Li gorî ez ji ilim û zargotina bavkalên me Êzdiyan fêhmdikim, serê sala me Kurdan ya nû di şeva 13 meya çilê salnameya Mîladî de ye

Em binêrin li „QEWLÊ MEHAN

Sebeqa: 35

Ji qewlê Fexrê Zergûn e

Here bin herfe, Here bi nasîn e

Binyata her duwzdeh mehan,

Roja dinya ava bûye ev roj kanûn e“ *1

 

Lewma jî bavkalên me Êzdiyan di wextê jiyana rêcnberîtî, şivantî, cotkariyê, kar û barên giran de serê sala xwe  ya nû di şeva 13 meha çilê salnameya Mîladî de pîroz dikirin.

Di êvara dawiya meha kanûnê de zarok û xort bi  dîlan û şahîya qirdikê  mal bi mal digeriyan û weha digotin:

 

“Serê salê binê salê, Xwedê bihêle kebanîya malê!

Serê salê binê salê, Xwedê bihêle kalê malê!

Serê salê binê salê, sal bi qurbana kalê malê!

Serê salê binê salê, Xwedê şênahîyê bide vê malê!

Serê salê binê salê, Xwedê baranê bibarîne li ser zevîyên vê malê!

Serê salê binê salê, Xwedê zikê birçî û hejaran têr bike vê salê!

Serê salê binê salê, Xwedê jinekê bide zilamê malê!

Serê salê binê salê, Xwedê mêrikekî bide jinebîya malê!

Serê salê binê salê, Xwedê mêrikekî bide qîzika malê!

Serê salê binê salê, Xwedê kurekî bide kebanîya malê!

Serê salê binê salê, Xwedê kúpek zêr bide bûka malê!”*2

 

Kemal Tolan, xemxwar û berhevkarê kevneşop-zargotina Êzdiyatiyê

 

Çavkanî:

1             Kemal Tolan , Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê 1-izmir 2020,rûp.:35

2             Payîzxêra li ser Salnameya Kurmancî û sersala nû gelekî pîroz, tijî saxî

https://www.facebook.com/notes/771833516872745/

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *