Li Ewrupa Bizava (hereketa) Reformê

Siddik BOZARSLAN

Hereketeke ku di sedsala 16. an da li Ewrupayê li dijî Kilîseya Katolîkê rûdaye ra Reform tê gotin. Wê demê li Ewrupayê Kilîseya Katolik her ku çûye dewlemendtir bûye, roj bi rojê zêdetir ketîye nav jîyana siyasetê û dinyayê û midaxeleya kargêrîya dewletê kirîye. Van kirinên kilîseyê bûye sebebê acizbûna gelek kesên dîndar, zana, xwenda, xwendekar, nivîskar. Ev bizav, ewil li Almanyayê û paşê jî li Fransa, Îngilistan û welatên Bakurê Ewrupayê (Skandinavya) belav bûye.

Ji ber ku li Almanyayê zanayên ilmê hebûne ku kirinên kilîseyan rexne dikirin, şaşîtîyên wan digotin û dinivîsandin. Hebûna prensên Alman ku li dijî kirinên kilîseyan radiwestin, guhartin û xwenûkirin dixwestin jî, faktoreke dî bû. Bi karanîna matbaayê (ewil 1440) û kaxiz, fersendê çêkir ku kîtêb û dîtinên aliman werin nivîsîn, çapkirin û di nav gel da belav bibin û xelk zêde xwenda û zana bibin.  Bi van semedan (sedem) ve girêdayî, kirin û mudaxeleyên kilîseyê li ser jîyana abûrî û dînî, dibûn semedê acizbûnê. Di encama vê bizavê da Mezhebê Protestanîyê jî ava bûye ku pêşevayê wê, teolog (ew wek alimekî keşîş jî tê naskirin) û filozofê Alman Martin Luther (1483 – 1546) bûye. Serketina vê bizavê bûye semedê pêşketin, geşbûn û xurtbûna Ewrupayê. Tiştekî balkêş e ku dîtinên M. Luther yên li dijî cihûyan, piştî 400 salî jibo Hitler dibe îlhama qirkirina bi milyonan cihû li Almanyayê.

Wê demê Almanya, ji alîyê Papa (keşîşê herî pîlebilind li Îtalyayê) ve hatîye şeliandin ku ew li Romayê rudinişt. Ji ber wê bû ku li Almanyayê acizî û nefret li dijî Îtalyayê her ku diçû xurttir dibû. Li Almanyayê Kitêba Muqaddes (Încîl) ji nûve hatibû çapkirin û hin alimên dînî jî digotin ku kilîse ji rîya dîn derketîye û şaşîtîyan dike. Bi taybetî wesîqeya destûrê ya Enduljansê ku ji alîyê papazê kilîseyê ve firotîye kesan û di muqabilê wê da efûkirina wan pêkanîye, ev bû dilopa dawîyê ku li dijî kilîseyê serhildan werin kirin. Divê binê wê were çixêzkirin, kesên ku berîya M. Luther li hemberî kilîseyê rawestîyabûn, bi şewitandinê hatibûn cezakirin. Lê vê carê piştgirên Luther gelek pir bûn û loma ew fersend çêbû ku Luther bi serkeve.  Lê mixabin qoçana vê hewildanê gelek buha li Almanyayê û li Ewrupayê bûye mal. Piştî gelek hewildanan ku ev qasî deh sal ajotîye û Luther, wek pêşevayê wê bizavê xwe di nav şer da dibîne.

Şerê Dînî ku 30 sal domandîye û jê ra “Şerên Sîsalî” dibêjin, di 1618an da dest pêkirîye û di 1648an da bi navê “Peymana Westphalîya” (Ceşna Paskalya) ve dawî lê hatîye. Di encamên vî şerî da nufûsa Almanyayê ji 21 milyonî daketîye 13 milyonî. Hin bajarên Almanyayê wêran bûne, bazirganî rawestîyaye, birçîtî û nexweşîya belavbûnê gelek kesan kuştîye û di encamên wan felaketên mezin da ew ketîye nav rewşek ku Ewrupîyan bi çavê biçûkdîtinê li nejada (nîjada) alman nihêrtine. Bi gotineka dî ev felaket û malwêranî tenê li Almanyayê bûye semedê qirkirin û tunekirina 8 milyon însên.

Her çiqas Papa X. İnnocentius wê peymanê qebûl nekiribe û acizîya xwe nîşan dabe jî, bi wê peymanê ve êdî li Ewrupayê di şûna Xiristîyanîyê da Ewrupayîtî cîyê xwe girtîye. Bi tabîreka dî li Ewrupayê pêvajoya Laisizmê despêkirîye ku rêvebirîya dîn û dewletê ji hev cuda bûye, yanê şola dîn, ji rêvebirîya civatê dûr ketîye.

Martin Luther, di dîrokê da wek damezroxê Mezhebê Protestanîyê tê naskirin. M. Luther, laikîyê di sistema perwerdekirinê da parastîye û bûye rêbirê wê sistemê. Wî fêdeyên dibistanan (mekteban) baş parastîye û, “dibistanên baş darek e ku jibo hewildanên jîyanê yên baş, gul vedike, dema ew darana birizin (pûç bibin), rizandin di dîn da û di hemî şaxên sen´etê da jî tên meydanê” gotîye û wê fikrê parastîye ku mekteb û xwendin di jîyana sivil da çavkanîyên ronahîyê ne.

  1. Luther, di 31ê oktobra 1517an da nivîsekî wek belavokek li ser Derîyê Kilîseya Wittenbergê dixe û fikrên xwe di çarçoveyeka 95 maddeyan da rêz dike û bi vî awayî ev nivîsa protestoyê dibe semedê despêka Reforma Protestanîyê û ev ji alîyê Papayê Romayê ve nayê qebûlkirin û Luther tê afarozkirin. Bi vê hewildana Luther, li Almanyayê dubendîtî despêdike. Yên li dijî Luthernizmê ne û yên bi Luthernizmê ra ne, civat dibe du parçe. Ev parçebûn di nav civata alman da hem dibe semedê şerê gundîyan û hem jî yê şovalyeyan ku di navbera 1522- 1525an da rûdane.

Di 25ê îlona 1555an da Peymana Aştîyê ya Augsburgê çêbû ku li bajarê Augsburgê yê Almanyayê bû.  Bi vê peymanê, Mezhebê Protestanî ji Mezhebê Katolikîyê cîyê bû. Ev peyman di navbera  Împaratorê Romayê Muqaddes Charles V. û Liga Schmalkaldik da çêbû. Bi vî awayî dawî li Şerê Schmalkaldik hat ku di navbera  Fransayê û Romayê da qewimîbû. Îmkana hilbijartina Mezhebên Katolikî û Protestanîyê jibo Prensên Alman çêbû. Wekî dî, mafê her malbatî hebû ku eger Protestanîyê hilbijêre û bixwaze dikare here herêmêk cîwar bibe.

Protestanî li Almanyê, Swisrê, Danimarkê, Fransê û kenarên Baltikê xurt bû û li wan deran dest danîn ser mal û mulkên Kilîseyên Katolik. Di van encaman da li Fransê Mezhebê Calvinizmê, li Îngilterê jî Mezhebê Anglikanizmê (têkilhevîya Katolikî û Protestanî) ava bûn.

Di demên hewildanên reformê da Polonya û Litvanya ji alîyê Rusyayê ve hatine wêrankirin. Li Spanyayê jî ji alîyek ve şerê dînî û di alîyê dî da jî li dijî Katalonya û Portekizê şer hatîye domandin. Her weha li Îngilistanê jî şerê dînî û yê dijî Skoçya û Îrlandayê digel hev hatine domandin. Ev şer tesîra xwe di 1625- 1629an da li Danimarkayê jî nîşan daye; gelek Protestan hatine kuştin. Di 1635- 1648an da Fransayê li dijî Spanyayê jî şer kirîye û piştgirîya Swedê jî girtîye û xisareke mezin gihaye Spanyayê. Dema Almanyayê  bilîyê şerê navxwe bûye, di heman deman da li dijî Hollanda, Fransa, Danimarka û Swed jî têkoşînê domandîye.

Berîya Bizava Reformê, Avusturya dewleteka xurt û mezin bû ku wek împarator dihat binavkirin; piştî şerê dînî ew bû dewleteka biçûk. Serhildêran ku li Bohemyayê (ew girêdayê Avusturya bû) ketin nav hewildanan da ku qiral ji ser text dûr bixin; wan di 1619an da bajarê Wîyanayê wêran kirin û xwestin ku Prensekî Kalvinist bînin ser text, lê ordîya Bohemyayê li nêzîkê Pragê têkçûneke mezin xwar. Gelek Bohemîyê asilzade hatin dardakirin, Kalvinist ji herêmê hatin dûrxistin û civata çekî bê serok ma.

Wek min li jor bi kurtî raxist pêşberî we hêjayan, di encamên Reformê da guhartinên bingehîn çêbûn ku mirov dikare wan bi kurtî weha rêz bike:

Li Ewrupayê yekîtîya mezhebî xirab bû. Digel mezhebên sereke yên mezin Katolik û Otodoksê, mezhebeke mezin Protestanî jî çêbû, lê digel wê, mezhebên Kalvenizm û Anglikanizm jî çêbûn. Lê di navbera mezheban da şerên dînî jî despêkir. Kilîseyan û zilamên wan (keşe û wd) tesîrên xwe yên li ser civatê û rêvebirîya welat wenda kirin.

Di Serdema Ortê da li Ewrupayê li ser navê kliseyê Papa, rê nîşanê qiralan didan, tacê didan serê wan û rasterast hukum li ser wan dikirin. Papa, di encamên reformê da, qudreta xwe wenda kirin ku ev jî bû asteng li pêşîya Seferên Xaçparêzan. Kilîseya Katolik mecbûr maye ku xwe biguherîne û ji nûve reorganize bike. Sistema perwerdekirinê ji kilîseyê hatiye standin û sistemeke laik hatiye avakirin. Welatên ku ji Kilîseya Katolikê dûr ketin; li wan deran dest danîn ser mal û erdên kilîseyan. Welatên ku Kilîseyên Katolik lê bûn, li ser navê têkoşîna li dijî mezheban Dadgehên Engizisyonê hatin çêkirin. Qral û Prensên Protestanî, bûn hakimên dînî.

Ji ber bizava reformê li Ewrupayê, xisar giha siyasetê û di encamê da împaratorê Alman Şarlken nikaribû Seferê Xaçparêzîyê bibe ser osmanîyan. Şarlken, di 1529an da Meclisa (Dîyet) xwe dicivîne û biryar digire ku destûrê didin Mezhebê Protestanîyê (Luthernizmê), lê tenê cîyê ku lê belav bûye; destûr nayê dayîn ku ew mezheb li cîyên dî belav bibe. Li hemberî wê biryarê, prensên ku Lutherizmê parastine, wê biryarê protesto kirine ku gotina protestanî jî ji wê derê peyda bûye.

Wek me li jor bi xetên qalind dît; di serdema ortê da li Ewrupayê gelek serhildan û berxwedanên gelêrî li hemberî kilîseyan çêbûne. Wek mînak; li Lyonê (Fransa) palanên keran xistine stûyê keşeyan (keşîşan) û xaçan jî xistine stûyê keran, bi hezaran keşîş hatine kuştin û di encamê da li seranserê Ewrupayê Bizava Reformê û Ronesansê pêk hatine û hêdî hêdî bandor û hakimîyeta kilîseyê ji ser rêvebirîya civatê rabûye.

Di seferên Xaçparêzan da ji herêma Rihayê heta Antakyayê şovalyeyan ji birçîbûnê, zarûkan kuştine, goştên wan pejirandine û xwarine. Bê guman ew zarûk, ne tenê zarûkên musulmanan bûne, digel wan ên xiristîyanan jî hebûne. Şovalyên Vatikanê jî li Ewrupa Rojhilat bi saya serê pêkanîna qetlîaman, dînê xiristîyanîyê belav kirine û xurt kirine. Ev hovîtî, di hemî dînan da weha bûye û ev rastîyeka tal a li ber çavan e.

Hewildan û guhartinên weha mezin û girîng di nav civata musulman da çênebûne û loma hukmê camîyan ango bi gotineka dî hukmê dînê îslamê li ser civatê ranebûye û ev heta îro di alema îslamê da hatîye domandin. Loma îro di 57 welatên musulman (1,5 milyar nufûs) da demokrasi tune ye û eger welê here, dê yek welatek musulman nikaribe bibe welateke demokrat û dê gelên wan deran jî nebin gelên azad û wekhevî jî di nav wan civatan da dê  çênebe.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir