Kurdistanê û Kurdistaniyan qezenç kir, dijminên Kurdistanê wenda kir…

Îbrahîm GUÇLU 

Li Dewleta Federal ya Iraqê, roja 10.10.2021an hilbijartina giştî hat li dar xistin. Her çiqas hîn encamên fermî nehatibin diyar kirin jî, ne fermî encama hilbijartinê diyar bû û tablo ber bi zelalbûnê ve diçe.  Ji bona ku li hin deveran îtiraz hene, ku ew jî gor agahdarîyên min girtine, di 2500 sendûqan de pirsgirêk derketine. Jinûve deng tên hêjmartin. Gor encamên nefermî PDKê 32 parlamenter qezenç kiriye. Di encama hêjmartina sendoqên nû de, dûr nîne ku PDKê 2-3 parlamenteran zêde bike. Ew jî tiştekî gelek girîng e.

PDKê li Duhokê parlamenterekî xwe zêde kir.

Hilbijartina Dewleta Federal ya Iraqê, piştî gelek zehmetîyan pêk hat. Tirsek hebû ku di hilbijartinan de çalakîyên terorîstî pêk bên. Loma jî, li Iraqê û Kurtdistanê emnîyet û tedbîrên gelek xurt yên taybet hatin girtin. Di hilbijartinê de nebûna çalakîyên terorîst, bû sedem ku hilbijartin di aramîyê de bidomîne û encam bide.

Vê yekê jî derxist holê ku li Iraqê, li alî Ereban jî çanda demokratîk dê pêş bikeve.

Li Kurdistanê bûyerên mezin nedihatin payin. Lewra li Kurdistanê, pêvajoya avakirina demokrasiyê û darxistina hilbijartinan kevn e. Her hilbijartinek jî li Kurdistanê wek festîvala demokrasiyê derbas bûye. Ev hilbijartina jî li Kurdistanê di wê dîmen û atmosferê de derbas bû. Bes li aliyê Sileymaniyê û Helebçeyê YNKê du bûyerên nexweş li hemberî PDKê li dar xist. Bedêla wan êrişên biçûk jî, ji bona wan gelek giran bû.

Di hilbijartinê de gelek berpirsiyarên Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewrûpayê wek çavdêr beşdar bûn. Di dawîya hilbijartinê de kêfxweş bûn. Sipasîya xwe ji berpirsiyarên Dewleta Federal ya Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê û Komîsyona bilind ya Hilbijartinê re diyar kirin.

Di hilbijartinê du pirsgirêkên mezin çêbûn. Yek pirsgirêk, ereb li herêmên xwe gelek kêm beşdarî hilbijartinê bûn. Li Kurdistanê beşdarî ji herêmên ereban zêdetir bu. Lê li Kurdistanê jî gorî hilbijartina bihûrî kêm beşdarî çêbû. Ev ji bona partiyan pirsgirêkekî, mezin e. Divê PDKê bi taybet li ser vê mijarê raweste. Ev kêmasî û pirsgirêka hatiye rojevê di hilbijartina Kurdistanê de ji holê rake.

Pirsgirêke din ya mezin jî ew bû ku beşek berpirsiyarên dewleta Federal ya Iraqê bi plan xwestin ku dengên kurdan kêm nîşan bidin. Di vê planê de, bi tevayî serkeftinek nebû. Lê diyar e ku zirarek biçûk be jî, da dengdarên Kurdistanê.

Piştî hilbijartinê ji bona ku İranê, Haşdî Şabî û PKKê, partiyên piştgirên İranê YNK û yên din, Haşdî Şabî ne rehetiya xwe li dijî encamên hilbijartinê diyar kir. Encamên hilbijartinê ne rewa îlan kir. Got ku di hilbijartinê de hîlebazî çêbûne. Loma jî divê encama hilbijartinê nayê pejirandin. Hîç şik tune ye ku qezenca Beni Sadir, zêdetir Îranê û Haşdî Şabî ditirsîne. Lewra partiya Beni Sadir dibêje ku ew hêzên ne yasayî dê wan ji Iraqê derxine. Ew ji bona pkkê jî hîç şik tune ye derbeyeke mezin e. 

Di destpêkê de ez dikarim gelek bi rehetî bibêjim ku rihê serxwebûnê û refêrandûmê qezenç kir. Kurdistanê û Kurdistaniyan qezenç kir. PDKê li Kurdistanê û cîwarên Kurdistanî bû partiya yekem û qezenceke mezin bi dest xist û piştgirîyeke xûrt ya gel girt, dengekî mezin anî. 

Dijminên Kurd û Kurdistanê Îranê, PKK, Haşdî Şabî bi awayekî gelek xûrt wenda kir. Gelê me derseke mezin li Kurdistanê û li hemû deverên Kurdistanî, li Kerkukê, li Sileymaniyê, li Misûlê, li Şengalê da Îran, Haşdî Şabî û PKKê. Bi taybetî jî derseke mezin da PKKê. Lewra namzetên PKKê bi tevayî 1000 deng girtin. Li Şengalê derket holê ku PKK zûlumkar, bîyanî, terorîst, dagirker e. Lewra PKK û Haşdî Şabi, li Şengalê kotekek mezin xwarin. Li wir jî nikarîn parlamenteran derxin. PKKê digot ku “min Şengal rizgarkiriye” derket holê ku ev dereweke mezin ya PKKê ye. Ev rastîya dihat zanîn. Lê Kurdistaniyan û gelê me yên Êzîdî, bi dengên derxist holê ku PKKê derewîn e. Ji PKKê re got ku “te li me zilûm kir. Loma jî me deng neda te. Tu rêxistineke biyanî, dagirker, terorîst î, tu zarokên me direvînî, tu pêşmergeyên me dikûjî, tu ji gundiyên me xerac digrî, divê tu ji Şengalê derkevî”.

Ji Hikûmeta Federal û Kurdistanê re jî got ku “berîya vê salekê, we peyman çêkir ku hûn Haşdî Şabî û PKKê ji Şengalê derxin. We nikarî derxin, lê me bi dengên xwe ew rezîl û riswa kirin. Ne rewabûna wan derxiste holê.

YNK û Goran ji bona ku ji xeta neteweyî dûr ketin, li hemberî Dewleta Federe ya Kurdistanê vatiniyên xwe pêk neanîn, bi Îranê re bûn heval, bûn sedem ku Kerkûk dagir bibe, li dijî destwerdan PKK û Haşdî Şabî derneketin, ji rewşa Şengalê re çavên xwe girtin, di dagirkirina Kerkûkê de xwedîyê roleke girîng bûn, dixwazin ku Sileymaniyê ji Kurdistanê veqetînin, wenda kirin.

Goranê qet parlamenter dernexist. Piştî  encama xirab, berpirsiyarên Goranê dest ji kar berdan. Ev helwesta helwesteke gelek lîberal û demokrat e. Ez wan pîroz dikim.

Qezençkirin û yekembûna PDKê, vatinîyên gelek mezin û girîng û dîrokî û neteweyî da ser milên wê.

1-Cîbicîkirina federalî ji bona Iraqê û Kurdistanê gelek girîng e. Loma ji bona ku PDKê avakar û mûcîdê federalî ye, divê di vê mijarê de xebata xwe pêş bixe.

2-Bi xurtî parastina Dewleta Federe ya Kurdistanê. Loma jî divê rêxistinên wek PKK û Haşdî Şabî yên çekdar, terorîst, ne yasayî, mirovkûj, dagirker, xulamên dewletên dagirker, şerfiroş ji Kurdistanê bên dûrxistin û derxistin.

3-Encamên refêrandûma serxwebûna Kurdistanê, divê gav bi gav ji bona pêk bên xebat bê kirin, plan û proje ji bona ev mijara stratrejîk çê bibe.

4-Herêmên Kurdistanî û di serî de jî dilê Kurdistanê Kerkûk ji bona ku vegere desthilatdariya Dewleta Federe ya Kurdistanê, divê her şert bên çêkirin û hewleke taybet û stratejîk bê meşandin.

5-Divê sîstema federal ji nûve bê avakirin.

6-Pêwendîyên ereb û kurdan û du hikûmetan divê jinûve ji çav bê daerbas kirin û jinûve formateke hiqûqî qezenç bike.

7-Divê ji bona ku di dewleta federal de demokrasî pêş bikeve, divê pêşengî bike.

Heger hilbijartin, bi vê encamê dawî lê nehata, li Iraqê qeyraneke mezin çêdibû. Tevlîhevîyeke mezin dihat rojevê: Şer diqewimî.

Diyarbekîr, 15. 10. 2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *