Li Herêma Mêrdînê Xebatên ‘’Însîyatîfa Piştgirîya Referanduma Serxwebûnê’’ Berdewam in

Însîyatîfa Mêrdînê, di 24.07.2017 an de, li Teşkîlata PAKê ya Mêrdînê civîna xwe ya yekemîn pêk anî .

Di vê civînê de ji PSK, PAK, PDK-Bakur û siyasetvanên serbixwe komsiyoneke hevbeş ku ji van navan pêk dihat hate hilbijartin: Kemal Yildirim, Şêxmûs Asik,Salihê Omerî(PSK), PAK, Bedran Acar(PAK), M.Saîd Remezanoxlû(PDK-Bakur), Emîn Karakulak.

Di 02.08.2017 an de, li Mêrdînê li ofîsa PSKyê civîneke çapemenîyê hate li dar xistin.

Di roja 07.08.2017an de,Însîyatîfê serdana MTDF (Mardin Toplumsal Dayanışma Federasyonu), KOMELA Egitîm-Bir-Sen, Egîtîm Sen û Şaxê Qoserê ya Nûbiharê kirin.

Însîyatîfê di van hevditinan de,li ser mijara referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê agahdarî da van dezgehên sivîl û wan jî piştgîrîya xwe dîyar kirin.

Di roja 10.08.2017an de, HUDA-PAR hate zîyarekirin di vê hevdîtinên de mijara referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê hate guftûgo kirin. HUDA-PARê kar û xebatên însîyatîfê pîroz nirxandin piştgirîya xwe dîyar kirin.

Di roja 11.08.2017an de, Serokatîya Komeleya Ajotvanan û Komela Banazirgan(Sanayi ve Ticaret Odası) Şaxê Mêrdînê hate zîyaret kirin.Însîyatîf ji hêla Serokê Komeleya Ajotvanan Alî Baraj û Serokê komeleya Bazirganan Mehmet Alî Tûtaş bi germî hate pêşwazî kirin u piştgîrîyên xwe jı bo referandûma serxwebûna başûrê Kurdîstanê dîyar kirin.

Di heman rojê de sîyasetvan Ahmet Acar hate ziyaret kirin li ser mijara referandûma serxwebûna Başurê Kurdistanê hate goftego kirin . Ahmet Acar, piştgirîya xwe bi dilekî germ dîyar kir.

Di roja 16.08.2017an de Însîyatîfê serdana Şaxê Mêrdînê yê HDPyê û serdana Komeleya Esnaf û Seneettkarên Mardînê kir. Herdu alîyan jî bi germî pêşwazîya însîyatîfê kirin û piştgîrîyên xwe ji bo referandûma serxwebûna Başûrê Kurdîstanê dîyar kirin.

Di roja 18.08.2017an Însîyatîfê li Nisebînê serdana hinek sîyasetvanên şerbixwe yên welatparêz kir. Însîyatîf ji alîyê van şexsîyetan bi germî hate pêşwazî kirin u piştgîrîyên xwe jı bo referandûma serxwebûna başûrê Kurdîstanê dîyar kirin. Herweha Însîyatîfê Navenda Yekîtîya Rojnamevanên Mezopotamyayê ziyaret kir.Însîyatîf ji alîyê Serokê Navenda Yekîtîya Rojnamevanên Mezopotamyayê Cemîl Aydogan ve bi germî hate pêşwazî kirin u piştgîrîyên xwe ji bo referandûma serxwebûna başûrê Kurdîstanê dîyar kir.

Di roja 21.08.2017an Însîyatîfê serdana CHPyê û Sendîqaya Beledîye Îşê kir. Di van hevditinan de,li ser mijara referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê me agahdarî hate dayin û wan jî bi şêweyekî dostane piştgîrîya xwe dîyar kirin.

Di roja 22.08.2017an de Însîyatîfa Mêrdînê li Dêrika Çîyayê Mazî û li Qoserê seredana çend komele û şexsîyetan kirin serdan di atmosferek germ û dostanê bi dawî hat.

Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê ya Mêrdînê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *