“Kurdên Dumilî (Yarsanî-Elewî) kengî û çawa ji Êzdatiyê qut bûne” beşa 1

Kemal TOLAN

Nivîskarê rêzdar kekê Wasfî Xana Êzdî Hekarî di vê pirtûka xwe* de dide xwanê û dibêje, “piraniya Kurdên Dumilîaxêv û Kurdên Kurmancîaxêv li herêmên cîran girêdayî Elewîtiyê ne ku di demên pêşiyê de peyrewên Ezdantî-Yezdantiyê bûn. Ji ber ku kum û kefiyên wan sor bûn civakên derdor ji wan re Kurdî sor, tirkan jî jê re Kizilbaş gotine.

Elewiyên şopgirên Elî, ew in yên ku ji agirperistiya Yezdanîtiyê derketine. Xirîstiyanên ku di serdemên dîroka navîn de behsa wan tê kirin, şopgirên rêberê şoreşgerê Kurd ê tevgera Xoremî ne, ku di serdema navîn de bi peyrewên xwe re li Anatolyayê bi cih bûne. Piştî wê serdemê demeke dirêj civaka Xoremî ya Kurdên Êzdî yên di pêşengiya Babek û Narseh de li ser du milan hatine dabeş kirin. Mileke wan li ser dînê kalbaban ê kevnar Êzdîtiyê mane û milê dinê wan ê Yarsanî- Elewî û Nusayrî qulipîne baweriya Elewîtiyê. Bi vî awayî navê Dumilî kete ser vê civaka Kurd a Xoremî.

Mehrdat R. Îzady di vî derbarî de weha dibêje. Di destpêka sedsala 9’ emîn a dîroka Kurdistanê de jî lûtkeya tevgerên dînî yên ku bi navê Mezdek di dawiya serdemê Sasaniyan de destpê kirine. Du pêşengên bi navê Babek û Narseh di bin navê “Xoremîye” yê de pêşengiya tevgerê kirine.

Babek P.Z. di salên 817’ê de, di çarçoveya Xoremiyê (Horemî-Horaman) de li Azerbêcanê dest bi tevgerê kir. Bi daxuyaniya xwe ya qasidê Xwedê ye li dijî xîlafeta Ebasiyan serhildaneke sedsalî destpê kirin. Bi rastî jî Babek tenê sernavek bû ku li mirovekî şoreşger hatibû dayîn. Navê wî yê rastî Hesen bû. Pir gengaze ku Babek guhertoyek biçûktir a bab e ku tê wateya qasidê Xweday. Ji ber wê yekê, Babek bi îhtîmaleke mezin tê wateya “qasidê Xwedayî yê biçûk.” Nexwe ji wî re Hesen gotine.

Digel ku her tim teqez bû ku girêdanên dînî yên Babek wekî peyrewê Ezdatiyê ye û eslê wî yê nîjatî jî diyare ku Kurd e. Narseh li Başûrê Kurdistanê ku dilê dînê Kurdan ê xwecihî Yezdanîzmê bû li hember xîlafeta Ebasiyan serî hilda û tevlî hêza Kurd a Babek bû.

Her wekî ku dîroknasê misilman Tebarî jî nivîsiye, artêşa xîlafeta Ebasiyan di salên 833’yan Z. de şêst hezar alîgirên Narseh kuştine paşê karine wî têkbibin. Narseh bi piraniya şagirdên xwe yên sax mayî ve fitilî û xwe spart axa Bîzansê ku li wir jî yekîneya Kurdan a Qeyser Theophilus ava kir. Artêşa Theophilus ji bo alîkariya tevgera Babek ku ji hev belav dibû, di salên 838. Z. de êrîşî axa xîlafeta Ebasiyên misilman kir (Rekaya 1974, Rosser 1974) Lê belê destwerdana Theoplius bê fêde bû, ji ber ku Babek ji hêla Ebasiyan ve hatibû têkbirin.

Bîzansan şoreşger Narseh û peyrewên wî li Pontosê li bakûrê Anatolyaya navendî bi cih kirin. Çavkaniyên Bîzansî diyar dikin ku ew herêm ji bo ku penaber karibin di nav gelê xwe de bi cih bibin hatiye bijartin (Bury 1912) Ji ber vê yekê civaka kevnara Kurd a li Pontosê, divê heta nîveka sedsala 9’an (tevî ku bûye Xirîstiyanî jî) nasnameya xwe ya Kurdî bi têra xwe parastiye ku Bîzansiyan Narseh û koma wî ya ji Başûrê Kurdistanê wekî gelê Kurd ê Pontos bihesibînin.

Tevgera Babek a Yezdanî û hebûna Kurdan a girseyî li Azerbêcanê rasterast bi qonaxa berê ya tevgerên gelê Kurd ve girêdayî bû. Nêzîkî destpêka sedsala 4’emîn a P.Z. de, di encama koçên bi sedsalan ên civakî-aborî de û her weha şert û mercên baş yên civakî-aborî de Bakûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê kete serdemeke mezinbûna serjimarê.

Piştî derketina Îslamê di sedsala 7’emîn de, ji Kurdistanê koçberên bi hêz wekî qraltî û mîrektî li cihên derveyî axa Kurdistanê ya resen jî hatin ser desthilatdariyê. Hin ji xanedanên Kurdan yên herî girîng jî Buweyhî û Deylamî yan jî Dîlamî bûn. Koka Deylemiyan li herêma jorîn a Dîcleyê li Anatolyayê bû ku neviyên wan ên îroyîn, Kurdên Dumilî (Zaza) yên îroyîn in.

Her çend Elî û navên wî yên nûjen ên hevpar di dînî de cihekî girîng digrin jî, Elewîtî dînek bi tevayî ne, Îslamiye û beşek ji Ezdantiyê ye. Çand û baweriya wan pir nêzîkî Êzdatiyê ye. Elewîtî îro ji hêla gelek erebên Sûrî ve jî sedî 13 ji nifûsa dewletê pêktê. Li vir pitir bi navê Nusayrî têne naskirin û li Laziqiyê û Tertûsê yên li herêma peravê ya Sûriyeyê ne. Demekê, gelek Kurd li wir dijiyan. Kurd îro ne tenê li bakur, li rojhilat jî herêma ku ber bi bajarê Hema yê ve dirêj dibe, tên dîtin. Erebên Elewî ji Kurdên bişaftî û tevlîheviya Kurd û Ereban in. Serokê niha yê Sûriyê Beşar Eshed Elewiyek Nusayrî ye.

Di serdema desthilatdariya Fransayê de, herêm ji ber vê taybetmendiya baweriya Elewî xweser hat pejirandin. Gelek Tirkmenên Tirkiyeyê ku cîranên Kurdan’in li bajarên wekî edene, Sêwaz, Tokat û Amasyayê yên nêzî çiyayên Toros û Pontosê jî baweriya xwe bi Elewîtiyê tînin. Li vir berevajî Sûriyê, Elewiyên Anatoliyê yên ne Kurd bi giranî tirkperwer in, ne Kurdên bişaftine. Li gel Elewiyên Kurd, van Tirkmenan pişta hêzên çekdar ên ku zayîna Sefewiyan Xurtir kirin. Îro qasî Elewiyên Kurd, Elewiyên Tirk jî hene.

Kurdên Şebekî yên ku bi Bajalanên Yarsanî re li başûrê rojhilatê Mûsilê li Kurdistana Navîn cîran in, di heman demê de Elewiyên Dumilî ne. Çanda elewiyan ji gelek aliyan ve nêzîkî ya Êzdiyan e. Çawa ku di hin eşîrên Êzdiyan de, hin kevneşopî hene, Elewiyên Dumilî jî heman kevneşopiya kevnar a Îranî ya dema perestina Xwedayî de Şûrê xwe li erdê di şitilînin. Mark Skys, di sala 1908’ê de di nava eşîrên Dumilî yên ku ev kevneşopî parastine de vana rêzdike: Bosîkan, Kûryan û dîsa Zekirî, Mûsî û Sarmî lê zêde dike ku sê eşîrên dawî di heyama navborî de êdî ev kevneşopî nekirin.

Heredod dibêje: ku heman kevneşopî di nava Îskît û Sarmatiyên Îranî de xizmên Kurdan ên gelên din ên Îranî li Ûkraynayê nêzî du hezar û sêsed sal berê hatiye dîtin. Her weha di nav eşîra Dumilî ya Sarmî û Sarmatiyan de wekheviya navan balkêş e. Sembola şûrê di erdê de şitilandî, an jî kevirê bi heman şêwazî, bêguman dişibe Qralê Brîtanî Arthur û şûrê wî Excalîbur. Ihtîmaleke mezin heye ku ev her du bi hev re girêdayîne.

P.Z. di sala 175’ê de Împaratorê Romayê Marcus Aurelius ji Sarmatiyên ku ji Pannonia (Macarîstana îroyîn) berhev kiribûn, ji bo li Îngilîstan û Skotlandayê navê fermandarê wan Lucius Artorius Custus bû, xizmetê bikin liqeyek ava kir. Li gorî Nîkel, hêmanên bingehîn ên vê kevneşopiyê ji aliyê van Sarmatiyan ve hatine Brîtanyayê, Çîroka heyî ya Excalibur dibe ku dişibe wê baweriya Elewiyên Dumilî. Xuya bû ku di sedsalên 15. û 16. de, di wê rewşa aloziya mirovan de pêşketina Elewiyan roleke girîng lîstin.

Destkeftiyên demografîk ên bêhempa yên ku Kurdan di navbera salên 1400 û 1520’î de bidest xistine, ji ber wê yekê ye ku gelek eşîrên Tirkmen ên li Anatolya û Kafkasyayê berê bi serfirazî derbazî Êzdanîtiyê bûne.

Mînorsky radigihîne ku îro jî ev eşîra qralê Tirkmen, ku berdewama Xanedaniya Pezereşan a (Kara Koyunlu) li Azerbêcana Sovyeta berê û Îranê dijîn, bi Êzdantiyê bawer dike.

Di lîsteya eşîrên Kurdan yên ku di nava koma Elewiyên Sefewî de cih girtine wehane. Şamlû, Şêxawend, Şadilû, Hacawend, Zaferanlû, Staclû, Kovanlû hene. Ji ber ku rengê Sor û kefiya Sor di nava Dumilî û Yarsaniyan de pîroze, ji wan re Kizilbaş gotine. Rengê Sor di nav Mezdekiyan û Xoremiyan de jî semboleke ku ew rasterast pêşiyên Yarsanî û Elewiyên Kurd’in.” Beşa dawî di demek pêşde têye parvekirin

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *