Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hin bi hin ji çekdar û Erebên hawirde tê valakirin.
Di heman demê de koçberên Efrînê vedigerine cih û warên xwe û ser mal û milkên xwe.
Li aliyê din Hêzên Ewlehiya Giştî yên Hikûmeta Sûriyeyê jî li şûna komên çekdar cih digirin.
Zanyariyên taybet, ku ji Efrînê bi dest Tora Medyayî ya Rûdawê ketine, diyar dikin ku tevî hebûna hin çekdaran û Erebên hawirde, li hinek deveran rêjeya nêzîka ji sedî 85ê wan derketine û vegeriyane navçeyên xwe yên navxweya Sûriyeyê.
Beşek ji çekdar û malbatên Erebên Hawirde yên ku mane, dibêjin herêmên wan li bin destên HSDyê ne, lewma ew nikarin vegerin.
“Bi hezaran çekdar ji Efrînê derketine”
Endamê Encûmena Xwecihî ya Efrînê Azad Osmanji Rûdawê re behsa vê rewşê kir û wiha got:
“Ev bûn 4 meh piştî ku rejîm ket, heya niha bi hezaran şervan (komên çekdar) ji Efrînê derketine.
Niha li Efrînê kêm mane, ew jî mimkûn e ku di demeke nêz de derkevin.
Lê tiştê giring xalên kontrolê yên di navbera gundan de neman.
Ya din jî biryar hat dayîn ofîsên aboriyê yên çekdaran neman.
Hinek xelkê koçber û çekdar li Efrînê mane ku piraniya wan yên Reqa, Dêrezor, Tebqayê ne.”
“Ji bo vegerandina koçberan divê kijneyek bê avakirin”
Azad Osman ji Rûdawê re diyar kir, ew hêvî dikin ku di demeke nêzîk de, malên xelkên Efrînê li xwediyên xwe vegerin û wiha pê de çû:
“Ni ha bi rastî şervan (komên çekdar) di Efrînê de nemane û Hêzên Ewlehiya Giştî yên Hikûmeta Sûriyeyê li Efrînê belav bûne. Piraniya navendan standine û kar dikin.
Em bi hêvî ne ku di rojên pêş de zêde selametî çêbibe. Niha divê lijneyek çêbibe ji bo xelkê mane vegerînin.
Bi baweriya min heta dibistan xelas dibin ew koçberên ku mane ew jî dê ji Efrînê derkevin û ber bi bajarên xwe herin.”
“Hêzên Ewlehiya Giştî yên Hikûmeta Sûriyeyê şûna çekdaran tijî dikin”
Her di vê çarçoveyê de, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye (PDK-S)ê ya Efrînê Horo Osman ji Rûdawê re behsa vê mijarê dike û dibêje:
“Ev demek e beriya eydê û heta niha çekdar ji Efrînê vedikişin. Lê yên ku mane kincên sivîl li xwe dikin û çek li cem wan mane. Dema ku tu derî gundekê xalên kontrolê nînin.
Hêdî hedî Hêzên Ewlehiya Giştî yên Hikûmeta Sûriyeyê şûna çekdaran tijî dikin û ji ber egera bûyerekê reqemên xwe bi rêya muxtaran belav dikin.”
Di heman çarçoveyê de, 8ê Nîsanê berpirsekî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ji medyayê re ragihandibû ku wan komên çekdar amadehiya xwe ya serbazî û bazgehên xwe li Efrînê kêm kirine.
Ev gava derketina komên çekdar, piştî wê yekê hatiye ku 10ê Adara 2025an, Fermandarê Giştî yê HSDyê, Mezlûm Ebdî û serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer rêkeftinek îmze kir. (Rûdaw)