Li civîna Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, şerê li Rojavayê Kurdistanê bû yek ji rojeva sereke.
Bûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê, Geir Pedersen, û Nûnera Amerîkayê, Dorothy Shea, diyar kirin ku pevçûnên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar yên bi ser Tirkiyeyê dibe sedema mirina sivîlan û şerê li dijî DAIŞê asteng dike.
Pedersen bang li Amerîka, Tirkiye, û hevkarên herêmî kir ku bi hev re li ser peymanên rasteqîn bidin ber xwe ku aştiyê û aramiyê li Rojavayê Kurdistanê pêk bînin.
Wî tekez kir ku girîng e ku pêşî li pevçûnên nû yên li Sûriyeyê bê girtin, ji ber bandoreke xerab li ser sivîlan, aborî, pêvajoya hikûmeta demkîû ewlehiya navdewletî dike.
Joyce Msuya, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji Karûbarên Mirovî, ragihand ku li Minbicê ji ber êrîşên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) ku Tirkiye piştgiriya wê dike, zêdetirî 25 hezar kes koçber bûn û bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest daye. Pevçûnên li bendava Tişrînê jî xebatên çaksaziyê asteng kirine, bi vê yekê xelk ji av û elektrîkê bêpar hiştine.
Vasily Nebenzya, Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê, diyar kir ku pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê hê jî nehatiye çareserkirin.
Nûnerên Yewnanistan, Danîmarka, û Fransayê jî li ser parastina mafên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê sekinîn, bang kirin ku mafên wan bên parastin. (PK)