Serokê Birêvebiriya nû ya Sûriyeyê di Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê de amaje bi wê yekê kir ku qonaxeke nû dest pê kiriye.
Rêveberiya Xweser jî rexne li kongreyê girtin û got, “Kongre nûnertiya gelê Sûriyeyê nake.”
Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê doh li Şamê dest pê kir û 2 rojan berdewam kir.
Serokê Birêvebiriya nû ya Sûriyeyê Ehmed Şer di kongreyê de got:
“Îro Sûriyeyê hûn hemû vexwendine da ku li ser pêşeroja Sûriyeyê bi hev re şêwirê bikin.
Sûriye nayê dabeşkirin. Sûriye bi temamî giştgîr e û hêz di yekbûnê de ye.”
Ehmed Şer her wiha behsa kontrolkirina çekan ji aliyê Şamê ve kir û anî ziman:
“Kontrolkirin û xwedîtiya taybet a dewletê ya ji bo çekan ne destkeft e, berpirsiyarî û peywirdarî ye.”
Serokê Birêvebiriya nû ya Sûriyeyê Ehmed Şer da zanîn:
“Sûriye ji ber wêrankirina aborî û xizmetguzariyê dinale lewma pêwîstî bi plana bilez û navendî û paşê stratejîk heye.
Li ser me pêwîst e ku em welat li ser bingeha qanûnê ava bikin û rêz jê bê girtin.”
“Kongre nûnertiya gelê Sûriyeyê nake”
Nêzîkî 600 kes di Kongreya Diyaloga Niştimanî de beşdar bûn lê ji aliyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ti kes beşdar nebû.
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rexneyên tund li kongireyê girt û ragihand ku ew nûnertiya rastîn a gelê Sûriyeyê nake.
Rêveberiya Xweser daxuyaniyeke ji bo raya giştî belav kir û ragihand ku piştî rûxana rejîma Beasê gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe li hêviya avakirina Sûriyeke yekgirtî ji bo hemû gelê Sûriyeyê ye, bêyî dûrxistin û paşguhkirinê.
Rêveberiya Xweser dibîne ku, dibe ku Kongreya Niştimanî yek ji daxwazên gelê Sûriyeyê bûbe ji bo bidestxistina armancên şoreşê ku zêdetirî 14 salan dom kiriye.
Ji destpêka rûxandina rejîma ku têk çû, hemû Sûriyan gotûbêj dikir û çavên wan li Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê bû digel gavên pratîk ji bo qonaxa avakirina dewletê.
Rêveberiya Xweser behsa wê yekê kir ku ew gavên ku Birêvebiriya Bicîhanîna Karan a Sûriyeyê ragihand, derbarê mijara gotûbêj û beşdariyê de, cihê hêviyê nebûn.
Rêveberiya Xweser got, “Ev kongre nûnertiya gelê Sûriyeyê nake. Em beşek ji Sûriyeyê ne û nûnertiya me nake û ji naveroka vê kongreyê ne razî ne û em dê nebin beşek ji pêkanîna encamên wê.”
Her wiha Rêveberiya Xweser tekezî li ser wê yekê dike: “Wekî Sûriyeyî, armanca me ya yekem û dawî, ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve, rizgarkirina civaka Sûriyeyê ye ji zilm û zordarî û siyasetên kêmartinê, me pêşengiyên girîng di vê çarçoveyê de hebûne.”
Rêveberiya Xweser wiha pê de çû, “Em îro jî xwestekên xwe ji bo lidarxistina kongreyeke rast ku nûnertiya hemû gelê Sûriyeyê bike, tu kesî dûr naxe û paşguh nake, nû dikin.
Em bangî gelê xwe yê Sûriyeyê dikin ku em dê xebatên xwe ji bo pêkanîna armancên şoreşa xwe bidomînin da ku em layiqê berdêlên ku me dane û hêvî û xwestekên gelê xwe pêk bînin.”
35 partiyên Rojavayê Kurdistanê li dijî Kongreya Niştimanî derketin
Li aliyê din 35 partiyên Rojavayê Kurdistanê li hemberî Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê nerazîbûna xwe nîşan da.
35 partî li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê rexneyên tund li Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê digirin û dibêjin: “Encamên vê kongreyê tu feydeyê nade.”
Ev 35 partiyên Rojavayê Kurdistanê derbarê kongreyê de, di daxuyaniyeke hevbeş de got:
“Encamên vê kongreyê tu wate û nirxê tune û tu feydeyê jê nayê wergirtin û rê ji bo çareseriyeke rastîn a tevliheviya welat çênake.”
Partî dibêjin: “Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Niştimanî ku ji aliyê hikûmeta demkî ve hatiye raspartin, hejmarek kesan vexwendiye kongreyê da ku xwe rewa nîşan bide û hewl dide ku van kesan wekî nûnerên gelê Sûriyê nîşan bide. Di rastiyê de ew tenê nûnertiya xwe dikin.
Herwiha amaje bi wê yekê dikin ku şêwaza Komîteya Amadekar ku ji yek rengî pêk hatiye di vexwendina kesan de, heman şêwaz û lîstikên rejîma berê ya Sûriyeyê ye û xizmeta pêşeroja Sûriyeyê nake.
Ew partî dibêjin: “Ew dewletên ku di rewşên wekî Sûriyeyê de derbas bûne, pirsgirêkên welatên xwe bi rêxistina civîneke niştimanî çareser kirine ku tê de nûnerên pêkhateyên gel, nûnerên hêzên siyasî yên ku nûnertiya hemû netewe û pêkhateyên gel dikin, her wiha li ser bingehên destûrî yên ku mafên hemû pêkhateyan diparêze, li hev dikin.
Paşê bangî lidarxistina Kongreya Niştimanî ya Gel dikin da ku pejirandina wê bê kirin. Yanî bi vê şêwaza ku hikûmeta demkî pêşkêş dike, nabe.”
Partiyan di daxuyaniyê de tekez kir ku hemû herêmên Sûriyayê nûnerên xwe yên rastîn ji hemû pêkhateyan hene û di nav wan de hêzên siyasî û leşkerî. (Rûdaw)