Joe Biden û Kurd!

Şeyhmus Özzengin

Wek ku em dizanin; di van mehên pêş me de hilbijartinên giştî yên Emerîka hene. Ji van hilbijartinan re 2,5 maye. Yek ji namzetê serokkomarîya Emerîka yê Demokratan jî Joe Biden e.

Joe Biden berî bi çend rojan di hevpeyvînekê de nerînên xwe yên li ser Tirkîyê û kurdan anîn ziman. Di van nerînên Joe Biden de ti guhertin tine ne. Bi bingehîn, nerînên Joe Biden li ser parastina statukoya herêmê, bahsa mafê kurdan dike. Ev helwest, helwesta beşek ji Emerîka ya ku Kerkûk radestî İraq kirine. Ev helwest ewe ku, Sîyaseta Emerî ji Efrîn heta sînorê Qamîşlo, 80 ji % xaka Kurdistanê radestî tirkîye kir û çavê xwe ji guhertina demografîya Kurdistanê re digire.

Joe Biden li ser pirsek di derheqa Serokê Tirkîyê û pirsa kurdan de dibêje;

“Ez ji siyaseta Erdogan gelek nîgeran im. Divê Kurd di proseya siyasetê de beşdar bin. Divê em piştgiriya opozisyona Tirkiyê bikin û Erdogan daxînin.”(!)

Bi salan e, li ser navê kurdan, wek partîya tirkan HDP di parlementoya tirkan de beşdarî „proseya sîyasetê dibin. Ev tenê ji kurdan re bandora dejenerasyonê, asîmîlasyonê û entegrekirina bi dewleta tirk re xurt û bihêz kir. Ev stratejî, tenê kurdan wek beşek ji sîyaseta tirkan, ku bi dewleta tirkan û bi tirkan re, bi pejirandina asîmîle bûnê razî bibin.

Joe Biden dom dike:

“Ez di wê baweriyê de me ku divê em bi temamî siyaseta xwe li hember Erdogan biguherînin. Em bi awayekî eşkere jê re bibêjin: em piştgiriya opozîsyonê dikin. Em bidin fêmkirin ku êdî siyaseta me ew e ku kurd dixwazin di proseya siyasî de beşdar bin û demekê jî di parlemento û siyasetê de beşdar bûn, em wan beşdar bikin. Divê em têbigihînin ku ew xelet e û divê baca wê jî bide.”

Ev jî pir eşkere, kurdan dişîne hinbêza Kemalîstan û dixwaze entegreyî Tirkîye bike. Di virde pir eşkere dibêje; „em piştgiriya opozîsyonê dikin“(!) Kî ne „opozîzyon“a Tirkîye? Eger qesta Joe Biden CHP be. CHP li Tîrkîye ne Opozisyon e. Ew partîyek dewletê a dijberî Kurd û Kurdistanê ye. Ev partî aqlê dewleta tirk diparêze. „Piştgiriya opozîsyonê“ li Tirkîye, nayê wateya piştgirîya pirsa Kurd û Kurdistanê.

Pirsgirêka Kurdan ne bi Erdogan û ne bi proseya sîyaseta nav Tirkîyê ve girêdayî ye. Pirsa Kurd, daxwazên netewî û doza axa Kurdistanê ye. Doza Kurd, doza mafê serwerîyek azad li ser xaka xwe Kurdistanê ye. Ev jî ne bi „beşdarbûna prosesa sîyaseta navxwe ya tirkan“ û ne jî bi entegrasyona bi tirkan re çareser dibe. Bi hilweşandina statukoya kolonyalîst ku, Kurdistan kirîye çar perçe çareser dibe. Ev tê wateya dewletek azad û serbixwe ya Kurdistanê.

Joe Bîden nîyeta xwe eşkere dike Ku wê bi tirkan re bixebite:

“Tiştê dawî ku ez ji Erdogan dixwazim, li ser mijara kurdan e. Ev tiştê dawî ye û berî niha jî ez du car li ser mijara kurdan pê re civiyam, hêj ev bi dawî nebûye. Ez di wê baweriyê de me ku ev karekî mezin dixwaze da ku em bi hev re li gel hevpeymanên xwe li herêmê hevbigrin û bifikirin ku em çawa karên Erdogan li herêmê qetîs bikin, bi taybetî li rojhilatê Deryaya Spî û li ser petrol û gelek mijarên din, ku demeke dirêj dixwaze, bersiv ev e: Belê ez nîgeran im.”

Dema ku Joe Biden wek stratejîk, Tirkîye û serokkomarê Tirkîye ji xwe re wek hevalbendekî stratejîk bibîne, nikare sîyasetek „dostê kurdan“ bimeşîne. Ev li sûrîye û İraq bi dehan caran hatîye ceribandin ku, emerîka dev ji sîyaseta statûkoparêz bernede, nikare piştgirîya kurdan bike. Tenê dikare kurdan ji xwe re, ji bona berjewendîyên xwe bikar bîne.

Joe Biden jî ji serî de sînyalên vê sîyasetê dide me kurdan.

Şeyhmus Özzengin

16.08.2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *