Li Efrînê gundekî Kurdan hat talankirin

Komeke çekdar û Erebên hawirde li gundekî li navçeya Cindirêsê ya Efrînê malên xelkê talan kirin.

Hêzên Ewlehiya Giştî yên Hikûmeta Şamê jî dibêje ku ew çekdar ne ser bi Wezareta Karên Navxwe ve ne.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku êvara yekşemê li gundê Bozîkê yê Cindirêsê komeke ji kesên rûpoş ên ji Erebên hawirde, bi navê Hêzên Ewlehiya Giştî û bi hinceta lêgerîna li kesên ku tên xwestin bi ser malên gundiyan de girtiye.

Li gorî heman çavkaniyê, bi dehan çekdarên rûpoş gundî neçar kirin ku ji malên xwe derkevin.

Piştî ku çekdar ji gund derketin û gundî vegeriyan malên xwe, wan dît ku malên wan hatine talankirin.

Zêr, pere û gelek kelûpelên wan hatibûn dizîn. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *