Kongreya Revenda Kurdistani li Berlin

Kongreya Revenda Kurdistani a duyem bi diruṣmaya YEKGIRTIN SERKEFTIN E, bi atmosferekî gelek erenî û bi rihê netewî û bi her awayî Kurdîstanî derbas bû.

Ev atmosfera kongrê û helwesta kongrê bo piṣtgiriya ziman, nasname, maf û azadiya gelê kurd, bi taybetî li ser piṣtgiriya rojavaya welat, hêvîyekî mezin da min.

Cara ewil min di kongreyekî de ewqas hestiyar bûm. Ez bawerim gelek ji nûner û mevanan heman tiṣt hîs kirin. Ev hissîyata kollektîf hêviyên min xurttir kir.

Cara ewil min ewqas jinên niṣtecîyên Diasporayê bihevre dît. Di vê kongreyê de jin ji gelek welatên Ewrûpayê bi xûrtî di xebat û birêvebiriya kongreyê de çalak bûn, xwedî rol û mîsyon bûn. Hêza jinan bi her awayî di kongreyê de diyar bû. Jinên ku hatibûn û beṣdarên kongrê bi giṣtî zana, akademîsyen û li civatên xwe xwedî rol û karên girîng bûn.

Hejmara gencan jî, li gor gelek caran zêdetir xûya dibû.

Ez Kongreya Revenda Kurdîstanî a duyêm ji aliyê beṣdariya jinan û civanan de, ji aliyê ruhê netewî û Kurdîstanî, ji aliyê nîṣandana hêza yekgirtî, ji aliyê prosessa hilbijartin û birêvebiriya kongrê, ji aliyê plana rojên pêṣ û amadekirina destûrekî li gor pêwistîyên nû serkeftî û pîroz dibînim.

Yekgirtin serkeftin e!

Aycan Şermîn BOZARSLAN

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *