Diyasporaya herî mezin a Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê dijî.
Amarên Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê nîşan didin ku 975 hezar koçber li Almanyayê hene ku xelkê Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê ne.
Tenê sala 2024an zêdetirî 77 hezar koçberên xelkê Rojava û Sûriyeyê li Almanyayê daxwaza mafê penaberiyê kiriye.
Ji wî nêzîkî milyonek koçberî, 607 hezar kesan mafê mayînê ji bo demeke diyarkirî wergirtiye.
340 hezar kesan jî mafê penaberiyê wergirtiye û 266 hezar kesan jî di çarçoveya anîna endamên malbatê de mafê mayînê wergirtiye.
Wezareta Koç û Koçberan a Almanyaya Federal ragihandiye ku berê ji bo koçberên welatên din bernameyeke wan hebû û ji vê mehê ve bername koçberên Sûriyeyê jî li xwe digire.
Hikûmeta Almanyayê dê 1700 euroyî bide her kesê bixwaze vegere û mesrefa vegerê jî li ser wan e.
Ji bo malbatan jî 4000 euroyî didin.
Her wiha her ferdê malbatê dikare di nav sê mehên yekem ên mayîna xwe ya li welatê xwe de 2 hezar euro alîkarî ji bo mesrefên tenduristiyê wergire.
Kurd ji bo paşeroja Rojavayê Kurdistanê çi dixwazin?
Nêzîkî milyonek Diasporaya xelkê Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê dijîn.
Li ser paşeroja wan a li vir û paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî hinek çalakvanên çandî yên Rojavayê Kurdistanê rojên borî civîneke şêwirmendîiyê li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê li dar xist.
Sê kes ji beşdarên civînê bûn mêvanên Diasporayê ku ew jî Îdrîs Omer, Kamîran Hecî Ebdo û Şadî Hacî bûn û her sê jî Diyasporanişînên xelkê Rojavayê Kurdistanê ne û wan qala naveroka civînê kir.
“Pêwîst e ciwanên Kurd tevlî partiyên Almanyayê bibin”
Serê pêşî Şadî Hacî zelal kir ku karên komeleyên Kurdî yên Almanyayê bandor li ser biryarên hikûmeta Almanyayê yên derbarê Rojava û Sûriyeyê de nekiriye û got:
“Pêwîst e ciwanên Kurd li Almanyayê tevlî partiyên Almanyayê bibin.
Dikare bi rêya partiyên Almanyayê roleke wan li ser biryara hikûmetê hebe, hem ji bo welat û hem jî ji bo Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.
Heta niha rewşa Sûriyeyê ne zelal e û heta mafê hemû pêkhateyan di destûra Sûriyeyê de neyê bicihkirin, tirs dê her bimîne.”
Federalî daxwaza sereke ye
Şadî Hacî ducare kir ku “daxwaza sereke ya komeleya wan çespandina sîstema federalî ye” li Sûriyeyê û armanca wan a sereke ye ku Rojavayê Kurdistanê bibe herêmeke federal di Sûriyeya paşerojê de.
Dr. Kamîran Hecî Ebdo jî derbarê paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û bandora wê li ser koçberên wî welatî yên li welatên Yekîtiya Ewropayê got:
“Eger aramî û ewlehî û jiyan li Sûriyeyê bê holê, piraniya koçberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yên ku li welatên Ewropayê dijîn dê vegerin.”
Dr. Kamîran Hecî Ebdo zelal kir ku hikûmeta Almanyayê dikare di avakirina aramiya Sûriyeyê bibe xwedîrol û ji bilî Almanyayê welatên Yekîtiya Ewropayê bi giştî dikarin vê rolê bilîzin.
Li gorî Dr. Kamîran Hecî Ebdo, bi avêtina vê gavê bi rêjeyeke zêde ya koçberan dê vegerin welatê xwe û bi vî awayî barê ser milê van welatan ji hebûna koçberan kêm bibe.
Dr. Kamîran Hecî Ebdo derbarê ramanên xwe yên li ser vegerê wiha axivî:
“Eger hikûmeta bê ya Sûriyeyê karibe ewlehî û aramî û rewşa aborî baştir bike, bi taybetî li beşa Rojavayê Kurdistanê, bi dilniyayî piraniya herî zêde ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Ewropayê niştecî ne, xasma li welatê Almanyayê dê vegerin û xizmetê ji netew û welatê xwe re bikin.”
Sîstema federal ji bo birêvebirina paşeroja Sûriyeyê mijareke germ e di nav Diyasporaya Kurdî ya li Ewropayê.
Bi berdewamî çalakiyên siyasî li ser vê yekê tên kirin.
Çalakvan û siyasetmedarên Kurd ên ji Rojava li Ewropayê bi taybetî li Almanyayê dixwazin lobiyeke mezin ji bo çespandina sîstema federal li Sûriyeyê ava bikin û qenaetê bi welatên Ewropayê bikin da ku piştgiriya vê projeyê bikin.
“Em daxwaza sîstema federal dikin”
Îdrîs Omerê ku çalakvanekî diyar ê Diyasporaya Kurdî ye derbarê armanca xebatên Kurdan got:
“Her çend em dizanin hinekî zehmet e jî em ji bo Sûriyeyê daxwaza sîstema federal dikin.
Sedem jî vedigere wê yekê ku Erebên Sûriyeyê federaliyê nas nakin û wekî parçebûna welat dizanin û şirove dikin.
Lê di rastiyê de federalî yekbûn e, ne parçeparçebûn e û Sûriyeyê bi yekparçeyî dihêle.”
Rûdaw