KÎ ZALİM E? 1-2


Nezirê Cibo
Kî zalim e? -1 Îsraîl an dewletên Misilman? Kaynak: Kî zalim e? Îsraîl an dewletên Misilman?

Piranîyek (ne hemu, beşek) Kurdên meyên çep ku hêj rêça Stalin dişopînin û yên Îslamist ji heman tasê av divexun. Di çarçova hisiyata milli de ez dinavbera wan de cudatî nabînim. Herdu alî jî, ji hişmendîyên milli kêmin û ji parastina berjewendiyên Kurd û Kurdistanê durin. Alîyê çep berjewendiyên milli qurbanî “biratiya gelan” dikin, aliyê Îslamîst bi qurbana “biratiya mislimanan” dikin. Siyaseta wan di vê esasî de tê hunandin. 

Di serîde ez bêjim: Zilm û bê hukukî ji kîderê were bila were, gerek însanên bi wîjdan û bi merhemet li hember derkevîn û qebul nekin. Ev nayê niqaş kirin. Tiştê ku ez dixwazim niqaş bikim, helwesta van herdu alîyên ku bahsa wan hatîye kirin. Herdu alî, Qaşo li hemberî zilm û zora İsrail a liser Filistîn xwe diçirînin. Bi piranî alê Îslamîst; Hero li kolan û sikakên Diyarbekir qaşo zilma Îsraîl a li ser Filîstînîyan protesto dikin. Hêstirên wan wek lehîyê tên xwar. Hezar nifir û heqaretan li Îsraîl dikin. Halbûkî ew Filistîniyên ku xwe liser wan diçirînin dijminên doza Kurd û Kurdistanê ne. Dost û alîgirên dijminên Kurda ne. Ew Filîstînî bûn ku duho lî gel Seddam lî hemberî Kurda şerdîkîrîn. Ew Filîstînî bûn ku ji bo qatlîama helepçe Seddam pîroz dikirin. Û dîse ew Filîstînîne ku îro lî rojava Kurdistane li hemberî Kurda şerdikin, li Rojhilat ji bo geber kirina katilê xortên Kurda Qasim Silêmanî hêstir di barînin.Rêvebir, diplomat û serokên Filîstînîyan bi avazek bilind û eşkere vê dijminantîya xwe tênin ziman. Wekî ku tê zanîn, serokê Filîstînîya ê herî bi nav û deng Yaser Arafat jî piştî qatliama Helepçe destê wî dî destê Seddam de û jibo pêkhatina qatlîamê ya li hemberî Kurda pîroz dikir  û wiha digot: 

“Serkevtîna damezrandina dewleta Kurd wek ku xencerek têxîn zîkê Ereban, ewqas buyerek xetere.”

Ev gotin jî ya serokkomarê Filîstîn ê îro, Mahmut Abbas e: “Eger lî Surî rejim têk here dê dewleta Kurd werê damezrandîn. Ev jî ji bo Rojhîlata Navîn tehlûkeyek mezîn e”

Çaxê ku komkujîya Helepçe ji terefî hovê Sedam pêk hat û bi hezaran Kurdên sivîl hat kuştin, rojnameger ji Yaser Arafat dipirsin; “Tu di derheqa Helepçe çi difikirî?” Arafat bersiv didde; “Ev mesele ya Iraqê ye, em rêz li buyerên wan yên navxweyî digrin”

Yanî Arefat rasterast, piştgirîya komkujîya Kurda dikir û rêz ji hovatîya Sedam digirt. 

Pîştî ku Seddam hat geberkirin, fîlîstînyan pêkerê wî bi mersîmek girsayî li Rojava Şerîa çikandin. Di mersîmêde walîyê heremê ê Filîstin Ravacba di axaftina xwede pesnê Sedam dida û wiha digot: 

“Sedam wek Yaser Araft sembola şeref û mêrxasîya Ereban bu. Ew pusula neteweperestîya Eraba bun. Çaxê ew rebun ser xwe û ketin rê, neteweperestîya Ereban ji bi wan re rabû û meşî. Sedam Hûseyîn, şehîdê herî mezin e… Serokê mezin Mahmud Abbas jî di şopa wande di meşe.” 

Di netîce em karin bêjin ku Filîstinî her li gel zaliman ci girtin û zilm zora li ser Kurda qet nedîtin. De îcar werin em di heman mijarê de, li helwest û sekana diplomat û serokên Îsraîl binerin:
Di sala 1988/16 Adarê, çaxê komkujîya Helepçe pêk hat, li ser ruyê Cihanê, li hemberê vê wahşetê tenê Paytexta Îsraîl, Tel Avîv deng bilind kir. Mamoste Beşîkçî ew rojên reş û xeter bi bîr tanî û wîha digot: 
“…Çaxê qatlîama Helepçe pêkhat, li herêmê 6000 hezar Kurd hat qetil kirin. Li hemberê vê hovîtîyê Dinya bê deng ma. Ne ji Parîsê, ne ji Berlînê, Ne ji Londrayê, ne ji Romayê, ne Washingtonê û ne ji Moskovayê û ne ji Dewletên Misliman deng derneket. Çimkî hemuyan piştgirî didan Sedamê qatîl. Tenê deng ji Tel Avivê derket; Roja 1988/17 Adarê Li Telavivê Yahudî û Kurda tevde derketin meydana û ev komkujî protesto kirin û Dinya pê hisandin.”  

Dema referanduma Başur pêk hat, serokvezîrê Îsraîl Netanyahu raste rast beyan kir: “Eger Kurdistan azadiya xwe ilan bike emê alîkar bin û nasbikin… Wextê Kurdistaneke azad hatîye.”

Dî heman demande çaxê Ku Erdoxan liser Filîstînya zirt li Îsraîl dikirin  Netenyahu wiha bersiv dida: “Ew Erdoxanê ku Kurda qetil dike… Nîkare waaza bide me. Bila dev ji van vira berde” Di daxuyanîyek xwe din de wiha digot: 
“Xeynê Mislimanan pêve tu kes zilmê li kurda nakin. Yek welatek Mislimanan tüne ku destê wan ne ketibê xwîna Kurda… Eger îro em Kurda wek dijmin îlan bikin, Hemû memlaketên Misliman wê me himbêz bikin.” 

Wezîrê İsrail ê Adaletê, Ayaled Shaked wîha dîgot; “Wextê Kurdistane ke serbixwe hatiye. Em bi hemû hêzên xwe arîkarî didin serxwebûna Kurdistanê” Rêzdar Shaked wîha didomand; “Kurd mafên mîrovan baş dîparêzin. Rêzê li jinê digrin. Milletekî esîl û aştîxwaze…” Ayaled wiha berdewam dike: 
“Ji bo Kurda devletek serbixwe ne sedeqeye ku werê îkram kirin. Liser xaka bav û kalên xwe jiyanek azad û birumet, wek hemû mîlletan mafê wanî tabîî û meşru ye.”

Cîgira wezîrê derve yê Îsraîl Tzipi Hotovelya jî, çaxê Tirk ketîn Rojavaya Kurdîstanê wîha digot: 
“Tîrk vêcarê dixwazin li Surî jî Kurda qirbikin. Em vê zilmê bi tu ewayî qebûl nakin. Lî hemberî van erîşên Tirkan, ji destpêkê heya nîha wek dîplomatîk, çi ji destê me hatîye me texsîr nekiriye. Her wiha ev alîkarîyên me heya ku Kurd bibin xweyî dewlet dê bîdomînin. Em bi van hevkarî û alîkarîyan jî xwe serbilind dibînin”

Ji alê din, bi sed salaya ku “birayên” me Tirk, Fars û Ereb bi qasî misqal’i zir heq û hukukên Kurda nasnekirine, hebûna wan înkarkirine. Qatliam, zilm û zora ku li kurda kirine hemû dinya şahide. 

Li ber vê rewşa darîçav, ev birayên me yên ku bi herdu çavan liser Filîstnîyan digrîn, bi her firset û bahaneyê, êrîşî Îsraîl dikin. Sebep; qaşo Îsraîl zilm û zordariyê li Filistiniya dike, bê hiqukîyê dike. De îcar werin em binêrin ka kî zilim û bê hiqukiyê dike? İsrail an Misliman? Bê hiqukî li Îsraîl heye an li nav dewletên Mislimanan heye? Kerem bikin hun qiyas bikin: 
Li İsrail’de hejmara Ereba: 1.5 milyon e.
Zimanên fermî: İbranî û Erebî ye.
Zimanê perwerdê; İbranî û Erebî ye.
Di parlementoya İsrail de; Parlementerên Ereb û Yahudiyan tevde kardikin.Di parlementode, Herkes bi zimanê xwe û ligora kevneşopîyên xwe yên olî sund dixun.
Li İsrail, gerek Ereb, gerek grubên olî an etnikî mafên hemûya ligora normên navnetewî, bi kanunan hatina parastin.
Niha jî em qaşo develeta herî demokratik ya Misliman li Tirkiyeyê binerin;
Li Tirkî nifusa Kurda: 30-40 Milyon e (Ji ber ku hebûna Kurda fermî nayê qebûl kirin, hejmara Kurda texmîniye)
Zimanê Fermî: Tenê Tirkî ye.
Zimanê perwerdehîyê: Tenê Tirkî ye.
Li Tirkî bi qasî misaqalî zir heq û huquqê Kurda yê fermî tüne.
Îcar hun bejin, gelo kî zalim e. Kî demokrat e. Kî dijmin e?
Gelo birayên(!) me misliman an? Kafirên(!) Yahudî?
De îcar destê xwe deynin ser vîjdanê xwe û bersiva van pirsa bidin;
Gelo zalim kiye? İsraîl e, an Mislamanin? Mazlum Kurdin an Filîstînî ne?
Dijminê Kurda Mislimanin an Îsraîl e?

Mesaj : KÎ ZALİM E? -2 Berî niha bi çendekî min nivîsek bi heman sernivîsê parve kiribû. Di wê nivîsêde me kiryar, gotin û lepta diplomat û rêvebirên Filîstîn û Îsraîl danîbû berçav û pirsî bû; Ka kîjan ji wan zalim e? Êrîşa HAMAS ya talî û piştre misilleme ya Îsraîl bu sebeba dubara kirina vê sernivîsê. Piştî êrişa HAMAS ya li hemberî sivîlên İsraîl, di çapamenîyêde gelek buyêr û wêneyên balkêş û hovane hatin weşandin. Me bi ibret û acêpmayî xwend û zindî temaşe kir. Bi rastî wekî her insanê xwedî ujdan û bi merhemet ez jî acêpmayî mam û çawa dile me ser kuştina zarokên Filîstin diêşîya li ser kuştina zarok û sivîlên Îsraîl jî êşiya. Çeteyên HAMSê di nava rojekê de her der kirin gola xwînê. Ne gotin ev zaroke, jîn e, ixtiyar e. Bi sedan sivîl kuştin û cendekê wan li kolanan vezîlandin. Gelek jin û zarokên Îsraîl esîr girtin, wek kole di mezatên ur bendekên Ereban de foritin. Lê dinav van nûçeyên buyerê de, vîdeoyek hebû ku çaxê min ev temaşe kir, dilê min xelîya û laşê min qesem girt. Ez çiqas fikirîm ku peyvekê bibînim û vê waşhşetê bînim ziman, mixabin min tu peyv nedîtin. Tenê ev peyv ji deve min derget; “Ev ne insanin. Wahşin, hovin…” Belê ev kesên ku qizika Îsraîlî ya 18 salî tazî kirin û li gel qîjên “Allahu Ekeber” termê wê didanber işkencê, ne mimkine ku meriv ji wanre beje însanin. Ew qîzika ku ji bo pêşdarî festîvala Muzîkê ya Aşîtîyê bibe… Bê suc û bê guneh… Bê guman piştî misilleme ya îsraîl kuştina sivîl û zarokan nayê qebulkirin û ciyê nalet kirinêye. Lê kesê ku di sere wî de biçek aqil û di dile wîde piçek merhemet hebe, gerek van hovên HAMAS nalet bike û zanibe ku ev zihniyet dijminê însaniyetê ye. Bi taybetî Kurd gerek zanibin ku mesebibê qatliama Dersim, Zîlan û şingalê heman zihnîyet e. Milletê Kurd ev hezar salin, her bûne hedefa zilm, zor, qatliam û êrişên bi vî rengî. Qatliam û êrişa talî ya Şengalê, hêj liber çavê meye. Piştî vê qatliamê min digot îcar ti wahşîtî ji minre dê xerip newyê û ezê acep mayi nebim. Lê bi rastî ev êrîşa hovên HAMASê em cardin acep mayî hiştin. Bê guman zihniyeta ku Şingal kir gola xwînê, zaro û zêçên Kurdên Êzidî kuştin, jin û qizên wan esîr kirin û li mazatên Ereban firotin, heman zihnîyete. Ferqa İŞİD û HAMAS tune. Di navbeyna van herdu qaqtliman de ferqek heye: Kurdê Şingalê bê xwedî bûn. Lê Îsraîlî ne bêxwedîn e. Xwdîyê wan heye. Dewleta wan heye û erka wanî tolhildan û parastinê heye. Niha jî tola xwe dihilînin… Belê, wekî ku li jor me anî ziman; Îsraîl jî li hemberî Filistîniyan êrişên tund bi kar tîne û carcara sivîla dike hedef. Lê kî çi dibêje bila beje, Îsraîlî ti cara wek Mislimanan hovîtîyên wiha nekirine û nakin. Êrişa HAMASê ya talî ev cardin da ispat kirin. Bi dehan zarok, keçik, jin, ixtiyar bi qîjqîjên “Allahu Ekber” kuştin û bi kuştinê jî ne sekinin; Cendekê wan tazî kirin û laşe wan li sikak û kolanan gerandin, parçe parçe kirin. Ligora hiqukê navnetewî ev kiryar terörizm e, suc e, wahşete. Kuştina zarok, pîrek, ixtiyar û sivilan bi destê kîbe bila bibe, nayê qebûl kirin û ciyê rûreşîyê ye, bêqanunî ye, terör e. HAMAS navê vê hovîtiya xwe kiriye “Tufana Aqsa.” Wateya vê navlêkirinê vê yekê tîne ziman; Mescîdî Aqsa milkê mislimana ye. Filîstîni û hemû Misliman iddia dikin ku Kudûs qibla wan a yekem e û Mescidî Aqsa malê wan e. Û her wiha hemû Ereb û bi taybet Filîstînî îdddîa dikin ku Îsraîl ne meşru ye, liser axa wan hatîye damezrandin û gerek werê tüne kirin, tuxmê Yahudîyan werê qelandin. Yekem ev nêrîn ji însanetîyê dûr e. Li alê din, dîrok û realîta ne wiha dibêje. Dibêje ku ; Yahudî milletekî qedim ê vê coğrafyayê ye. Îro erda ku îsraîl liser hatîye damezrandin, cî û warê bav û kalê wan e. Bi dehan car Tufanên ji Tufana Aqsa dijwartir hatîye ser wan û leqayî jenosîd, zor, zilm û qatlîaman bûne. Milletekî mazlum e. Bi dehan car, ji ax û welatê xwe bi darê zorê hatin muhacîr kirin. Bi hezar sala ji ax û welatên xwe dur ketine, liser rûyê Dinyayaê belav bûne, wek muhacir jiyane. İddia din ya ku Ereb dibêjin; Kudus û Mescidî Aqsa malê me ye. Ev jî ne raste û bê bingehe. Mescîdî Aqsa, Beriya Mislimantîyê, hêj pêxember Muhammed nehatibû Dinyayê, ji terefî Pêxember Süleyman di sala MÖ 957\\\\\\\’de hatîye ava kirin. Yanî hêj Xiristîyanî jî tunebû, Mescidî Aqsa hebû û mabeda Yahudîya ya herî pîroz bû. Îro jî wisa ye. Ji bo Mislimana, Mekke û Kabe çiqas pîroz û muqaddes e, ji bo Yahudiya jî Kudûs û Mescîdî Aqsa hewqas muqaddes e. Yanî him ligora dîrokê, him jî ligora hiquqê navnetewî Kudus û derdora wê ne malê Mislimana ye û ne malê Xiristîyane ye. Mal û milkê Yahudîya ye. Ev derdor, berî Mislimantîyê , ji donema Roma û virde di destê Xiristîyanan de bû. Di dema Xelîfe Ömer’de Mislimana Kudûs işgal kir. Piştî İşgala Mislimana û virde, Yahudî ji bo îbadet û ziyaretiya heremê her hatin asteng kirin, zilm û zor dîtin. Aqsê wê îro Yahudî hakimê heremê ne lê, ticara astengî ji bo ziyaretiya Kudus û herêmê ne kirin. Eger misliman piçekî empati bikin, xwe têxin şuna Yahudîya û wiha bifikirin; Meke û Kabê ji terefî Yahudîyan werê işgalkirin… Gelo Misliman wê çibikin? De îcar li van kiryarên Filîstînîyan û Mislimanan, li dîrokê binêrin û biryar bidin ka kî zalim e? Kî mazlum e? Filistînî an İsraîl… Kurdên çep û Îslamîst vê yekê nabînin û derdikevin kolanên Amedê dibêjin “Bijî HAMAS” û postere berdevkê Tugayên İzzeddin el-Kassam Ebu Ubeyde yê nijadperestê Filîstînî bi surên Amedê ve dalaqandin. Ev jî balkêşe, di Dinyayê de berî Kurdên dinav HUDA_PARÊ de tukesî xwepêşandinên wiha lidarnexistin û piştgirî nedan HAMASê. Gelo ev zanin damezranê HAMAS’ê kî ye û jibo Kurda çi fikirye û çi gotîye? Ez bejim: Damezranê wê, Şweyh Ahmed İsmaîl Yasîn e. Ev şexs Filîstînî ye û nijad perestekî Ereb e. Di sala 2004an de, ji terefî hêzên Îsrail ve hat kuştin. Çaxê Sedam dest bi Enfala Berzanîyan kir, ji bo ku Filîstînî herin arîkarîya Sedam fetwa dida. Digot qetla Kurda helal e û wiha didomand; “Gelî Filîstînîya, ez ser navê xwedê sund dixûm, emê izin nedin ku Îsraîlek duyem ya bi navê Kurdistan werê damezrandin. Lewma elzem e ku em bilez herin aîkarîya birayên xwe yên İraqî. Ji bîrnekin; kuştina yekî Kurd û yekî Yahudî ferq nake. Ha we Kurdek Kuşt ha Yahudîye, hiç ferq nake.” Li ser vê banga Şêx Ahmed bi hezaran Filîstînî çun hewara Sedam û bi hezaran zarokên Kurda kuştin. Bê guman, gerek dile her însanê bi ujdan liser kuştina zarok û sivîlên Filîstînîya bi êşe. Lê, ew Kurdên ku li ser Hamas û Filîstînîyan hêstira dibarînin bila zanibin ku Filîstînî evin û ji roja roj de, dijminên Kurdan e û ne liser heqîyê ne. Ev yek. Ya dudu ya; Çaxê zarokên Kurda tên kuştin em van xwedî şaşik û kumikan nabînin. Deng ji wan derneyê. Ev psikolojî ya bindestîyê ye. Ev tirsonekî ye, xwe tatmin kirin e. “Nikarin kerê, dibezin kurtên” Rebenno, agir ketiye mala we. Eger hun mêrên, eger hun ligel heq û huquqin fermo, vî agirê nav mala xwe vemrînin. Dure here hawara cîranê xwe… Siyaset gerek bi zanîyarî û ilmî werê saz kirin. Sîyaset ligora berjewendîyên civakê, ligora şert mercên welat û Dinyayê, ligora hedef û armancên sosoyolojîk, siyasî û aborî tê organîze kirin. Ne bi hîs û ne bi prensîbên îdeolojîk an olî, tê meşandin. Bi Kurtasî; Kî wefa ye, ew bav û bira ye. .
Tarîxa şandinê : 08 Kanûne 2023 Îne 11:52

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *