Li Iraqê Metnê Yasaya Zimanên Herêmî 

Siddik BOZARSLAN

Di derheqê pêvajoya amadekirina Yasaya Zimanên Herêmî da haydarî tune. Digel wê jî di çapemenîyê da nirxandin û analiza M. Emin Zekî Beg derçûye ku ew wek gelwekîl û wezîrê kevn, pisporek e. Metneke wê reşnivîsê (taslaxê) ji alîyê Cemîyetê ve hatîye weşandin. Metnê li jêr, ji rapora Hukumeta Britanyê hatîye sitandin ku derbarê Îraqê da ye û qebûl bûye:

”Yasaya Zimanên Herêmî, no. 1931/74

Ez Qiralê Îraqê

Ez ferman dikim ku bi erêkirina Meclisa Gelwekîlan û Senatoyê yasaya li jêr bibe yasayî:

Madde 1. Maddeyên vê yasayê ku li jêr di maddeyên 2 û 3.yan da xuya dibin, di van qezayan da werin pêkanîn.

Madde 2. Li jêr di qezayên ku hatine nivîsîn da zimanê dadgehê dê kurdî be: (a) Îmadîye. (b) Zaho, Livaya Mûsilê. (c) Zîbar. (d) Akra. (e) Koysancak. (f) Ranîya, Livaya Erbîlê. (g) Rewanduz. (h) Gîl. (i) Çemçemal, Livaya Kerkûkê. (j) Silêmanîye. (k) Halepçe, Livaya Silêmanîye. (l) Şehrbazar.

Madde 3. Li qezayên ku li jêr hatine nivîsîn, zimanê dadgehê dikare erebî an tirkî ango kurdî bibe: (a) Dihok, Mûsil. (b) Şeyxan. (c) Erbil, Livaya Erbil. (d) Maxmur. (e) Kerkûk, Livaya Kerkûkê. (f) Kifrî. Jibo her dozê dê dadgeh biryar bide jibo zimanê ku bê karanîn.

Madde 4. Keseke tawanbar, di hemî dozan da di qezayên ku li jor hatin dîyarkirin da xwedîyê van mafan e: (a) eger li mala xwe zimanê ku tê zanîn, teblîxat û dadgehkirin bi zimanê erebî tê kirin, (b) Bi awayê şîfahî hemî biryar û notên (tutanak) dadgehê wergerana erebî, kurdî ango tirkîya wan dibe xwedî û dikare biryarek ku bi zimanên jorîn were wergerandin bixwaze. Her kes dikare daxwaznameyek bi erebî an kurdî ango tirkî bide dadgehên wan qezayan ku navên wan li jor hatine nivîsîn an dadgeheke bilindtir.

Madde 5. Daîreyên Teknikê, nivîsînên navbera Teşkîlatên Navenda Lîvayê û Wezaretan û nivîsînên navbera Teşkîlata Navenda Lîvaya Mûsilê û qezayên girêdayên wê – ku ew divê bi erebî bin- qezayên ji dervayê wê ku li xwarê hatine xuyakirin, kurdî dê zimanê resmî be: (a) Îmadîye. (b) Akra. (c) Dihok. Lîvaya Mûsilê. (d) Zaho. (e) Zîbar. (f) Erbîl. (g) Maxmur. (h) Koî. Lîvaya Erbîl. (i) Ranîya. (j) Rewanduz. (k) Çemçemal. Lîvaya Kerkûkê. (l) Gil. (m) Silêmanîye. (n) Halepçe. Lîvaya Silêmanîye. (o) Şehrbazar. Li qezayên Kerkûk û Kifrîyê kurdî û tirkî dê werin karanîn.

Madde 6. Zimanê perwerdeyê jibo hemî mektebên despêkê (sereta) û navîn yên li qezayên navên wan dîyar bûbûn, pirranîya şagirtên van mekteban, zimanê wan ên li malê dixebitînin, dê resmî bin. Ferq nake ku ev ziman erebî be, kurdî be ango tirkî be.

Madde 7. Her kesek dikare bi erebî serî li berpirsên resmî bixe û dê bersiv jî bi heman zimanî bistîne. Li gora maddeya 5an ku destûra serlêdanê jibo zimên daye, bi awayek nivîskî dê werin qebûlkirin û bersîvdayîn jî dê bi heman zimanî bibe.

Madde 8. Şiklê zimanê kurdî di qezayên Silêmanîye, Kerkûk û Erbîlê da ku di vê yasayê da hatîye xuyakirin, şiklê ku nûha tê karanîn, dê berdewam bike; li gora ku yasayê destnîşan kirîye li qezayên Mûsilê, dê xelk piştî qebûlbûna yasayê virda di nav salek da lehçeya kurdî ku bixwaze, dê bikaribe hilbijêre.

Madde 9. Hemî wezaret, xwedî selahîyet in ku vê yasayê bi cî bînin ku wan eleqeder dike.

Ev metna yasayê li Baxdayê di 23yê gulana 1931an da û 6 Muharrem 1350 qebûl bûye. Yên ku îmza kirine; Qral Faysal, Serokwezîr Nurî es Saîd û wezîrê derve, hundûr, edaletê, malîye û perwerdeyê ne. ”

Piştî qebûlkirina yasayê, çavdêrîya nûnerê Britanyayê li Îraqê C. J. Edmonds, gelek balkêş e. Ev çavdêrîya wî ku bi dizî nivîsîye, bi kurtî weha ye:

”… tu mêvanekî min ê kurd, ji ber xwe ve behsa yasayê nekir. Dema ji wan hat pirsîn jî, tu îşaretên heyecanê nîşan nedan, berevacî wê, wan li meqeskirina yasayê rexne xistin. Ev, balkişandin e; belam heta nûha ji gelek alîyan ve sozên berbiçav hatine dayîn. Lê kurd êdî xwedîyê wê zanînê ne ku di navbera kirin û dayîna sozan da ferqên pir mezin hene..” 

Bê guman di derbarê vê yasayê da gelek tişt hatine gotin û nivîsîn ku mirov dikare wan jibo du demên cuda, yanî dema piştî qebûlbûna yasayê û dema berîya wê.  Wek me li jor jî dîtibû dema gengeşe li ser vê yasayê hatine kirin, hukumeta Baxdayê ketîye nav hewildanên piralî ku hin herêmên kurdî bikin ereb û ew hewildanên wan piştî qebûlkirina yasayê jî berdewam bûye. Bi tabîreka dî ji çêkirina yasa ango yasayan giringtir, nîyet û cewherên ku xwedî hukum in, giring e ku di pêvajoyê da hatîye dîtin ku ew cewher li nik karbidestên Baxdayê tunebûye. Yek ji wan kurdên ku nerazîbûna xwe li hemberî yasayê dîyar kirîye, M. Emîn Zekî Beg e.

Di civîneke taybetî da M. E. Zekî, dîtinên xwe li ser meqeskirina reşnivîsê ji Komiserê Bilind ra dîyar kirîye û paşê jî dîtinên xwe weki daxwaznameyek di 29yê gulana 1931an da pêşkêş kirîye. Bê guman rexneyên Zekî Beg, esasê daxwazên kurdan jibo zimanê kurdî daye dîyarkirin. M. E. Zekî, kurdîya wê daxwaznameya xwe di 1930yan da daye Qral Faysal jî. Lê balkêş e ku dema biryar hatîye sitandin ku ew du daxwaznameyên M. E. Zekî wek broşurek were weşandin, di 1935an da li çapxaneyê wenda bûye, yanî nehatîye çapkirin. Bi kurtayî nirxandinên Zekî Beg ev bûne:

”   1. Tawsîyeyên Cemîyetê hatîye îhlalkirin û yasa, jibo hemî herêmên Kurdistanê nebûye. Yên li derve hatine hiştin ev in: (a) Di qeza Xaniqîn da û nahîyeyên  Hawarain, Şêxan û Qoratû û hin derên dî yên navendên nahyeyê û Muqatîya Xaniqîn û wd. (b) Hin (derên- ç) Qeza Mandalî. (c) Kurdên Baxdayê ku derdora 25.000 in, %10yê nufûsa bajêr e û (d) Tel Afar, Sîncar û qezayên Mûsilê. Gundên derdora Mûsilê û li nav bajêr jî têr hejmarek kurd hene. Eger jibo hindik ereb û tirkên ku li qezayên kurd ên Kifrî, Erbîl, Şeyxan, Maxmur û Dihokê digel kurdî tirkî û erebî jî wek heq qebûl dike, bi eynî awayî li qezayênTel Afar, Sincar û Mûsilê jî pêwist bû kurdî bihata qebûlkirin. – Binêre Madde 3 ya yasayê- ” (Etnografiya Lîva Kerkûkê: %51 kurd, %21 tirkmen, %20 ereb û %8 yên dî ne. Loma divê li Lîvayê û navendê jibo piranîya nufûsê pêwist bû kurdî bihata qebûlkirin.)

  1. Li gora şertên CN, jibo perwerdeyê, kurdî divê bi mektebên pêşî û navîn ve neyê sînorkirin, eger zimanê kurdî were sînorkirin û di xwendina bilind da jî neyê berdewamkirin, dê kurdî were paştaxistin û geşbûn û xurtbûna wê, dê were astengkirin.
  2. Zimanê perwerdeyê, divê ne li gora piranîya şagirtan an xwendevanan be, divê zimanê wan, li gora piranîya xelkê runiştvanên wê herêmê be. Eger ne weha be, jibo pêşerojê ew dê bibe semedê suistîmalê.
  3. Kurdî, divê serwîsên teknikî jî di nav da di hemî daîreyên hukumetê da bibe zimanê resmî.
  4. Bi karanîna lehçeya kurmancî jibo qezayên Mûsilê, xirabkirina yekîtîya zimanê kurdî kirîye hedef û ev dê bi xwe ra paşvemayîna perwerdeyê û îsrafa malî bîne.
  5. Sîfeta ”herêmî” ya di sernivîsara ”yasaya zimanên herêmî” da, divê neyê xebitandin.”

Encamên politika  Mandaya Îngilîz bi kurtayî mirov dikare weha bicivîne ser hev:

Bi du awayan li pêşîya zimanê kurdî hat rawestandin ku ew geş nebe, xurt nebe. Jibo zimanê perwerdeyê, kurdî bi mektebên sewîyeya navîn ve hat sînorkirin û di burokrasîyê da jî bi hin nivîsînên bi tesadufan li daîreyan hat sînorkirin. Bi vî awayî yên ku kurdî axifîne, hem bi şîfahî û hem bi nivîskî bere bere di danûsitandinan da bi zimanê erebî ve hatine girêdan û mecbûr mane ku bi erebî xizmetê bikin.

Resmîbûna kurdî di warê coxrafyayê (erdnîgarîyê) da jî welê hatîye sînorkirin ku piranîya axên Kurdistanê ku bi kurdîya kurmancî axifîne, li dervayê sînorê resmîyetê mane. Bi tabîreka dî kurmancîaxiftvanan li hemberî xetera erebîbûnê mane. Ev ji politika hukumetê peyda bûye ku nehiştine wîlayeta kurdî ava bibe û bi xwe ra nehiştine yekîtîya zaravayên kurdî pêk were. Ev politika, bûye politika tevayîya hukumetên Baxdayê û heta salên 1980yî hatîye berdewamkirin.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir