Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yên Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed diyar kir ku bi 2 kompanyayên Amerîkayê re çend peymanên enerjiyê hatine îmzekirin ku bihayê wan 100 milyar dolar e.
Bi serpereştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, du peymanên girîng di warê enerjiyê de di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û du kompaniyên mezin ên Amerîkî yên petrolê hatin îmzekirin.
Serokwezîrê Mesrûr Barzanî îro 19ê Gulana 2025an di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya ji bo Amerîkayê de, di merasîmekê de li Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê li Washingtonê, serpereştî û çavdêriya merasîma îmzekirina du peymanên girîng di warê enerjiyê de kir.
Kompanyayên petrolê, HKN Energy û Western Zagros bi awayên cuda du peymanên mezin û girîng di warê pêşxistina sektora petrolê ya Herêma Kurdistanê de li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kirin.
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê li Washingtonê di konferaseke rojnamegeriyê de axivî.
Wî ragihand ku wan 2 peyman bi kompanyayên Amerîkî re di warê petrol û gazê de îmze kirine ku bihayê wan zêdetirî 100 milyar dolarî ye.
Kemal Mihemed li ser peymanan û hevahengiyê bi Hikûmeta Îraqê re got: “Me şêwir bi hikûmeta Îraqê re nekiriye.”
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî got: “Armanca serdana heyeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cenabê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Washingtonê, ji bo xurtkirina pêwendiyên siyasî, aborî û leşkerî ye li gel hikûmet û kompanyayên Amerîkayê ye.”
Kemal Mihemed behsa peymanan kir û wiha domand:
“Di vê geştê de du peyman di warê pîşesaziya petrol û gazê de tên îmzekirin. Peymana yekem ji bo gazê ye li gel kompanyaya Mîran Enerjiyê ku ji du kompaniyan pêk tê; kompaniya HKN a Amerîkî û Onex ku di warê petrolê de kar dikin.
Peyman ji bo wê ne ku kêlgeha gazê di jêrxana Herêma Kurdistanê de were bikaranîn ji bo bikaranîna karebayê, her wiha ji bo wê karebayê jî ku diçe Îraqê lewma dikarim bibêjim Îraq û Herêma Kurdistanê jî dê jê sûdmend bibin.”
“Îraq jî dê sûdmend be”
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî amaje bi peymaneke din kir û got:
“Peymaneke din li gel kompaniya Western Zagrosê ye, ew kêlgeh jî kêlgeha gaz û petrolê ye, Western Zagros kompanyayeke Amerîkayê ye, berê li kêlgeha Kurdemîr kar kiriye, encamdana vê peymanê jî ji bo wê ye ku kêlgeha Kurdemîr li gel Kêlgeha Topxaneyê berhema petrol û gaza wan zêdetir bibe.”
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî di bersiva Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde jî da û got:
“Me şêwir bi Hikûmeta Îraqê yan Wezareta Petrolê ya Îraqê re nekiriye lê ev jêrxana wekî gaz û petrol, bi taybetî gaz di berjewendiya Îraqê de ye jî, ji ber ku niha kêlgehên Kormor û Xurmeleyê ku 650 milyon pê sêgoşe gaza wan heye, zêdetirî hezar mêgawat kareba ji bo torên derveyî Herêma Kurdistanê ji bo Îraqê berhem tînin.
Niha em gazê ji bo berhemhînana karebayê bi kar tînin, şiyana jêrxana karebaya me 8 hezar û 189 mêgawat e lê ya ku tê berhemhînan 4 heta 4 hezar û 500 mêgawat e, ew jî ji ber tunebûna gaza pêwîst e.
Niha kêlgehên Herêma Kurdistanê ji bo berhemhînana karebayê pêwîstî bi milyonek metre pê sêgoşe gaz heye ya ku me heye 525 milyon pê sêgoşe ye li Komorê û 120 heta 130 pê sêgoşe li Xurmeleyê ye, ev jî nîvê pêwîstiya karebayê ye.
Pêkanîna peymanan dibe sedema çareserkirina pirsgirêka karebayê, her wiha ji bo pîşesaziyê wekî çîmento û hesin tê bikaranîn ku niha em petrola reş bi kar tînin; hevdem em dixwazin wekî welatan gazê ji bo malan dabîn bikin.”
“Divê peyman pirsgirêkan çenekin”
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî di berdewamiyê jî de got:
“Em dixwazin pêwendiyên xwe li gel welatan baştir bikin, bi taybetî Amerîka ku piştgiriyê ji berjewendiyên xwe dike, bêguman dema berjewendiyên wan bikevin Herêma Kurdistanê bi dilniyayî parastinê ji berjewendiyên xwe û yên me jî dikin.
Li Kêlgeha Mîranê li gorî texmînan zêdetirî heşt trilyon pê sêgoşe gaz heye, bi nirxê niha nêzîkî bihayê 40 milyar (dolar) dike.
Bi heman şêweyê mijarê Kêlgeha Topxaneyê li gel kompanya Western Zagrosê, 5 trilyon pê sêgoşe gaz û 9 milyon bermîl petrol tê de heye û li gorî nirxê niha nêzîkî 70 milyar dike û bi hev re dibe 110 milyar dolar lê ev texmîn e û dibe ku zêdetir yan kêmtir be.”
Kemal Mihemed derbarê helwêsta Îraqê ya li ser peymanan jî wiha got: “Divê peyman pirsgirêkan çênekin, ji ber ku heman peyman berê jî hebûn, tenê kompaniyayek derketiye û yeke din ketiye şûna wê, em jî li bendê nînin ku Bexda razî be yan na, ji ber ku peymanên me yên din hene û eger pirsgirêk hebe dê ji bo hemûyan hebe, lewma ez pêşbîniya pirsgirêkan nakim.”
Di beşeke din a konferansa rojnamevaniyê de, Kemal Mihemed behsa destpêkirina ji nû ve ya hinartina petrola Herêma Kurdistanê kir û got, ew texmîn dikin ku “di demeke nêzîk de” hinartina petrola Herêma Kurdistanê dê ji nû ve dest pê bike. (Rûdaw)