin mirov naxwaze binav bike lê ev têgeh derewek mezin bû. Dewleta Tirk bi darbeyek leşkerî hatîye avakirin û beşdarîya milet tenê bi darê zorê pêk hatîye.

 

Ji alîyekî Meclîsa Enqereyê dijî pêşnîyarên ji alîyê Ingilêz û Fransizan ve hatine radiwestin û ji alîyê din jî Ingilîz jî  bi pirsgirêkên navxweyî û bi misilmanên Hindîstanê ve meşgûlin. Ji ber gelek sedemên cuda civîna 20/11/1922an wek destpêk qebûl dibe. Hetanî 4/2/1923an jî pêwendîyên dîplomatîk dewam dikin û di 24/temûza 1923an de Peymana Lozanê îmze dikin.

Dewletên Mutefik piştî demek kurt, ya bêhnvedana Konferansê, di 31/1/1923an de, projeya aştîyê radestî Tirkan dikin. Wek tê gotin ev proje ji projeya hatîye qebûlkirin mezintir û frehtire. Mafê etnîk û olan diparêze. Ev çi mafên etnîkî û olî ne ku heta îro jî nehatine fêmkirin. Lewra meclîsa Enqereyê dijî vê projeyê radiweste û loma jî ev proje biencam nabe.

Projeya yekem ya ku Kemalîstan qebûl nekiribûn ji 160 madeyan pêk tên. Lê ya dawîn ku hatîye qebûlkirin ji 143 madeyan pêk hatîye. Madeyên di derheqê mafê etnîk û olên cuda de di projeya yekem de hatibûn nivîsîn ji projeya duwem ya ku hatîye qebûlkirin hatine derxistin.

Bi bawerîya min Mustefa Kemal yek ji wan Kesa bû ku, di sîyaset û stratejîya Ingilîzan de têghiştîbû. Bi propagandeya Mustefa Kemal herkes tê dighişt ku Ingilîz alîkarîya Kurdan dikin û dê bikin. Têgihiştinek gelemperî hebû ku dihat bawerkirin ku li paş daxwazên  Kurdan destên ingilîzan hebû. Lê ji bilî Mustefa Kemal. Lewra Mustefa Kemal bi Ingilîzan re di sîyaseta xwe de lihevkirî bû. Ew têgihiştibû ku Ingilîz êdî Kurdistaneke serbixwe naxwazin. Lê kesek napirse û nafikire, heger bi rastî ingilîza alîkarîya Kurdan dikir,  ji bo çi dema Ingilîz li Iraqê serdestin û bi mandatîya wan Dewlet hatîye avakirin ji bo çi ji Kurdan re dewletê ava nakin. Ji bo çi di sala 1925an de, di amadekirina makzagona Iraqê de cî ji Kurdan re tineye. Mustefa Kemal welê propaganda kiribû ku êdî Kurdan jî bawer dikirin ku Ingilîz alîkarîya wan dikin. Lê di rastîyê de Ingilîzan dest ji parastina mafê Kurdan berda bû. Çawa dest ji pişta Rûm û Ermenîyan kişandibû vê carê jî bi heman sîyasetê dest ji pişta Kurdan jî berdabû. Êdî di stratejîya Ingilîzan de avakirina Dewleta Tirk hebû ku wan dijî Bolşwîkan bikar bînin û Musilê di destên xwe de bihêle.

Di temûza 1922an de serokê Meclîsê Mustefa Kemal, di derheqê sîyaseta Kurdistanê de, ji serleşkerîya Elcezîrê Nîhat Paşa re biryarekê îmze dike û dişîne.  Mustefa Kemal di biryarên xwe de desthilatdarîyên Herêmî ji bo Kurdan di rewşa wê demê de wek propaganda pêwîst dibîne. Ev rewş dema amadeyîya Lozanê ye. Her weha “ji bo hemî miletan mafê çarenivîsê heye. Me jî ew qebûl kirîye”, dibêje. “Divê zû desthilatdarî bêne hilbijartin, serokên desthilatdarî û birêvebirên wan hevalbendîya me qebûlkiribin, Ji  raya navxweyî ya navnetewyî re eşkere bikin ku wan-Kurdan çarenûsa xwe bi Meclîsa Enqereyê ve bicî kirine.” Ji alîyekî din jî dibêje ku “li Iraqê divê şer di nav Kurdan û Ingilîzan de bidome ku husûmeta peyda bibe da bikaribe nehêle carekê ji caran ew bêne ba hev.” Di vê nameya biryaran de gotinên kirêt yê Mustefa Kemal derdikevin pêş. Wek nimûne, “ji bo em bikaribin serokên Kurdan bi xwe ve girêbidin, wezîfeyên mulkî, îdarî û leşkerî pêşkêşî wan bikin.”  Cî bi cî kirina van biryaran radestî sererkanê enîya Elcezîreyê dike. Wek walîyê Kolonîya, ew tenê li himber Mustefa Kemal berpirsîyare. Di biryarê de bi zelalî xuyaye ku tu yasayî û huqûqî bingehê vê biryarê tineye. Lewra ne meclîs xwedî biryare ne jî huqûqî cî dane biryaran. Li gor nameya ji sererkanê Elcezîreyê re hatîye şandin dê tenê Mustefa Kemal berpirsyarê vê biryarê be. Lewra ev biryar tenê yên Mustefa Kemalin û berpirsê van biryaran jî Nîhat Paşaye. Kengî bixwaze ew dikare biryaran ji holê rake jixwe weha jî bû.

Gelek caran tê gotin ku Mustefa Kemal statuyek ji bo Kurdan xwestîye lê ji alîyekî derdora wî û ji alîyê din jî deszgehên Kurdan ev biryar û daxwazên Mustefa Kemal sabote kirine û nehiştine bicî bibin. Ev têgeh yek ji propagandeyên Kemalîstane ku hetanî îrojî didome. Wek tê zanîn gelek Kurdan jî vê têgehê bikar tînin. Di qada sîyasî ya Tevgera Kurd de, Abdulah Öcalan vê têgehê bi israr û bi biryar bikar tîne. Serhildanên Kurdan yên berîya Lozanê û yên piştî Lozanê tawanbar dike. Dibeje ku Kurdan dest bi dijberîya Mustefa Kemal nekiribana dê statuyek ji bo Kurdan bihata qebûlkirin. Ev bixwe sergirtina kiryar û jenosîdên Mustefa Kemal bixwe ye. Dijayetîya tevgera Kurdistanî ye.

Têbinîêyekê dixwazim bînim zimên. Ji bilî serhildana Koçgirî ku Elî Şêr ronakbîrê wê û di serkêşîya wê de ye, di prensîbên Wîlsonî de têgihîştine û daxwaza cî bi cî kirina prensîbên Wîlsonî tînin zimên. Ji bilî vê serhildanê pêde, prensîbên wîlsonî di serhildan û daxwazên Kurdan yên neteweyî de, kêm bikar hatîye. Bi bawerîya min di wê serdemê de girîngîya prensîbên Wîlsonî di nav Kurdan de ne hatîye nirxandin. Du sedem hene; Kurdan bi prensîbên Wîlsonî bawer nekirine. Lewra li paş daxwazên xwe xwedîyê prensîban nabînin. Duwem di girîngîya prensîban de tênegihîştine. Di rewşeke weha de Kurd çawa û li ku bûnin astengên bikaranîna statuyeke Kurd. Kengî Mustefa Kemal Statu da Kurdan û Kurdan qebûl nekirin.

Em divê bi şîroveyeke kurt vê mijarê li vir bidawî bînin. Yek- desthilatdarîyên herêmî li ku,

çawa bi çi awayî dê  bicî bibin û desthilatdarîya wan çibin nexuye. Nexuyaye lewra ev biryrên navborî tek û tenha ji bo Konferansa Lozanê ye. Duwem: Di demên weha de bi zelalî xuya dike ku, bersîva pêdivîyên serdemên bi vî rengî, pêdivî bi partî, tevger yan jî dezgeheke sîyasî heye ku tevaya çînên civatê di nava xwe de civandibe û berjewendîyên wan anîbe zimên. Heger partîyek weha bibe terafê peyman yan jî biryar girtinan dikare serkeftinê bixwe re bîne. Heger ev nebe dagîrker bi hemî manîpulasyonan dê kurdan ji hev bixin, serokên wan bixwe ve girêbidin, bi rûşwetan sîyasetmedarên Kurdan,eşîrên Kurdan, şêxên Kurdan  bikirin û bifroşin. Ma ne ecêbe ku Mustefa Kemal dijî ingilîzan alîkarîya Şêx Mahmûd dike ku Mîrektîya serbixwe ya Kurdistanê ava bike. Lê di dema dawîn de walîtîya Musilê teklîfî wî dike. Ma ji vêya heqarettir bûyer heye.

 

Sedem, encam, dijber û bi tereftarên xwe û bi girîngîya dîrok û sîyaseta xwe ve, konferansa Lozanê, peymana herî mezin û girîng ya sedsala 20a ye. Ji bo milet û welatê me encamên Konferansê pir muhîm û biryardêrin. Di jîyana miletê me de reh vedaye. Lewra ev peymane ku welatê me beşê Osmanîyan kirîye 3 perçe. Ev peymane ku sê dewletên bê milet afirandîye, ava kirîye û wan meşrû kirye. Ev peyman e ku encamên peymana Sewrê pûç kiriye û bê encam hiştîye. Dewleta nîjadperest, ya bê milet, ya li ser dîroka derew û li ser xaka etnîk û miletên cuda, wek dagîrker hatîye ava kirin meşrû bûye. Ev peymane ku bûye tapoya dewleta dagîrkerên mayende. Ev peymane ku tevaya komkujî, kuştin, jenoosîd, koçberî, talanî û wêranî ya miletê Kurd jibîrkirin daye.

 

Careke din dubare dinivîsim ku dîroka Kurdan bi qasî qahremanîyan hewqasî jî bi îxanetan tije ye. Gelek caran çewtî û nezanî bûne sedemên têkçûnan. Gelek caran jî îxanet. Bingehê herdûyan jî pêwendîyên bi dagîrkeran re ye.  Loma tevgera neteweyî pêwîstî bi partîyên bi şexsîyet heye. Partîyên bi şexsîyet sîyaseta bi şexsîyet dike armanc û ew dikare serkeftinê amade bike.

Nezir Akat/nezirakat@gmail.com

nivîsa bê dê berdewam be

Bixwîne: Avabûna dewleta bê milet û 100 salîya Komara jenosîdkar-1 – 

Bixwîne: Avakirina Dewleta bê Milet -2

Kaynak: Konferansa Lozanê û Tapoya Dewleta bê milet -3- – Nezir Akat

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *