Karwanekî leşkerî çû Efrînê: Gelo dê çekdar derkevin?

Nîşan Efrîn Komên Çekdar
A+A-

GUHDARÎ BIKE

Hewlêr (Rûdaw) – Îro karwanekî hêzên Ewlehiya Giştî ya Sûriyeyê derbasî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bû.

Hêza ku dê derbasî Efrînê bû dê li herêmê gereke berfireh pêk bîne.

Li gorî tomareke dengî ku hatibû ji Rûdawê re, Berpirsê Asayişa Giştî ya Helebê Ehmed Ebû Sûraqe eşkere kiribû ku roja pêncşemê karwanekî hêzên Asayişa Giştî dê here Efrînê.

Ew karwan îro gihişt Efrînê û Kurdên Efrînî ji bo îtimala ku çekdar derkevin şahî kir.

Derbasbûna van hêzan, wekî “destpêka wergirtina desthilata herêmê ye” tê nirxandin.

Serokkomarê Sûriyeyê yê qonaxa veguhastinê Ehmed Şer berê tekez kiribû ku ew pabend e bi hêsankirina vegera şêniyên Efrînê yên ku piştî dagirkirina Tirkiyeyê ya sala 2018an koçber bûne.

“Parêzgarê” ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li Efrînê hatibû tayînkirin red kiribû

Destpêka meha Kanûna Paşîna 2025an, parêzgarê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li Efrînê hatibû tayînkirin, li dijî radestkirina kontrola Efrînê derketibû û gotibû ku dê di demeke pêş de ev mijar careke din were gotûbêjkirin.

Hêjayî gotinê ye ku derbasbûna vê hêzê beriya ku Ehmed Şer li Şamê wekî serokkomar were destnîşankirin hatibû plankirin.

Dagirkirina Efrînê

Grûpên Çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê bi alîkariya Tirkiyeyê 20ê Kanûna Paşîna 2018an êrişî Efrînê kir.

Şer û pevçûnan 58 rojan dewam kir Tirkiyeyê û grûpên çekdar Efrin di 18ê Adara 2018an de dagir kir.

Di van 6 salan de li Efrînê binpêkirinên mezin ên wekî talankirin, kuştin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kirin.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên pêwendîdar û aliyên siyasî yên Kurdî vê dagirkeriyê protesto dikin jî dagirkerî û tawanên hovane yên li dijî Kurdên Efrînê berdewam dikin.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *