KOÇERÎ Û ŞAHÎYA BÊRÎYÊ

Ji vê mîhrîcanê re Şahîya Bêrîya Dudahnê jî tê gotin. Jîyana civatê ya aborî, bi xwe re şêwakî têkilîya civatî û çandek taybetî dide çêkirin. Em dizanin ku di aborîya gelê Kurd de, pez xwedîkirin û şivantî, heta îro ciyekî girîng distîne. Vê jîyana koçerî, li gorî têkilîyên xwe yên aborî, çandek taybetî jî daye çêkirin.

 

Jîyana koçeran bi giranî, di tengasî û zahmetîyan re derbas dibe. Koçer, herdem di tevger û bizavîyekê de ne. Her demsalek wan, bûyerek û serpêhatîyek nedîtî ye. Bûyerên jîyana wan, çîrok û stranên Kurdistanê dixemilînin. Awazên bilûrên şivanan, stran û evînên bêrîvanan, di hisên Kurdan de, ji alîyekî kulîlk û ji alîyekî jî birîn vekirine. Hela çek û lehengî, her tim bûye perçakî jîyana koçeran.

 

Di dîroka Kurdistan de, serhildan û şerên koçeran xwedîyê ciyekî taybetî ye. Lewra gava ku Kurdistan ji alî mêtinkaran ve hat parçekirin, tevger, çûn û hatina koçeran ya deşt û zozanan jî hat astengkirin. Kurdistan parçe parçe bû, her parçak tevlî koçeran bi sînor, têldirk, qereqol û mayinan hat pêçan. Di her serhildan û berxwedan gelê Kurd ya çekdarî de, dewletên dagîrker, berêberê dest bi kuştina şivan û gavana, telefkirina pez û dewaran kirîye. Heta gelek caran koçerî û çêrandina pez jî li gelê Kurd qedexe kirine. Loma gelek caran li Kurdistanê, piştî serhildanan, xwedîkirina pez û koçerî hatiye ber qedandinê. Lê gel ji nû de, dest bi berhimandina jîyanê kirîye.

Şahîya Bêrîya Dudahnê, di serê buharê, di heyva adarê de dest pê dike. Ji bo berx têr şîr bimijin, heta wê rojê, rojê du dahna (nîvro û ber êvarî), berxa bera ber maka wan didin. Bêrîvan, rojê carekê pez didoşin. Gava ku di serê buharê de berx hinekî mezin dibin  û karin pincar û gîha bixwin, loma pêwîstîya wan du cara bi mijindina şîr namîne; lê i bo ku pez stewr nebe û şîrê wan kêm nebe, rojê carekê berxan bera ber makên wan didin; loma bêrîvan, rojê du dahna dest bi dotina şîr dikin. Loma ji vê mîhrîcanê re, Şahîya Bêrîya Dudahnê tê gotin.

Sibeha mihrîcanê, herkes bi şad û şahî, kêf û dilxweşî xwe ji şahîyê re amade dikin. Kevanî ji şeveqê de radibin û dest bi amadekirina xwarina mihrîcanê  dikin. Herkes serê xwe dişon; çi cilên wan yên nû û xweşik hebe li xwe dikin. Qîz û bûk çavên xwe kil dikin, lewento, misk û amberê bi xwe werdikin, xişil û xêzên xwe li bejin û bala xwe dikin û xwe di xemilînin. Xort temerîkên xwe şeh dikin, rîhên xwe kur dikin û simbêlên qeytanî bi rûn ba didin; mîna keçikan bêhnên xweş bi ser xwe dadikin. Bêrîvanên kevanî, bi hev re dikevin pozberîya xwarinê, ku hela bê kî wê xwarina herî xweş û pir çê bike. Di devê herkesî de ev biwêj hey e:

“Heyva adarê

Dew li darê

Ne li vir tenê

Li her derê”

Piştî ku roj sê-çar bejna bilind dibe, gundî tev bi hev re berê xwe didin ciyê şahîyê. Ji bo şahîyê, li her gundekî Kurdan ciyekî taybetî hey e. Ew cîh, ya devê gol an çemekî, ya li ser mêrg û çîmenekî ku li serê kanîyekê, yan jî li xerabakî dervî gund e. Kevanîya ku karê xwe neqedîne û li dûv mihrîcanvanîya bimîne, kevanîyên din yarîyên xwe pê dikin, gotina davêjinê û dibên:

“Şivan berbe mal bû,

Kevanî nûh li kar peyedar bû!”

Li ciyê mihrîcanê, her kevanî nan û xwarina xwe, di hundir rêzekê de, li erdê pan dike. Herkes li gor aborî û karînîya xwe xwarinê çê dike: hinek elok, hinek mirîşk, hinek jî kar û berx bi savar, birinc û rûnê nivîşk sor dikin. Hinek jî hêke rûn, dims, hingiv, mast, to, penêr, rûnê nivîşk û xwarinên din amade dikin. Kevanîya ku kêmî karinîya xwe xwarin anîbe, ji alî kevanîyên ciwanmerd û destvekirî tê rexnekirin û şermezarkirin. Ji bo xwarinê, pêşî şivan û zilam tên keremkirin. Di vê rojê de yên herî bi rûmet şivan in, loma xwarinên herî xweş pêşkêşî wan tê kirin. Ew jî xwe wek zavayên şermok his dikin. Piştî xwarina şivan û mêran, jin û zarok dest bi xwarinê dikin. Wê gavê merivên navosere çixarên tûtinê dipêçin, qîz û xort li ber awazên bilûrên şivanan govend digirin û dîlanê dikin.

Piştî ku têra xwe dîlanê dikin û stranan dibên, şivan û bêrîvan diçin bêrîyê, pezê xwe didoşin. Rebenên mîh û bizinan, vê carê belasebeb li hêvîya berx û karên xwe dimînin, lewra bêrîvan çirek şîr jî di guhanê wan de nahêlin. Wê rojê kevanî dilxweş û şa ne. Lewma bi hestên nerm dikevin xeyala mast û dew û rûnê pir. Wê hîzên xwe yên rûn dagirin; kûpên xwe tije penêrê helandî bikin. Ji bo ku zivistanî jî dew vexwin û mehîrê çê bikin jî, wê têra xwe çortan hişk bikin. Kevanîyên nexweş û lawaz jî, wê têkevin tatêleka kilandina meşkê.

Piştî bêrîyê herkes li gor temenê xwe li hev dicivin û bi hev re dikevin çalakîyan. Kesên rîsipî û navosere bi hev re dikevin şêwr û galegalan; kesên xort jê bi pêşbezkê, navê, lanka, kevir avêtinê, çirê, gogê, darpêlkê, dûrgavê û lîstikên din dilîzin. Keçik û zarok jî bi heftokan, hindilk, tepê, veşartok û lîstikên din dilîzin. Qêz û xort hevdû dixapînin, bi dizî ramûsan, soz û dîyarîyan didin hev, herkes şegbûn û jêhatîbûna xwe, şahbazî, tore û hunerê xwe rê hev didin. Di dawîn de jî herkes li çolê peyedar dibe, hinek li kavkulîlk ûdobelana digerin û didin hev, hinek gereng, xelîlok û pincarên şêrîn didin hev. Piştre bi dilşahî û hêvîyek mezin berê xwe didin malê.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *