Kanada dixwaze hevkariya xwe ya bi Herêma Kurdistanê re zêdetir bike

Seroka Nûnertiya Kanadayê ya li Hewlêrê Tammy Amesê ragihand ku welatê wê bi Herêma Kurdistanê re pêwendiyên baş hene û ew dixwazin hevkariya xwe ya aborî bi Herêma Kurdistanê re xurtir bikin.

Berpirsa Ofîsa Hewlêrê ya Balyozxaneya Kanadayê ya Îraqê Tammy Amesê ji Nûçegihanê Rûdawê Rence Cemal re got:

“Em îro 10 saliya hebûna Kanadayê li Herêma Kurdistanê pîroz dikin. Ev 10 sal ji bo me qonaxeke girîng e.

Em hêviya 10 salên din an jî zêdetirî 10 salên din dikin. Ji bo me rojeke taybet e ku em û hevalên xwe pîroz dikin.”

“Pêwendiyeke baş a Kanadayê bi Herêma Kurdistanê re heye”

Tammy Amesê diyar kir ku Kanada û Herêma Kurdistanê di gelek waran de li kêleka hev bûne û wiha domand:

“Pêwendiyeke baş û girîng a Kanadayê bi Herêma Kurdistanê re heye. Têkiliyên me yên xurt hene.

Em di gelek mijarên siyasî de di heman alî de bûne. Em difikirin ku em dikarin di warê aborî de jî çêtir bibin.

Bi baweriya me gelek derfet hene ku hejmareke zêdetir a kompanyayên Kanadayê dikarin hevkariyê bikin û li Herêma Kurdistanê şirîkan bibînin.”

Kanada endameke girîng e di nav Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de ku sala 2014an bi serokatiya Amerîkayê hatiye damezrandin.

“Em dixwazin hevkariyên zêdetir bibînin”

Amesê kêfxweşiya xwe ji bo “hestên pir baş” ên li hemberî yekîneyên artêşa Kanadayê yên li herêmê nîşan da û got:

“Bê guman em di warê leşkerî de ji asta herî bilind a şerê li dijî DAIŞê, niha kêmtir çalak in lê artêşa me hîn jî li vir e.

Em hêvîdar in hevkariyên zêdetir di navbera Kanada û Herêma Kurdistanê de bibînin.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *