Cano AMEDÎ
Li hemberî êrîş û komkujiyên ku li Îran û Sûriyeyê, li dijî gelê Kurd tên kirin, em dibînin ku di çapemeniya Kurdî û medyaya civakî de weke “propagandaya Kurd a bi Kurd re” bi şêweyekî “çalak” berdewam dike. Hema bêje mîna ku tûjiya kêra li ser qirika qurbanî û gava kujerê muhtemel wê çi bike tê nîqaşkirin, ev jî helwesteke dûrî berpirsyariya neteweyî ye! Divê baş bê zanîn ku îro ne roja dijîtîya hev û sîyaseta hevdû astengîyê ye. Îro ne roja sûdwergirtina ji propagandaya reş e!
Îro, roj roja li hemberî komkujiyên ku li Îran û Sûriyeyê tên kirin helwesta rawestinek milî ye. Îro bi hişmendî û karaktera neteweyî, roja têkoşîna Kurdewarî ya li dijî dijminên mirovahiyê ne! Îro roj, ew roje ku li Dîasporayê bi ruhekî seferberiya neteweyî, li dijî dijminên Kurdan raya giştî seferber bibe û bikeve nav tevgerekî aktif. Divê zûtirîn dem, bi helwestek neteweyî li ser navendên hêzên navneteweyî zext pêk bînin û encam bigirin. Roj ne ew e ku li ser medyaya civakî bi peyamên şermezarkirinê û piştgiriyê em xwe bi teseliyeke rojane û hestiyarî nexapînin. Ev helwestên bi vî rengî ji teselîyê wêdetir naçe!
Werin em bi hev re, bi ruhê hişmendiya neteweyî û li ser bingeha rastiya Kurd û Kurdistanê sekneke Kurdî nîşan bidin! Werin, em wê perdeya xapînok a li ser lîstika ku jê re dibêjin “pêvajo”, bi hev re bavêjin sergoyê dîrokê. Werin em bi ruhê piştgiriya neteweyî, li ser bingeha têkoşîna neteweyî wan qeydên dixwazin bixin stuyê me bi hev re bişkînin û bejin: “Keyxan tazî ye!”
Li gorî geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û agahiyên ku gihîştine raya giştî, bi taybetî serjimara Kurd a li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê, di bin dorpêç û gefên giran de, bi êrîşên dijwar re rûbirû ye. Ji destpêka sala 2026 an vir de, bi çekên giran êrîşên hovane li ser avahiyên sivîl û niştîcîhên Kurd tên meşandin. Di encama êrîşan de xelkê sivîl bi karesetek mezin re rûbirû maye. Dijmînên Miletê Kurd, di bin pêşengiya HTŞ, DAÎŞ û SMO yê de ku piranîya wan koman jî girêdayî Tirkiyeyê ne, diyar e ku wê di encama wan êrîşan de, cardin rûbirûbûna miletê Kurd ku bi windahiyên sivîl û karesateke mirovî re ne dûr e!
Ji ber vê yekê, civaka Kurd li hemberî vê rewşê, di qadên civakî, siyasî û dîplomatîk de hewcedarîyek bi polîtîkayek stratejik a neteweyî heye û divê ev yek jî, rojekî zûtirîn bi şêweyek lezgînî bikeve rojevê û bicîh bê. Bêguman geşedanên li ROJHILAT û ROJAVA diqewimin wê rê li ber hewldan û xebatên hevkarîyên cuda veke û dikare bibe bingeha tevgerek neteweyî ya Dîaspora. Ev hewldan dikare li seranserê Ewropa dîasporek milî û bihêz jî bi xwe re bîne.
Gefa êrîşê ya ku îro li Helebê li dijî gelê Kurd tê meşandin, di derbarê sibê de daneyên/wêneyên cidî pêşkêşî me dike. Ji ber vê yekê, refleksên neteweyî û piştgiriya raya giştî girîng e. Pêşxistin û meşandina vê sîyasetê girêdayî veguherandina nerînên îdeolojîk û berjewendîyên partîperestîyê ye. Ji bo stratejiyek neteweyî ya Dîaspora jî, divê hemû hewldan di bin Ala û sembolên neteweyî de pêkbên û li ser bingeha berjewendîyên milî tevbigerin. Ji bo avakirana hêzeke sereke pêwîstî bi vê hişmendîyê heye ku dikare tenê bi hestê berpirsyarî û erkê neteweyî pêk bê.
Bajarê Helebê ku di dîrokê de bûye navenda berxwedan, bazirganî û jiyana civakî; ya ku bûye sembola dadperweriya civakî ya Selahedînê Eyûbî, îro di bin dorpêçkirina dijminên mirovahiyê de ye! Ev rewşa hanê ji bo mirovahiyê şermek mezin e. Îro êrîşên dijwar ên li ser taxên Kurdan, (Şêx Meqsûd û Eşrefiyê) rîskên hebûn û tunebûnê li xwe digire. Divê em vê rastîyê jibîr nekin û her tim li ber çav bigirin.
Alîyên sîyasî yên Kurd, divê baş bizanibin, baş bibinin û baş bixwînin ku îro li Sûriyeyê hevsengiyên hêzan zû diguherin. Aktorên navneteweyî şirîkên xwe yên wekaletî bi lez diguherînin. Dewletên herêmê li dijî miletê Kurd, bi tifaqên dijberîyê, bi polîtîkayên tunekirinê û bi stratejiyên cidî tevdigerin. Dewletên serdest û hevkarên wan ku herêmê di nav xwe de par dikin, hewl didin ku qadê ji hêzên selefî û cîhadîstan re firehtir bikin û rê ji wan re vekin. Di vê pêvajoyê de, rastiya “jiyana xweser” ku weke “defakto” bûye tercih niha hedefa dewletên herêmê û hêzên paramîlîter ên “cîhadîst” e! Ev êrîşên hanê ne tenê operasyonên leşkerî ne; di heman demê de hewildanên tasfiyekirina siyasî û qirkirinê ye ku bi armanca guhertina demografiya herêmê tê meşandin. Rêya dîtina vê rastiyê û sekinandina li ber wê jî, di avakirina xeteke neteweyî û siyasî re derbas dibe. Ev jî bi sîyasetek milî û stratejik pêkan e.
Mixabin berpirsên duh û yên îro ku “aqilê Kurd” dîl girtine, heman kes in ku di destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê de van rojên hanê nedidîtin û rê li ber sekneke Kurdewarî asê kirin. Bi dîtina min, îro li qada Sûriyeyê aktorên Kurd ji bo destpeka hevkarîyek neteweyî divê gavên çêker bavêjin, Ji bo dînamîkên navxweyî li ser bingeha daxwazên neteweyî û statuyek sîyasî û erdnîgarî divê bi hevre kar bikin, rê û rebazên hiqûqa xebatê peyda bikin û bi hevre li dijî dagirkeran têbikoşin. Ji reng û siyaseta partîyan zêdetir divê hemû alîyên heyî bi hişmendîya siyasetek milî û bi sembolên milî tevbigerin, rê li ber destkeftîyên neteweyî xweştir bikin.
Di qada civakî de, li hemberî sîyaseta dewletên dagirker û êrîşên tunekirina miletê Kurd ku ji xwe re kirine armanc, em bi hestên netewî tevbigerin û rawestinek milî nişan bidin. Ji bo vê jî pêwîstî bi rêxistinkirina civakê heye. Ev jî li ser bingeha parastina neteweyî û bi nasnameya Kurdî, di bin statuyek siyasî, erdnîgarî û milî de bi beşdarbûna hemû pêkhatîyan pêkan e!
Îro rewşa ku miletê Kurd dijî, li ser me ferz dike ku pêwendîyên dewleta Tirk û hêzên cîhadist, bi raya giştî baş bidin fam kirin û metirsîyên hene raxin ber çavan. Di qada siyasî de jî divê pratîka têkilîyên HTŞ, DAÎŞ û çeteyên din ku bi dewleta Tirk re ne derxin holê. Di raya giştî ya navneteweyî de divê ev têkilî were eşkere kirin û rojev li ser bingeha “meşrûîyeta navneteweyî” were meşandin. Divê îdîayên “nermbûnê” yên van komên mîna DAÎŞê, bi gullebaranên li ser taxên Kurdan û bi rastiya komkujiyên sivîlan li ber çavê cîhanê bê nîşandan û were pûçkirin. Divê hêzên herêmî û navneteweyî baş bizanibin ku çareseriyeke bê Kurd li Sûriyeyê, wê ji bilî şerekî navxweyî yê mayînde tiştekî din neyne û wê rêyek nû jî dernexe holê! Ji bo guherandina vê pêvajoyê pêwîstî bi afirandina zemîna piştgiriya civakî ya bi nasnameya Kurdî û sekneke neteweyî, bi hevkarîyek milî heye. Rêya serkeftinê, bi bilindkirina ala têkoşîna neteweyî derbas dibe.
Di warê dîplomatîk de, divê rewşa Helebê ne wekî “pevçûneke” ji rêzê an hêsan bê nîşandan. Divê ev êrîşên hovane, wekî karesateke mirovî û hewildana paqijiya etnîkî, ji raya giştî ya cîhanê re bête gotin. Bi taybetî li Ewropa, Amerîka û li ber Neteweyên Yekbûyî, bi rêxistinkirî û li ser nasnameya Kurdî divê zext li ser saziyên navneteweyî were kirin ku ji bo Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê daxwaza lezgîn a “çavdêr û parastina navneteweyî” were ferzkirin. Hebûna HTŞ, DAÎŞ û komên din ên cîhadîst di lîsteyên terorê yên navneteweyî de û tawanên wan ên li qadê divê werin raporkirin û bi cîhên alaqadar û paytextên dewletên rojavayî bête parvekirin. Divê serkeftin û têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ`ê, bibe bingehek da ku cîhan ji nû ve li hemberî komkujiyan ji nivde têkeve nava seferberiyeke dîplomatîk.
Ya herî girîng jî, Dîasporaya Kurd, li hemberî van êrîşan divê ji “temaşevanyê” derkeve û rola “eniyeke derve” ya herî dînamîk bigire ser xwe. Ji bo Dîasporayê, rê û rêbazên avakirina stratejiya çalakiyê ya bi nasnameya neteweyî divê di bin siya aqilê Kurd de were pêşxistin.
Em hemû dizanin ku di pêvajoyên wiha de şerê agahdarkirinê (enformasyon) ji bo piştgiriya raya giştî pir girîng e. Agahî û belgeyên ji qadê, dîmenên mirin û wêrankirina sivîlan divê bi zimanên cuda ji ajansên nûçeyan re werin şandin. Divê ew têgihiştina “rêveberiya sivîl-hikûmet” a ku HTŞ û DAÎŞ dixwazin ava bikin were şikandin û nasnameya wan a terorîst a rasteqîn were eşkere kirin.
Xaleke din jî, bi avakirina tora lobiyeke siyasî ya bihêz, divê her kes li welatê ku lê dijî, bi şêweyên cuda zextên sîyasî li parlamenter û nûnerên wezaretên derve bike da ku alîkarî û têkiliyên bi rêveberiya “nû” ya Sûriyeyê re were kirin, bi şertê “ewlehî û mafên Kurdan” ve were girêdan.
Li paytextên Ewropa, di çarçoveya hiqûq û qanûnan de, bêyî ku zirar bigehê raya giştî, divê rê û rêbazên çalakiyên afirîner, girseyî û domdar ên mîna “bêîtaetîya sivîl” ku medyaya navneteweyî agedar bike, werin pêşxistin. Îro li Îran û Sûriyeyê, ango li ROJHILAT û ROJAVA, gavên şaş û polîtîkayên şaş, wê sibê wekî fatoreyek giran li aktorên siyasî vegerin. Rêya parastina destkeftiyan, di pêşxistina piştgiriya neteweyî û tifaqên Kurdewarî re derbas dibe. Eşkere ye ku israra li ser berevajiyê vê, tê wateya windakirina hemû destkeftiyan. Ji ber vê yekê, dem dema wê ye ku em bala xwe bidin peyama ji Rojhilat bilind dibe: “Kurdistan yek welat e, Rojava Rojhilat e!”
Îro, berî her tiştî divê çarçoveya siyasî ya Konferansa Yekitiya Kurd a ku di 26ê Nîsana 2025an de li Qamişloyê hatibû lidarxistin were esas girtin. Şandeya nûnertiyê ya hevpar a ku hatibû hilbijartin, divê wekî nûnerê hemû gelê Kurdistana Rojava sekneke hevpar nîşan bide. Ev şande divê bi taybetî li gel DYA û hêzên Koalîsyona Navneteweyî bixebite da ku ji HTŞ û Rêveberiya Şamê re bibêjin “raweste!”
Li dijî zext, sitem, komkujî û sêdarên dewleta Îranê; ji bo azadiya neteweyî, divê “Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê” ya ku ji aliyê 7 partiyên siyasî ve li Rojhilatê Kurdistanê hatibû avakirin, helwesteke çalak nîşan bide û bibe tifaqeke neteweyî û demokratîk a stratejîk. Bibe bingeha têkoşîn û serkeftinên neteweyî.
Di vê pêvajoya dîrokî û hestiyar de, yekitî û pratîka têkoşînê ya çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî Kurdên li dîasporayê, wê gelê me bigihîne destkeftiyên neteweyî. Ev bar û berpirsîyarîya dîrokî îro li ser milê Dîasporaya Kurdî ye. 10.01.2026 Cano Amedî
