Li Bruksel li pêş Parlamentoya Ewropa Xwepêşandan -Video

Jî herçar parçeyên  Kurdîstanê miletê me îroj ,di bin Ala Kurdîstanê de u bi diruşmên netewî biştevanîya xwe jibo miletê me ê Rojavayê Kurdîstanê nîşan da .

Xwepêşandan bi sirûda:

“EY REQÎP” destpêkir.

Bi durişmên “Kî ne Em? Kurd in Em!”

“Yeke-Yek e; Miletê Kurd yek e!”

Û durişmên netewî berdewam kir!..

Meydana Luxemburg ku li pêşberî Parlamenta Ewrope ye, meydan bi Alên Kurdîstanê hat xemilandin! Gelek Parlementer û karmendên Parlamento jî bi dostanî tevlī nav gel bûn û çend kesan ji wan axifînên piştgiriyê pêşkêş kirin û hestên xwe parvekirin û piştgirîya xwe, jibo doza miletê Kurd a rewa diyar kirin.

Ji Fransa û Belçîka/Bruksel endamên Partiya Welatparêzên Kurdistan (PWK) beşdarî vê çalakiyê bûn.

Netewe/Rûpela Nû

Ahmet Alan

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *