Joe Biden li ser Herêma Kurdistanê çi got?

Serokê Amerîkayê Joe Biden behsa hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî tevî şandeyeke hikûmet, parlamento û karsazên Îraqê li Washingtonê ye.

Mihemed Şiya Sûdanî doh piştî civîna bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re, li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re jî civiya.

Koşka Spî li ser vê civînê daxuyaniyek belav kir û da zanîn Joe Biden behsa hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê kiriye.

“Beşa sereke ya aramiya Îraqê ye”

Li gorî daxuyaniyê, Biden û Sûdanî diyar kiriye “Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşeke sere ya aramî û bipêşveçûna Îraqê ye.”

Koşka Spî li li ser gotinên Joe Biden wiha got:

“Serokê Amerîkayê ji bo hewlên wan ên di rêya çareserkirina pirsgirêkên domdar de destxweşî li Serokwezîrê Îraqê û Herêma Kurdistanê kir ku ew gihiştine rêkeftineke dirêjdem.”

Neşandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ev demek e ku di pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de dibe xala sereke.

Bexdayê herî dawiyê biryar dabû mûçeyên du mehan ên karmendên Herêma Kurdistanê bişîne.

Li gorî daxuyaniyê, Joe Biden ji bo rêkeftina vê dawiyê ya ji bo şandina mûçeyên du mehan ên karmendên Herêma Kurdistanê jî destxweşî li hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê kiriye.

Joe Biden li ser pirsgirêka mûçeyan da zanîn ku ew berdewamkirina hewlan teşwîq dike.

“Piştgiriyê dide hilbijartinên azad û adil”

Koşka Spî derbarê nêrîna Biden a li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî got:

“Serok Biden piştgiriya xwe ya ji bo bihêzkirina demokrasiya li Îraqê aniye zimên û diyar kiriye ku ew li Îraq û Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide hilbijartinên azad, adil û şefaf.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *