Divê meriv xwe nexapîne, heger zimanek di nava zarokan de neyê axaftin pêşeroja wî zimanî tune ye!!!
Zarokên me êdî bi Kurdî naaxivin.
Ji xwe nivîsandin û xwendina Kurdî di nava civakê kêm bû, ya mayî axaftin bû êdî ew jî ji desta diçe.
Helbet gelek sedemên vê yekê hene. Meriv nikarê hemû sedemên din deynê alîyekî û tenê li ser sedemek tenê raweste.
Di vê jîyana global de tişta zikê însanan têr dike bi qîmet e.
Bêtir pere li ku derê bin însan berê xwe dide wî alîyî.
Tişta zik têr dike, pişta însanî xurt dike. Dema pişt xurt bû mejî jî pêre dikemile û kesek nikare zora wan bibe.
Kurdî ne zimanê pîyase û aborîyê ye lewma roj bi roj li paş dimîne
Ger Kurdî zimanê însanan têr bike dê pêş bikeve û bi qîmet bibe.
Tişta bi qîmet tê talepkirin û ti carî jibîr naçe.
Di alîyê pêşketinê de helbet aborî rolek û kedek girîng dilîze.
Lê ji bilî aborîyê xalek girîng heye ew jî bîrdozî ye. Heger mirov xwedî bi bîrdozî be rewş çi be bila bibe meriv dev ji zimanê xwe bernade. Di alîyê bîrdozîyê de mixabin kêmasîya me pir e.
Gelê me gelekî jêhatî û bi aqilê lê mixabin vî aqilî piranî ji bo yên din bikartînin. Ji berê de gotine: “Ji xelkê re masîgir e, ji xwe re kusîgir e.” Meseleya me jî bi kurtasî kusîgirî ye.
Gelek dê û bav ji bo zarokên wan di mekteban de zehmetî nebînin û dersên wan çêtirbin Kurdî fêrî zarokên xwe nakin. Wan bi zimanekî din mezin dikin. Zarok ji biçûkatî ve fêrî zimanekî dibin. Hîn dema biçûk li pêşberî televîzyon, telefon û medya civakî zimanê xwe yê nû baştir dikin û bêtir pêş dikevin.
Zarok dema diçin mektebê dîsa bi zimanekî din dest bi xwendinê dikin. Herçiqasî biçûk bin jî zarok tiştekî ferq dikin: Kurdî tenê li ser zimanê extîyarê heye lewma qîmeta ziman li ber çavên wan nîn e. Li hundir, li derve, li mektebê û li înternetê zimanên din hene lê Kurdî ya pir kêm e yan jî nîn e.
Kurdê ku li mekteba ji bilî Kurdî zimanekî din nizanibû ji mamosteyên xwe gelek lêdan xwarin. Lê dema mezin bûn ji ber vê dêrûnîya bindestîyê Kurdî fêrî zarokên xwe nekirin û ew bi zimanekî din mezinkirin.
Divê meriv xwe nexapîne, heger zimanek di nava zarokan de neyê axaftin pêşeroja wî zimanê tune ye!!!
Zarokên me êdî bi Kurdî naaxivin.
Em ê ji xwe re bifikirin, ka gelo em li ku derê şaşîyan dikin?
Em ê xwe çawa pêş bixin?
Em ê dev ji zimanê xwe berdin an na?
Hebûna ziman çi dide me û tunebûna wî çi zerarê dide me?
Meseleya zarokan em deynin alîyekî.
Yê zarokan dikin vî halî mezinên wan in.
Lewma belesebep Xanî negotibû: “Ne ji bo sahibrewacan, ji bo biçûkêd Kurmancan”.
Xanî dizanibû ku pêşeroj bi destê zarokan tê avakirin lewma ji bo pêşketina zarokan heta ji wî hat xebat kir.
Divê meriv li ser zarokên xwe bisekine. Meriv li ser wan nesekine dê herin bikevin xizmeta yên din û dê feydeya wan negihîje me.
Em dikarin bêjin: “Zarok nezanin.” Lê mesele tenê ne ev e. Pirsgirekek me ya din heye. Ew jî nerastbûna mejîyê hunermend û rewşenbîrên me ye. Gelek hunermend û rewşenbîrên me dev ji Kurdî berdane. Li ser sehnê di dev de Kurdî heye lê jîyana mayî tev de zimanekî din e. Zarokên wan nizanin Kurdî û bi zimanekî din diaxivin.
Ji xwe ve nivîskar û rewşenbîr in. Bi Kurdî xizmet dane lê meriv hew dibîne bi carekî dev ji Kurdî berdidin û berê xwe didin zimanê serdest. Êdî bi zimanê serdest behsa zimanê me dikin û zimanekî din dinivîsin û pesnê zimanê Kurdî didin.
Kurdî êdî zimanê extîyara ye.
Ji bilî extîyaran kesekî din di jîyana xwe de pir bi Kurdî re mijûl nabe.
Heger em qîmet nedin zimanê xwe dê kesek qîmet nede ziman.
Lewma qîmet bidin zimanê xwe. Ziman şertê hebûnê ye.
Dev ji hebûna xwe bernedin.