Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 5 girtîgehên nû tên çêkirin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi tevahî 403 girtîgeh hene û kapasîteya wan 295 hezar û 328 e.
Lê di van girtîgehan de 342 hezar û 526 kes hene.
Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ji bo çêkirina 5 girtîgehên din karên yasayî temam kirin û bi kompanyayan re peyman hatin îmzekirin.
Girtîgehên nû dê li parêzgehên Sêrt û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Zonguldak, Kutahya û Gîresunê yên Tirkiyeyê bên avakirin.
Pereyên ku ji bo çêkirina van girtîgehên nû hatine veqetandin wiha ne:
– Sêrt: 819 milyon û 571 hezar lîre (24 milyon û 250 hezar dolar)
– Dêrsim: 909 milyon lîre (Nêzîkî 27 milyon dolaran)
– Zonguldak: 837 milyon lîre (nêzîkî 25 milyon dolaran)
– Kutahya: 124 milyon û 976 hezar lîre (3 milyon û 700 hezar dolar)
– Gîresun: 780 milyon û 895 hezar lîre (23 milyon dolar)
Sala 2021ê ji bo girtîgeha ku dê li Kutahyayê were çêkirin bi 17 milyon û 528 hezar lireyan peyman hatibû îmzekirin lê nehatibû temamkirin.
Dîsa sala 2021ê ji bo girtîgeha ku dê Gîresunê bê çêkirin bi 72 milyon û 300 hezar lireyî peyman hatibû îmzekirin lê ew jî nehatibû temamkirin.
2002yan 59 hezar û 429 girtî hebûn
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê sala 2002yan 59 hezar û 429 girtî hebûn lê niha hejmara girtiyan 342 hezar û 526 e.