Li Efrînê nivîsgehên giliyan hatin vekirin

Hate ragihandin ku li navçeya Mabeta û Bilbilê yên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê nivîsgehek ji bo pêşkêkirina giliyan hate vekirin ku ji sala 2018an ve di bin kontrola komên çekdarên girêdayî Tirkiyê de bû û gelek binpêkirin lê hatibûn kirin.

Hate diyarkirin ku rêveberiya ewlekariya Giştî ya hikûmeta demkî ya Sûriyê, cara yekem nivîsgehek ji bo tomarkirin û pêşkêşkirina giliyan li navenda navçeya Mabeta vekir.

Li gorî jêderan, nivîsgeha ji saet 9ê sibehê heta 3yê êvarê, pêşwazî li welatiyan dike û mebesta wê nivîsgehê rawestandina binpêkirinan û vegerandina mafan e.

Ewlekariya giştî hejmarek ji bo welatiyan terxan kiriye, û gotiye her kesek dikare peywendiyê bike û hemahengiyê bike.

Beriya Mabetayê li navçeya Bilbilê jî nivîsgehek ji bo tomarkirin û pêşkêşkirina giliyan hatibû vekirin.

Hêjayî gotinê ye, 15ê mehê Serokê Sûriyê Ehmed Şera yekem car serdana Efrînê kiribû û li gel kesayet û rûspiyên herêmê civiyabû. Şera gotibû, ew ê nivîsgehan ji bo pêşkêkirina giliyan li Efrînê vekin. (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *