Kurd û Zaza

Cano AMEDÎ

Îşev di odeyek X- Twiterê de gengeşî li ser mijara “Kurd û Zaza ji hev cudabne” hebû. Min bi qasî seetek gohdar kir, lê belê ew gengeşî min bir salên 1982. Min bir zindana Amedê. Kemal Yamak, Esat Oktay Yıldıran û hwd hat bîra min. Encamên siyaseta dagirkeriyê û asta xapandinê gihîştîye kîjan qadê, min dît!

Wekî hûn dizanin dewleta Tirk zîndana Amedê kiribû cihekî pîlot/taybet û ji bo fikra kurdî pûç bike, weke laboratûar bi kar di anî.

Ji îtirafkaran tîmên cûda ava kiribûn. Bi hinekan an jî li ser navê wan broşurên taybet dinivîsandin û belav dikirin. Hinek jê kirin kûjer. Hinek jê jî bûn karmend û karsazên sîstemê.

Di destpêkê de propaganda dikirin û digotin: “Kurd tuneye, ew kesên ji xwe re dibejin kurd, di eslê xwe de Tirkên. Lewra Tirk li çiya dijîyan û gava li ser berfê dimeşîyan, dengê kart, kurt ji berfê derketîye, ji ber wê yekê ji wan re gotine Kurd(!)”. Ev teorî di zanîngehan de, ji aliyê kesên qaşo doçent, profesor ve dihatin amade kirin. Ew broşura propagandayê ji alî jineka profesor ve hatibû nivîsandin û di weşanxana artêşa Tirk de hatibû çapkirin.

Zarokatîya min li çiyayê Andok, li Berbihîvê, li kêleka Dehlê Qulingan derbas bûbû, di Demsalên zivistanê de, em di nav berfê de dimeşiyan, lê em tu carî rastî Tirkên kart kurt nehatin. Me wan çavşujinên bêyom nedîtibû û me wan jî nasnedikir.

Lê di zîndana Amedê de, bi îşkence û darê zorê digotin: “Hun Tirk in, berdewamîya şaxekî êla oğuzan e(!)” Sond û qesem, îtîraz û bersîv li hemberî îşkencan pere nedikr. Wan bi darê zorê digotin bêjin: “em tirk in” lê xuya ye îro pewîstîya darê zorê nemaye, ji bo berjewedî û menfîetên şexsî siyaeta “Tirkîyeleşme(Tirk-bûnê)” derî vekirîye.

Pişt re broşurek anîn, li ser navê îtirafkarekî hatibû nivîsandin, weşanên artêşê bû. Di wir de jî teorîya casûsîya rêxistinan dikir û digotin: “hemû rêxistin û çepgir ji yekitiya Sovyetê bi telîsan pere digirin(!)”

Lê em her roj birçî bûn, di berîka me de çend qurişên zer jî tunebû. Bi awayekî biratî, me pariyê xwe li hev parve dikir. Me bi hevre êş û birînên xwe derman dikir. Ne pereyê wan ne jî şîret û gefên wan tesîr li me nedikir.

Piştre broşurekî din anîn di wir de digotin: “Zaza ne Kurd in; ew cuda ne(!)” weke çavkanî û referans navê Ebubekir Pamukçu derdiket holê. Me ji derdora xwe pirsî ev necamêr kî ye? Gotin mirovekî berê şoreşgêr bûye; pistî hatîye girtin bi polêsan re lihevkirîye. Bûye zilamê dewletê; kesekî newêrek, radest bûye û li gor daxwazên dewletê tevdigere.

Sal derbas bûn, ew “şoresger û çepgirên” bi eslê xwe kurd bûn, lê li ser navê çepê Tirk`an hatibûn girtin an jî penaber bûbûn, ji nişkê ve weke sêv ji darê bikeve û li serê wan keve, bi “Zazaçîtîya” xwe hesîyan(!) Roj bi roj ev sîyaset hat meşandin.

Serok, sekreter û endamên polîtbîroyan, dest bi teorîya cudabûna Kurd û Zaza kirin. Piştre li ber dengê zingilên qirase, çûn dêran waftîz bûn. Ew têr nekir dest bi weşana kovar û TV`yan kirin. Dewletê derî heta dawî ji wan re vekiribû. Êdî nanê wan, xwarina wan ji wî derî dihat. Îtirafçî, cerdewan, kesên ji rêzê bi organîzasyonên krîpto û peyayên narkotîkê komele û tv avakirin.

Niha jî di nav civatê de, li ber derîyên burokrasîya kûr bi dengekî berz û bi zimanê Tirkî propaganda dikin. Zimanê wan yê sereke êdî Tirkî ye. Ji bo wan girîngîya parastina ziman û zaravayan tune. Li çand û hunera xwe xwedî dernakevin. Derdê wan tênê çêrandina mêrg û kaniyan e! Îro li dinê zimanê di xeterê de ne û li ber “mirinê ne, yek ji wan jî Zazakî ye. Derdê wan kesan, ne parastina zimanê Zazakî ye, derdê wan xizmeta siyaseta dagirkeriyê ye.

Em dizanin komek biraderên hêja, bi deh salane bi ked û îmkanên xwe xebatek zêrîn derbarê Zazakî de dikin. Ji bo standartbûna gramer û ferhenga Zazakî xebatek heja dikin. Bi navê Grûba VATE yê xebatên akademîk û xwebexş dikin. Di warê xebatên Zazakî de Kesên weke Malmîsanij, Mûnzûr Çem, Îhsan Aspar. M. Selim Uzun, Ahmet Kasımoğlu. Roşan Lezgîn û gelek kesên din kar û xebatên heja di derbarê pêşketina Zazakî de kirine û hê jî dikin.

Dewleta Tirk di laboratuwaran û cîhê pîlot de, di odeyên kozmîk de Dîndarên xwe, Kemalistên xwe, Ermenîyên xwe. Kurdên xwe, Çepgir û Rastgirên xwe amade kirîye û îro li qadê wan weke telalên xirabîyê bi kar tînin. Her çi hîkmet e, dewlet propagandaya “Zaza milletek cuda ne(!)” li Dêrsim û Çewlikê (Bîngolê) dimeşîne. Dêrsim – Seyîd Riza, Pîran Çewlik – Şêx Seîd…

Ji bîr nekin ew xweşmêrên hanê ji bo doza milletê Kurd kar û xebat kirin, li hemberî dagirkeran serê xwe netewandin hatin darve kirin. Gelo ev bêwîjdanên îro ku telalîya xwefiroşîyê dikin ji xwe û dîroka gelê Kurd jî şerm nakin, ji bav û bapîrên xwe jî fedî nakin. Ji bo berjewedîyên xwe, dijberî û neyartiya milletê xwe dikin. 7.2.2025

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *