Li Îranê, jibo neteweyên bindest û zimanên wan, ferqa Monarşîya Pehlewî û Teokrasiya Meleyan tune ye

Siddik BOZARSLAN

Muxalefeta li dijî Rejima Pehlewî, çiqas çû xurtir bû û di 1979an da textê şahê Îranê hilweşîya. Kurdan jî di nav muxalefetê da cîyê xwe standibû û dema Îmam Humeynî hat ser hukum; kurdan xwestin ku li Îranê sistemeke federalî were çêkirin û di nav prensibên wê da zimanê kurdî jî divê bibe zimanê resmî û perwerdeyê. Lê çi hebû ku sistema federalî ku kurdan pêşnîyar kiribû; divê sistemek li Tahranê bihata çêkirin ku pirkulturî û pirzimanî bibûya bingehê wê sistemê ku ev jî divîya demokrasî esas bigirta. Felsefeya melan, li dijî sistemeke weha bû û loma ev pêşnîyara kurdan ji alîyê Humeynî ve hat redkirin.

Balkêş bû ku heyeta kurd ya di bin rêberîya Dr. A. Qassemlo da, dema ji Humeynî ra sistema federalî pêşnîyar dike, Humeynî ji wan ra dibêje ku ev daxwazên we di Qur´anê da tunin, loma em wan qebûl nakin. Wer bû ku di nav du mehan da ordîya îslamî êrîşên xwe birin ser kurdan, azerîyan (tirkan), ereban û gelên dî.

Di meha dawîya 1979an da destûra Îranê li gora esasê dînî ji nûve hat amadekirin. Ew destûr jî dişibîya destûra hukmê Pehlewî. Ferqîyet tenê di warê ideolojik da bû ku meleyan li gora felsefeya xwe ya dînî şikil didan hukumranîya xwe. Ev xisusîyeta melan xwe di maddeyên destûrê da jî nîşan daye. Mîsal, di maddeyên 1 û 2 yên destûrê da hatîye nivîsîn ku mezhebê Şî´atî dînê resmî yê Îranê ye û dewlet berpirsîyar e ku wê li Îranê û dervayê Îranê geş bike, pêşda bibe û xurt bike.

Li gora maddeya 19yê ya destûrê, ”cudayîyên reng, nejad, ziman û wd. nabin semedê cîyêwazîyê.” Lê digel vê maddeyê, di maddeya 15an da jî hatîye nivîsîn ku ew cîyêwazî, tenê jibo yên zimanê wan farisî ye, hatîye danîn ku ew %50 nufûsê teşkîl dikin.

Li gora maddeya 15an: ”Alfabe û zimanê şirîkatî yê gelê Îranê, farisî ye. Wesîqeyên resmî, haydarî û nivîsîn û kitêb divê bi vî zimanî û bi vê alfabeyê werin nivîsîn. Lê, destûr heye ku di çapemenî û  têkilîdanîna nav kîtleyê da zimanên etnikî û herêmî werin bikaranîn. Dîsa li mekteban, digel zimanê farisî bo perwerdeyê, jibo hînkirina edebîyata etnikî jî destûr tê dayîn.”

Balkêş e ku di destûrê da alfabeya farisî hatîye nivîsîn, lê di esasê xwe da ew afabeya ku behs kirine, alfabeya erebî bi xwe bûye. Bi îşaretên fonetikê tenî çar herf lê zêde kirine û navê wê kirine alfaba farisî.

Wek li jor hatibû behskirin, di destûra ewil da bi zimanê kurdî û yên dî perwerde û têkilîyên nav daîreyên resmî qedexe bû; di vê destûrê da jî ew qedexe hat domandin. Lê divê were destnîşankirin ku heta nîvê salên 1980yî destûr nehat dayîn jibo hînkirina “edebîyata etnikî” bi zimanê kurdî û zimanên dî. Wek demên bere, di vê demê da jî weşanên radyo bi zimanên dervayî farisî, hat domandin û weşangerîya taybetî û yên resmî bi zimanên cuda, zêdetir geş û xurt bûn. (Emir Hasanpur, Kürt Diliyle ilgili Devlet Politikaları ve Dil Hakları, çev. C. Gündoğan,  Avesta Y. 1997 İstanbul, s. 43- 51)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir