KONGREYA NETEWÎ(1)

Piştî civîna 15 Tîrmehê 2017 an ku li bajarê Silêmanî pêkhatibû, ev demeke li Bakûrê Kurdistanê derûdorên PKK ê û sazîyên girêdayî wê di derheqê kongra netewî de, ketine nav hewldanekî, di hemû platforman de daxwaz û bangewazîya “kongera netewî” dikin. Du sal berê çima kongra netewî bi serneket, sedem û astengî çibûn cîhê pirsê ye. Her Kurdekî welatparêz û niştîmanperwer mafdar e, van pirsan bipirse û rexnên xwe pêşkêşî alîyên sîyasî bike.
Armanc kongra netewî bû an ferzkirina desthilatdarîya sîyasî û îdeolojîk bû? Bersîva vê pirsê divê bi zimanekî zelal bê dayin! Pirs divê derîyê lêkolînê veke ku mirov bigihîje bersîvên zelal.
Em hemû dizanin ku çavkanî û derfetên ragihandinê sînorkirî ne, lê dîsa em dikarin bêjên têra xwe nûçe, gotar û nivîs di medyaya PKKê û di medyaya Başûrê kurdistanê de derketin. Daxuyanî û nûçeyên ji alîyê partîyên rojhilat ve hatin belav kirin di arşîvan de hene. Kêm zêde di destê me de zanyarî û çavkanîyên dewlemend hene. Bi kurtayî em dizanin sedem çibûn û çima bi ser neket.
Problemên sîyasî, rêxistinî û teknîkî tiştekî din bû, lê helwesta dewletên dagîrker û mudaxeleyên wan bi serê xwe tiştekî din bû. Dewletên desthilatdar û yên dagîrker bi alîkarîya hinek rêxistin û alîyên sîyasî projeyên asîmlasyon û rêzgirtina desthilatdarîya dagîrkeran li ser hev ferz kirin. Tewandin û dîlgirtina vîna sîyasî, demek şûnda, bêbawerî û hesabên berjewendîyên hîzbîtîyê li pêş girt.
Sedemek din jî helwest û israrkirina PKK ê ya di derheqê delegan û daxwaza beşdarbûna alîyên ne Kurd bûn. Wekî hûn dizanin PKK ji bilî partî û rêxistinên pê ve giradayî, daxwaza beşdarbûna kontenjanên KESK, BARO, İHD û hwd kir. Em hemû dizanin ev sendîka û komelên hanê li gor destûra Tirkîyê çalakîyên xwe didomînin û tu armancek wan ya Kurd û Kurdistanê tuneye. Armanc, destxistina piranîya delegan û desthilatdarîyek rêvebirin û îdeolojîk bû. Armanca vê stratejîyê, sîyaseta xwe û “pêvajoya çareserî û aştîyê” bi alîyên din bide qebûl kirin bû. Ev jî ne helwestek demokratîk û hûqûqî bû. Ev helwest ne helwestek rewa bû, bi ser neket. Xalek din jî parastina statu û hebûna KNK bû. Eger KNK “kongera netewî” be, hûn çima pêwîstîya Kongera netewî dibînin. Eger ne kongera netewî ye, hûn çima dixwazin weke aktorê sereke beşdarbibin!?
Encamên projeyên dagîrkeran, me di îxaneta 16 cotmehê de dît. Berîya proseya referandûmê û di pêvajoya referandûmê de, di bin serkêşîya Goran û Komel de, xêrnexwazên serxwebûna Kurdistanê şûrê Ayettullahan kişandin û êrîşên vekirî kirin! Di medyaya xwe de û di nav alîgerên xwe de, bi zimanek bê pîvan propagandeyek reş, bi rexnên dijîtîyê roj bi roj bendav li hev zêde kirin, nexweşî û birînên kevin xurandin. Birîn xwîn kirin, dilê Kurdistanê dan ber xençerên bi jehr. Helwest û kiryarên alîyên îxanetkaran nexwestin bibînin û êrîşên bêpîvan birin ser alîyên mexdûr û serxwebûnxwazan! Rojek di medyaya xwe de cîh nedan alîyên niştimanperweran. Lê aktorên îxanetê, bi şev û roj di televîzyon û medyaya nivîskî de “pesnê” îxaneta xwe kirin. Ev wêneyên hanê jî, ji bo helwestên netewî, ji bo zelalbûna alîyan, ji bo paqijkirina fikir û ramanan bû çavkanîyek dîrokî. Do bû arşîv, divê em li îro û sibê binihêrin!
Rexne kirin helwestek rewa ye, lê divê carcaran mirov zanibe neynikê li xwe bigire! Rexne û reşkirina hinek mijaran pirî caran bala mirovan dikşîne. Rastîya welatê me û rewşa rêxistinên me çi ne û pêvajo çawa didome bersîvan dixwaze! Pêwîstîya lêkolînek berfireh di rojeva me de cîh digire.
Gelê Kurdistanê weke erdnegarîya xwe di warê raman û mejî de jî, rastî êrîşan bûye û hatîye perçe kirin. Dewletên dagîrker û mêtinkar di nav xwe de, li ser mijara Kurd û Kurdîstanê de stratejîyek kûr, hevpeymanek dîrokî sazkirine. Metirsîya pirsgirêka Kurdistanê, her dem mijar û problema wan ya sereke bûye. Di demên bi hev re şer kirine, dijberîya hev kirine, gava pirsgirêka Kurd û Kurdistan derketîye holê, dev ji hev berdane û li dijî gelê Kurd bûne xwedî yek helwest. Lê mixabin rêxistin û desthilatdarên Kurdistanê dijberîya hev kirine û li gor ajandayên dagîrkeran cîh li hev teng kirine. Destê dijmîn, weke milê pêncemîn (qolê 5.) tu carî ji nav refên hêzên Kurd kêm nebûye. Ji ber vê yekê ye her dem çerqa îxanetê xençeran li doza Kurd xistîye û hêjî lêdixe. Ev jî nexweşîyek sereke ya mala Kurdî ye!
Em baş dizanin kongera netewî bi beşdarbûna hemû alîyên sîyasî û bi hevkarîyek hevpar, li gor prensîp û pîvanên hûqûqî, li ser armancên muşterek û ji bo berjewendîyên gelê Kurdistanê yên sereke pêwîstîyek mezin e. Lê belê, ji salên 1990 an virde, em dibînin ku hemû hewldan û lêgerînên damezrandina Enîyek sîyasî an sazîyek netewî di bin bandora berjewendîyên hîzbî de têkçûye û têkdiçe. Daxwaz û hewladanên heta niha hatine kirin, hemû ji bo berjewendî û xurtkirina desthilatdarîya partîzanî bûye. Li hemû beşên Kurdistanê, gava pêwîstîya partî û rêxistinên kurdî bi desthilatdarîya sîyasî çêbûye, an jî xwestine polîtîkayên xwe li ser alîyên din ferz bikin, xwestine rojevê biguherînin. Em dikarin gelek mînakên hewldanên “yekîtîyê” ku bi ser neketine rêz bikin. Ji salên 1979 an virde bi dehan mînak hene…
Bingehe kongera netewî, li ser kîjan xalan û bi çi armancê wê çêbibe?
Berîya her tiştî, alîyên daxwaz û bangwazîya kongera netewî dikin, divê bi zimanekî vekirî û bi xalên zelal armanca kongera netewî bi raya giştî re par ve bikin. Bername, destûr/rêzname û hûqûqa navxwo, wê li ser kîjan esasan bên destnîşankirin? Partî û rêxistinên girsayî, yên xwedî erk û desthilatdar wê çewa desthilatdarî û hêzên xwe bixin bin fermana kongera netewî? Huqûq, wê li ser rastî û haqanîyêtê sazbibe an li ser qewet û hêzbûna partîyan? Lewra îro li kurdîstanê du rêyên sereke hene. Yek jê xeta netewî ye ku parastina mafê dewletbûn û serxwebûna Kurdistanê dike, ya din jî, li gor “sînorên ku dagîrkeran danîne her beşek Kurdistanê bi serdestên xwe re têkoşîna “demokrasî”yê bikin. Ev herdû rê li dijî hev in. Emê kongera netewî ji bo kîjan rê pêk bînin?
Li gor bîr û bawerîyên min, divê kongera netewî weke dezgehek herî bilind, berîya her tiştî li ser rêxistin û partîyên di qada sîyasetê desthilatdar in xwedî bandor be. Kongera netewî di fîîllîyatê de rêvebirîyek “de facto” ye. Gelo ev partî û rêxistinên hene, dikarin vê fedakarîyê nîşan bidin? Gelo ev partîyên desthilatdar, bê şert û merc dikarin bi hevalên xwe yên cûda bûne, bûne rêxistin, li ser masakî rûnên û di bin sîwana kongera netewî de tevbigerin? Rê û nexşerê, wê li ser kîjan bingeh û armancê bidome? Hûqûq û karên teknîkî, wê li ser kîjan esasan bimeşe, ne dîyar e. Ger weke du-sê sal berê, raya giştî pê mijûl bikin û ber bi bêhêvîtîyê bibin, hewce nake keda xwe heder bikin!
Armanca Kongera netewî rêxistbûna mala Kurdîye!
Armanc û stratejîya dewletbûna kurd, divê ji alîyên hemû beşdarvanên kongera netewî ve nivîskî ji raya giştî re bê eşkera kirin.
Em li ser erdnegerîya xwe dixwazin bibin dewlet an na?
Divê kongera netewî li ser armancên azadî û serxwebûna Kurdistanê bê damezrandin!
Eger helwest û daxwaza we di nav çarçova “yekîtî û desthilatdarîya” Tirkîyê, İraq, Sûrî û Îran de, jiyanek “demokratîk” be, hewce nake hûn xwe aciz bikin û daxwaza kongera netewî bikin!
Cano Amedî Wê bidome…

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *