KONFERANSA CIVATÊN OLÊN LI ERDNÎGARIYA KURDAN

Ez amadekarên vê „Konferansê“ „Kürt-Kav Kurd-Kaw „ ê spas dikim, serkeftînê ji wan û tevaya mêvanan ra dixwazim!

Min hîna di sala 2007 de gotiye, „Agehdarî û zanîna me Kurdan li ser dîroka Kurdayetiyê û rewşa civaka Êzdiyan pir lawazin , pêwîst e em Kurd dersa dîrok û dînê/ola xwe baştir nasbikin.“*
*:
http://www.pen-kurd.org/…/agahdari-u-zanina-me-pir…
anjî di : https://www.rupelanu.com/agehdari-u-zanina-me-kurdan-li-ser-diroka-kurdayetiye-u-rewsa-civaka-ezdiyan-pir-lawaz-957yy.htm
___________________________________________________________

KONFERANSA WEQFA LÊKOLÎN Û ÇANDA KURDÎ
CIVATÊN OLÊN LI ERDNÎGARIYA KURDAN:
YARESAN, KAKEYÎ, REYA HEQIYÊ, ŞEBEK Û ÊZIDÎ
9-10ê MIJDARA 2024 /DEMİR HOTEL DIYARBEKIR

Li Rojhilata Navîn, pênasekirina sîstema baweriya erdnîgariya civakî ya Kurdan bi ‘ÃŽslamê’ wek kevneÅŸopiyekê bûye. Lîteratura siyasî û akademîk, bûye hevparê rasterast an jî nerasterast ê vê kevneÅŸopiyê û di hin rewÅŸan de berhemdarê wê ye. Lêbelê ev erdnîgarî, mala gelek sîstemên bawerî û civatan e ku bi temamî di bin sîwana ÃŽslamê de cih nagirin. Her çiqas di navbera wan de hin hevparî hebin jî, her yek ji van civatan xwedî taybetmendiyên xwe yên taybet in. Lê belê ev civat bi giÅŸtî di bin sîwana ‘ÃŽslamê’ de wek komeke mezintir mane û heta rastî polîtîkayên dûrxistin û tasfiyeyê yên rejîmên siyasî yên ÃŽslamî hatine. Her yek ji van nasnameyên han bi ezmûnên dîrokî yên neyînî tije ye.
Di vê konferansê de, çîroka civatên qala wan tê kirin li erdnîgariya Kurdistanê, taybetmendiyên wan ên bingehîn ên pênasekirinê, astên wan ên xuyabûnê û teşeyên wan, teşeyên rûbirûbûn-dûrxistina wan bi civatên Îslamî û rejîmên siyasî re û hwd. dê ji perspektîfa nav civatan û lêkolînên akademîk ve bên nirxandin.

BERNAME:
9ê MIJDARA 2024
· Destpêka Konferansê
· Rûniştina 1. (Ji saet 10:00 heta 13:00) Rîtûel û taybetmendiyên baweriyên olî
Axaftvan:
Hemîd Reza Huseyîn Åžemsîniya – Rojhilatê Kurdistanê – Zanayê Ayînî
Xeyrî ÃŽbrahîm Koro – Duhok – Zanayê Ayînî
Eyad Kakeyî- Hewlêr- Serokê Baroya Hewlêrê, Parêzer
Ali DoÄŸan – Zanayê Ayînî

Moderator: Seîd VEROJ

· Rûniştina 2. (Ji saet 14:00 heta 17:00) Serpêhatiyên baweriyên ayînî li erdnîgariya xwe
Axaftvan:
Eyûb Kuxe Rustem Kerîm – Silêmanî- Nivîskar û Lêkolîner
Nîmet Emîn Zehmetkêş – Rojhilatê Kurdistanê – Nivîskar û Lêkolîner
Seîd Welat Cirdo – Duhok- Serokê Navenda Çanda Laleşê
Selahattin Ali Arık – Nivîskar û Lêkolîner
Moderator: Seîd VEROJ

10ê MIJDARA 2024
· Roja 2. ya konferansê de ji saet 10:00 heta 13:00 û ji 14:00 heta 17:00 dê bi beşdariya hemû axaftvan û beşdaran bi awayê pirs û bersivan bête lidarxistin.

Moderator: Köroğlu KARAASLAN

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *