Li hemberî Dewleta Tirk û Projeya wê PKKê têkoşîn ji her deme girîngtir e ( I )

Îbrahîm GUÇLU

Piştî ku İmperatoriya Osmanî têk çû, Kurdistan bû 4 parça û beşa mezin ya Kurdistanê yanî Bakura Kurdistanê ket bin desthilatdarî û kolonyalîzma  Dewleta Tirk ya Kemalîst.

Berpirsên Dewleta Tirk, beriya ku dewletê ava bikin, ji bona piştgiriya neteweya Kurd û karbidestên Kurd û Kurdperweran bigrin, gotin ku Kurdistana Osmanî dê di dema wan de zêdetir bibe xwediyê maf û Kurdistan dê bibe xweserek û otonomiyeke fireh.

Mixabin piştî Dewlet Tirk ya nû ava bû; Kurdistan hat dagirkirin û îlhaq kirin, Kurd wek netew hat red kirin û wek neteweya Tirk hatin pejirandin, mafên neteweyî yên Kurd hemû hatin xesip kirin,  felsefeya damezrêner ya Dewletê qerekreterek Kemalîst ya Faşîzan û Kolonyalîst û Totalîter qezenç kir, bû Kemalîzm. Kemalîzm jî bû îdeolojiya fermî ya Dewletê.

 Ji bona Dewleta Tirk, tunekirina neteweya Kurd bû stratejiyeke sereke.

Ji bona tunekirina Kurdan gelek metod bi kar anî. Di destpêkê de metodên nîjadperestî û helandin (asîmîlekirina) neteweya Kurd ji bona tunekirina neteweya Kurd xistin jiyanê.

Lê Kurdan û berpirsên Kurdan ji siyaseta tunekirina Dewleta Tirk re serê xwe netewandin. Li hemberî siyaseta Dewleta Tirk, mecbur bûn ku têkoşînên çekdar yên neteweyî meşandin.

Dewleta Tirk di wê qonaxê de tunekirina Kurdan, bi valakirina Kurdistanê, qetlîam û jênosîdê, îdam kirina şervan û serokên Kurdistanê domand.

Ew metoda ne însanî û nîjadperestî û qetlîamî, bû sedem ku Li Kurdistanê têkoşîna neteweyî ya li Bakurê Kurdistanê şikest bixwe. Li Kurdistanê bêdengiytek çê bike.

Ew ji bona dewleta Tirk serkeftinek rojane bû, lê  diyar bû  ew rewşa mûwaqqet e.. Lewra Neteweya Kurd heta heta bêdeng nedima û serê xwe ji dewletê re neditewand.

Lewra dîroka neteweya Kurd bixwe û têkoşîna neteweyên din yên li dinyayê jî, vê rastiyê  radestî mirovatiyê dike.

 &&&&&&

Piştî ku li Bakurê Kurdistanê Tevgera Neteweyî hat temirandin, li Başûrê û li Rojhelatê Kurdistanê şerê neteweyî li hemberî Dewleta Îranê û Iraqê dom dikir.

Li Başûr, encama Şoreşa Neteweyî ya îlonê (1961) Kurdistan azad bû û desthilatdariya neteweya Kurd di statuya Otonomiyê de hat damezrandin.

Li Bakurê Kurdistanê jî, Tevgera Neteweyî  di sala 1959-an de ket nav livandinekê. Di sala 1965-an de bi damezrandina  Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê û di sala 1969-an de bi damezreandina DDKOyan gihîşt qonaxeke nû.

Dewleta Tirk ji bona ku pêşiya Tevgera Bakurê Kurdistanê bigre, tevgerê bitemirîne, pêşiya pêşketina hişmendiya neteweyî ya dewletbûnê û serxwebûn û azadiyê bigre; du cunta (Cûnta 27ê Gulana 1960î û Cûntaya 12 ê) çêkir.

&&&&&&

Lê van cûntayan jî nikarî pêşiya  Tevgera Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê, avabûn û  xurtbûna rêxistinî li Bakurê Kurdistanê bigre.

Tevgera Bakurê Kurdistanê û Rêxistinên Kurdistanê piştî salên 1974-an bi lez ava bûn, bi gelek hêjayiyên baş û bi serokatiyên maqûl û zanyarî û bi Kurd-Kurdistanê re têkildar xurt bûn û qerektereke kîtlewî û civakî qezenç kirin. Li hemû bajarên Kurdistanê xwe bi rêxistin kir.

Dewleta Tirk ji bona ku ev xeteriya dîtîbû û ji bo wan diyar bibû ku ew bes bi serê xwe nikarin pêşiya vê pêşketinê, azadî, serxweebûn û dewletbûna neteweya Kurd bigre, rê û rêbazeke din pejirandin.

Ew rê û rêbaz jî,  di hûndirê Tevgera Bakurê Kurdistanê de  tekbirin û qedandinda Tevgera Bakurê Kurdistanê û tasfiyekirina Rêxistinên Kurdistanê û parçebûna neteweya Kurdê bû. Ew proje û rê û rêbaz jî avakirina pêvajoya PKKê domand.

Dewlet ji bona ku di nav Kurdan de serkeftî be, PKKê di destpêkê de bernameyeke Kurd û Kurdistanê ya radîkal da pêşiya xwe. Bi vê bernameya xwe ya veşartî û bi taybetî jî  piştî sala 1984-an piştgiriya Neteweya Kurd bi awayekî qezenç kir.

Lê Kurdan û bi taybetî jî Kurdperweran ew xeteriya baş  nas nekirin, li dijî vê projeye ranewastiyan. Beşekî mezin jî ji bona berjewendiya xwe ji vê projeya dewletê re bûn piştgir.

PKKê wek projeyekê li hemû beşên Kurdistanê misyona xwe ya nebaş anî cîh. Ji gelek aliyan de serkeftî bû.

&&&&&&

Ew misyona PKKê di 27ê Sıbatê de bi Peymana Dewletê – Bahçelî – Ocalan  bi zelalî derket holê ku PKKê ji bona ku Kurd bibin beÅŸek ji dewleta Tirk ya kolonyalîst, Kurd dewleta neteweyî, federalîzmê, otonomiyê, xweseriyê daxwaz neke, projeya dewletê bûye.

Bi Peymana 27 Sibatê mîsyona PKKê û Ocalan gelek vekirî zelal bû û ji Neteweya Kurd re diyar bû.

Bi vê zelalbûna misyona PKKê, ji bona Tevgera Bakurê Kurdistanê û Rêxistinên Kurdistanê û her Kurdperwerekî stratejiyeke nû û zelal jî,diyar bû.

Ew stratejî jî, li hemberî Dewleta Tirk ya Kolonyalîst û projeya dewletê PKKê, rawestandin û têkoşîn e.

Divê hemû Kurd, rêxistinên Kurdistanê ji demên berê vekirîtir û xûrttir, ji bona vê stratejiyê tevbigerin.

Loma ez dibêjim ku Li hemberî Dewleta Tirk û Projeya wê PKKê têkoşîn, ji her deme girîngtir e.

Ew têkoşîna dê çewa bê meşandin û bi rêxistineke çawa bê meşandin, ezê di nivîsa xwe ya bê de binivisînim.

Diyarbekîr, 03. 05. 2025

 

(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *