Li Dersîmê du guhertinên girîng û dîrokî…

Îbrahîm GUÇLU (ibrahimguclu21@gmail.com)

Kurdistan welatê kurdan û dilê neteweya kurd e. Her bostek erdê Kurdistanê gelek hêja û qedirbilind e. Lewma jî hemû bajarên, herêmên, gundên, çiya û zozanên, cem û mergên Kurdistanê hêja û qedirbilind in.

Dersîm jî bajarê Kurdistanê yê bi navûdeng e. Lewra li Dersîmê qirkirin û qetlîama Dewleta Kemalîst pêk hat. Çemê Mûnzûr hîn xwîn diherike. Li çiya û baniyên Dersîmê û giyayên Dersîmê taziyê didomîne. Keç û jinên Dersîmê ken bîra kirin. Hîn jî nakenin.

Ew bajarê Serokê Kurdistanê Şehîdê Mezin Seyîd Riza ye.Ew kesê ku salên wî hatin biçûk kirin û hat îdam kirin.

Ew bajara dema ku Seyîd Riza bê îdam kirin, ji barbaran daxwaz kir ku kurên wî yên temen biçûk temenê wî hat mezin kirin û di derhaqê wî de biryara îdamê dabûn, beriya wî îdam bibe. Ji bona ku êşkence ne însanî û barbar ya dagirkerî, xwestin ku Seyîd Riza zêdetir êş bibîne, hatiye îdam kirin.

Barbar û dagirkeran li bajarê me Dersîmê hem qirkirin û qetlîam çêkirin, hem jî ji aliyê çand û fikir de jahr barandin bajarê me yê hêja û qedir bilind. Dersîmî hatin wî fikrî ku ji qetîlên xwe hez bikin û ji wan re piştgirî bikin.

LI DERSÎMÊ GUHERTINA SEROKATIYA ŞAREDARÎ Û ÇÎROKA NÛ…

Lewma jî piştî demeke dîrokî Dersîmî û kurd mecbûr bûn ku piştgiriya partiya kemalîstan û Ataturk CHPê bikin.

Bi deh salan jî vê retorige domand. Serokşeradarî û mebûsên Dersîmê ji CHPê hatin hilbijartin.

Di van salên dawî de guhertinek çê bû. Du grûbên Kemalîst CHP U PKKê di nav xwe de Dersîm parve kirin. Li Dersîmê du-sê deman PKKê serokatiya şaredariya Dersîmê kir.

Lê di Hilbijartina 31ê Adara 2019an de li Dersîmê guhertineke esasî bû. PKKê şaredariya Dersîmê wenda kir. Li tu qezeyên Dersîmê jî serokşaredarî qezenç nekir. CHPê jî serokşaredarî qezenç nekir. Bes CHPê û Ak Partiyê li qezeyên Dersîmê serokşaredarî qezenç kirin. Serokşaradariya Dersîmê Partiya Komunîst ya Tirkiyeyê (PKT) Fatîh Malkoçoglu qexenç kir.

Gor baweriya min ev guhertina gelek girîng bû û çîrokeke nû nivîsand.

Fatîh Malkoçoglu li hemberî tehdîtên kûştinê yê PKKê jî serokşaredarî qezenç kir.

Li Dersîmê derket holê ku gelê Dersîmê guhertinneke siyasî dixwaze. Di vê merheleyê de PKT bersîv vê guhertinê da. Rastirir bûyer ew e ku Malkoçoglu bersîva guhertinxwaziya gel da.. Lê diyar e ku bajarê Dersîmmê û hemû bajarên Kurdistanê li hêviya guhertineke milî ya Kurdistanê ne.

Lewma jî wek gelek kesan nabêjim ku li Dersîmê komunîzmê qezenç kir. Li Dersîmê sosyolojiya nû ya Dersîmê guhertin çêkir.

Li Dersîmê çîrokeke nû hat nivîsandin.

LI DERSÎMÊ GUHERTINA NAVÊ BAJÊR Û ÇÎROKA DUYEMÎN YA NÛ…

Dewleta Kemalîst piştî ku ava bû, hebûna neteweya kurd tune qebûl kir. Lewma jî, bi îşgalkirina Kurdistanê dest bi xebata xwe ya kolonyalîst kir. Ji bona ku hemû hêjayiyên milî yên neteweya kurd û Kurdistanê ji holê rabin, xebat kir û stratejiyên gelek qirêj meşand.

Navê welatê me kurdistanê qedexe kir. Ji neteweya kurd qal kirin qedexe kir. Kî/kê dema ku ji Kurdistanê û ji neteweya kurd qal kir, êşkence kir, hepis kir, darizand ciza kir.

Wê demê hêjayiyên Kurdistanê, ziman, çand, dîrok a kurd, ala Kurdistanê qal kirin jî qedexe bû.

Ji bona serxwebûn û hêjayiyên milî yên kurd xebat kirin, bi qirkirinê encam da.

Dema ku dewleta Tirk ev siyaseta barbar û hovane meşand, navên bajar, gund, zozan, çem, çiyayên Kurdistanê jî guhert.

Guhertina navê Dersîmê, guhertineke gelek sembol bû ji bona Kurdistanê û neteweya kurd.

Dewleta Kolonyalîst ya Tirk navê bajarê me ya hêja û xwediyê xwezayike xweş Dersîmê guhert, navê Dersîmê kirin “TUNÇELΔ. Navekî wusa dan Dersîmê ku ji kurdan re gotin ku “tu wext zilûm û zorbatiya me bîra nekin. Dema ku hûn serê xwe hildin û li hemberî me tevbigerin, emê serê we bi destê TUNÇ/HESIN parçe bikin û biperçiqînin.

Lewma di têkoşîna neteweya Bakûrê Kurdistanê de guhertina navên kurd û Kurdistanê jî her dem bûn aramanc. Desthilatdarên dewletê di dema OZAL û Hikûmeta ANAPê de qala guhertina navên kurd û Kurdistanê kirin, lê ev pêk neanînin. Hikûmeta AK Partiyê jî qal kir, wê jî guhertin çê kirin.

Serokjwezîr R.T. Edogan qirkirina Dersîmê jî îtiraf kir. Heta got ku divê navê “Tunçelî” bê guhertin bibe “Dersîm”.. Lê ev soza xwe neanî cî.

Li Dersîmê piştî hilbijartinên herêmî (31.03.21019), serokatiya şaredariyê hat guhertin. Gor baweriya min reform û guhertineke bingehî pêk hat.

Piştî hilbijartinê Meclîsa Dersîmê di bin serokatiya Fatîh Malkoçoğlu de civiya, biryar da ku navê Dersîmê ya dewletê biguherîmne û bike “Dersîm”.

Ev li Dersîmê guhertineke bingehî û çîrokeke nû û dîrokî nivîsandin bû.

Ev biryara ji bona kurdan bû biryareke dîrokî û kêfxweşî ye. Lewma jî bi sed hezaran kesan di medyay civakî de piştgiriya xwe ji şaredariya Dersîmê re nîşan da.

NÎJADPERESTÊN TIRK YÊN SIWÎL Û DEWLETÎ DÎN BÛN..

Hezar mixabin nîjadperestên sivîl û dewletı li dijî biryarê derketin. Bi taybetî jî nîjadperestên Ataturkparêz dîn bûn.

Ji bona kû biryara şaredariya Dersîmê ji holê rabe serî li dadgehê û perezgehê dan.

Di encamê de dadgehê û parezgehê ev biryara da rawestandin.

Wezîrê Karên Hûndir jî di derbarê biryarê de derheqê serokê Dersîmê lêpirsîn vekir.

DIVÊ HELWESTA ATATURKPARÊZAN DERHEQA DERSÎMÊ DE JI KURDAN RE BIBE DERS…

Piştî biryara şaredariya Dersîmê carek din diyar bû ku ataturparêz çiqas zêde dijminên neteweya kurd û hêjayiyên milî yên Kurdistanê ne.

Lewma divê ev helwesta ataturparêzan ji bona kurdan û bi taybetî jî ji bona xwişk û birayên me yên Dersîmî re bibe ders. Lewra tê zanîn ku ataturkparêzî li Dersîmê xurt e.

KARÊ KU PKK-Ê NIKARÎ BIKE SEROKÊ KOMUNÎST PÊK ANÎ…

Li Dersîmê demekî dirêj CHPê û PKKê serokatiya şaredariyê meşandin. Hîç şik tune ye ku guhertina navê Dersîmê ji aliyê berpirsiyarên qirkirina Dersîmê CHPê nayê payin. Lê PKKê jî ji bona ku navê “Tunçelî” bibe “Dersîm xebat” nekir û hewil neda.

Ev jî zehniyeta PKKê diyar dike ku ew çiqas nêzikî CHPê ye.

Lewma guhertina navê Dersîmê PKKê gelek eciz kir.

Tê zanîn ku beriya hilbijartinê jî PKKê Fatîh MNalkoç oğlu tehdît kir ku dest ji namzetiya şarderaiyê berde. Wî dest ji namzetiyê berneda. Wî şexsiyeta xwe parast. Gelê Dersîmê jî, ji wî re xwedî derket, wî serokatiya şaredariyê qezenç kir.

Amed, 06. 06. 2019

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *