Xidir ÛSO
Her ku dem pêşve diçe, civata Kurd ya welatperwer ku li rewşa xwe ya kambax dinêre, li derîyekî çareserîyê digere, berê xwe dide dîroka dûr û nêz, li sebebê rewşa xwe ya têkçûyî dinêre û li rê û rêbazek rizgarîyê digere.
Helbet sebebên dagîrîya welatê me, bindestî û hêsîrîya xelkê me pir in. Sebebên ji dervî vîn û îradeya xelkê me jî û yên bi qisûr û şaşêyên me ve girêdayî jî gelek in.
Dagîrkerên welatê me, ji bo me dûvdirêj di bin destê xwe de bigirin, welatê me talan bikin, keda me xesip bikin, me wek leşker û karker bi karbînin, ji bo me plan û bernameyên dûvdirêj danîne. Ji alîkî ve dest bi sîyaset û qanûnên înkar, qedexe û bişaftinê kirine, ji alî din jî em nezan, xizan, bê rêber û rêxistin hîştîne.
Di dîrokê de, gelê Kurd bi pêşkêşîya mîr, axa, şêx û pîrên xwe gelek caran serî hildaye, doza rizgarîya welatê xwe û mafê serxwebûn û azadîya gelê xwe kirîye, lê ji ber şîyarî, kemîn û dafikên dijminê xwînxwar têkçûne û wenda kirine.
Lê di nava miletê Kurd de bi navê Mistefa Berzanî serokekî zana, jêhatî û mêrxas derket ku ji alî dagîrkerên Kurdistanê nehat xapandin û neket dafika dijmin.
Mistefa Berzanî, him gelê xwe û him jî dijminê xwe baş naskir. Wî li gorî şert û mercê welatê xwe, li gor tevna civata xwe, li gor sîyaseta cîhanê û ya rojhelat gelê xwe bi rêxistin kir, sîyaseta xwe saz kir û tekoşîna xwe ajot.
Mistefa Berzanî, sîyseta xwe li ser asasê berjewendîyê miletê Kurd sazkir. Şensa wî ya ku ji xwe re dost û dijminekî tercîh bike tune bû. Temamê hêzên li cîhanê ku mewzî sitendibûn; hemî li dijî hebûn û berjewendîyên gelê Kurd û tevgera wî bûn. Dunya bûbû du şeqa. Her du şeq jî dost û hevalbendên dijminê wî bûn.
Divîyabû tevger û tekoşîna xwe li ser xeta berjewendîyên herdû hêzan bimeşîne. Herdu hêz jî dixwest tenê li dijî hev wî wek êm û pergalekî parastina perjewendîyên xwe bikar bîne.
Mistefa Berzanî, du şerê cîhanê dît. Serhildan, berxwedan û têkçûnên tevgerên herçar perçê Kurdistanê dît. Bû şahidê qetlîamên Bakur, Başûr û Rojhilatên Kurdistanê. Bû şahidê jenosîd û koçkirinên mezin. Bû şahidê dardakirinê serok û rêberên Kurd, tevlî birayê wî Şêx Abûlselam û Serokomarê wî Qazî Mûhamed.
Ev ezmûna jîyana Mistefa Berzanî, tev jê re bû zanebûn, hêz û dîlawerî. Loma ji me re mîrasek tekoşînê ya niwaze hîşt.
Dijminê me, êdî dike û nake, nikare di çavê gêlê Kurd de wî biçûk û kêm bide rêdan. Wî ji me re mîrasek berxwedan û tekoşînê hîşt. Wî hêvîya rizgarî û azadîyê di dilê me de çand.
Bîranîna Mistefa Berzanî, dê di meşa serxwebûn û azadîyê de, hertim rêya me rohnîtir bike. Mistefa Berzanî serbilindîya me ye. Ew dê her di dilê me zindî be!
Bijî Şehîdên Kurd û Kurdistanê!
Bijî Kurd, bijî Kurdistan!