Li Dihokê Festîvala Hespsiwariyê bi rê ve çû

Li bajarokê Şeladizêyê yê navçeya Amêdiyê ya Dihokê cara yekem Festîvala Hespsiwariyê hat lidarxistin.

Di festîvala ku 44 siwarên herêmê beşdar bûn de hem pêşbirka hespan hat lidarxistin û hem jî hespê herî baş hat hilbijartin.

1emîn Festîvala Hespsiwariyê ya ku li Şeladizeyê hat lidarxistin bala xelkê kişand.

Di festîvalê de pêşbirkên curbecur hatin lidarxistin û 44 siwarên herêma Behdînanê tê de beşdar bûn.

Serbest Şukriyê ku di pêşbirkê de bû yekemîn got:

“Ez dixwazim her sal festîvalên bi vî rengî bên lidarxistin.

Ez bi hevalên xwe re beşdar bûm û ez pir kêfxweş bûm ku ez bûm yekem.”

Xwediyê du hespan Cîgir Seîd jî diyar kir ku ew dixwazin di salên pêş de li seranserî Behdînanê çalakiyên bi vî rengî zêdetir bibin.

Cîgir Seîd da zanîn ku hesp û siwarên bi hêz li herêmê hene ku dikarin beşdarî tûrnûvayên navneteweyî jî bibin.

Yek ji endamên komîteya amadekar a festîvalê Bêwar Çamtî jî anî ziman:

“Kesên li vir dijîn û ciwanan ev yek dixwest. Me hem ji bo Şeladizeyê û hem jî ji bo mêvanên xwe festîval li dar xist.

Me pêşniyar kir ku ev yek bibe kevneşopî û li herêmê pêşbaziyên cuda jî werin lidarxistin.”

Nêzîkî 200 kesan ji bo beşdariya festîvalê serlêdan kirin lê di nav wan de 44 kes hatin hilbijartin.

Rûdaw

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *