Kiryar û êrîşên ”Rêveberîya Xweser” ji prensîbên civatek medenî, sivîl û demokratîk gelekî dûr in!

 

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê     (TDK-TEVGER)
Tevgera Demokratîk a Kurdistanî      (TDK-TEVGER)
Kürdistan Demokratik Hareketi         (TDK-TEVGER)
Kurdistan Demokratische Bewegung (TDK-TEVGER)
Democratic Movement of Kurdistan  (TDK-TEVGER)

 


Kiryar û êrîşên ”Rêveberîya Xweser” ji prensîbên civatek medenî, sivîl û demokratîk gelekî dûr in!

Rêveberîya Xweser, li gorî prensîp û îdeolojîya PKKê li rojavayê Kurdistanê bi metodên yekrengî, yekdengî û totalîterî ve civatê dîzayn dike. Ew ne li gorî berjewendîyên miletê Kurd, lê di xizmeta berjewendîyên îdeolojîk de tevdigere.

Bi dehan caran e ku ji alîyê hêzên nenas, lê ji alîyê raya kurdistanîyan ve naskirî ne, êrîş hatine ser medya derveyî îdeolojîya yekrengî û totalîter ya Rêveberîya Xweser. Êrîşên ”Ciwanên Şoreşger” û rêxistinên jinan yên bi ser PKK û Reveberiya Xweser ve û herweha helwesta îptalkirina destûra karê Televîzyona Rûdawê û qedexekirina karê wê li Rojavayê Kurdistanê, ne kiryarên meşrû ne û ne jî helwestên li gorî prensîpên civatek demokratîk in.

Civatek ku ji tora medyaya azad bêpar be, ne civatek vekirî û medenî ye. Rêveberîya Xweser, dixwaze civatê bi metodên şîdetê îdare bike. Ew tehamul û rêzê ji nerîn û helwestên cuda re nagre û dixwaze civatek li ser esasê yekreng û yekdeng ava bike. Ew dixwazin civata pirreng û pirdeng qedexe bike û bi vî awayî li dijî berjewendîyên xelkê tevdigerin. Mixabin îro li Rojavayê welatê me, binxetê, civatek weha ji reng û dengên civateteke pirreng bidûrketî û dûr tê ava kirin.

Em bangî Rêveberîya Xweser dikin ku rêzê ji nerîn û helwestên derveyî xwe re bigrin. Dest ji qedexekirina tv, radyo û partîyên derveyî xwe û ji destdirêjîyên nemeşrû û totalîter berdin.

Pirdengîya civata me dewlemendîya me ye. Ew bingehê civata şaristanîya Kurdistanê ye. Divê em bi hestekî neteweyî û demokratîk vê şaristanîya xwe ya dewlemend biparêzin! 06/02/2022

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê

TDK-TEVGER

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *