Artêşa Îraqê li gundên nahyeya Sergaranê ya Kerkûkê nehişt cotkarên Kurd herin ser zeviyên xwe û di nava zeviyên xwe de bixebitin.
Tevî ku qanûna vegerandina erd û milkên Kerkûkê ji bo xwediyên wan ên rastîn di Parlamentoya Îraqê de hatiye pejirandin jî artêş careke din astengiyan ji cotkarên sînorê Sergeranê re derdixe.
Muxtarê gundê Şenaxeyê yê Sergeranê Mihemed Îsmaîl got, “Artêş hêzê dişîne lê me biryara xwe daye û em dê dest bi kar bikin.”
Îro çend efserên artêşa Îraqê çûne ser gundên Sergeranê da ku rê li ber karkirina cotkaran bigire.
Nûçegihanê Rûdawê Hîwa Hisamedîn got,”Cotkaran biryar dabû ku îro li gundê Şenaxeyê li ser zeviyên xwe bixebitin lê artêşa Îraqê hemerek şand gund da ku rê li ber gundiyan bigire.”
“Li gorî qanûnê ev erd û zevî yên me ne”
Muxtarê gundê Şenaxeyê Mihemed Îsmaîl diyar kir ku êdî ti kes nikare rê li ber wan bigire û wiha got:
“Me bi wan re qise kir, ew kesên biedeb in û ti pirsgirêkên me bi wan re nînin lê pirsgirêka me bi serwerên wan re heye ku fermana rawestandina me dane.
Wan careke din traktor û amûrên çandiniyê rawestandine û mixabin guh nadin qanûn û biryarên dadgehê jî.”
Li gorî qanûna vegerandina erd û milkan ji bo xwediyên wan ên rastîn ku di Parlamentoya Îraqê de hatiye pejirandin.
Mihemed Îsmaîl amaje bi qanûnê zeviyên Kurd kir û got, “Li gorî qanûnê em xwediyê van erdan in lewma min ji efseran re got, êdî em nasekinin, çi tedbîrên we hebin bi cih bînin.
Me biryar daye ku em karê xwe bidomînin, wan jî berpirsên xwe agahdar kirine û daxwaza hêzên din kirine, niha hêzeke din jî tê herêmê.”
Li gorî gotina muxtar Mihemed Îsmaîl Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Teha û Birêvebiriya Çandiniyê ya Kerkûkê nivîsa fermî ji wan re şandine ku dest bi kar bikin lê Fîrqeya 8emîn a artêşa Îraqê rê li ber wan digire û nahêle ew karên xwe bikin. (Rûdaw)