Komek jinên Kurd ên li diyasporayê bangî gelê Kurd, dezgehên siyasî û rêxistinên navneteweyî kir.
Di bangê de hat diyarkirin ku yekrêziya Kurdan girîng e û tekoşîna li Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke dîrokî de ye.
Komek jinên Kurd ên ku li diyasporayê dijîn, di nav wan de hunermend Aslîka Qadir, Zelal Dere û çalakvan Încîl Selçuk, Biekhal Alkhalifa û Xeyal Qertal, bi bangeke hevbeş gazî Kurdan kir ku helwesteke hevpar bigirin.
Bang ji bo seferberiya yekîtiya Kurdan
Jinên Kurd ên li diyasporayê diyar kir ku divê cudahiyên îdeolojîk, siyasî û mezhebî bidin aliyekî û bangî hemû Kurdan kir ku ji bo yekîtiyê seferber bibin.
Jinan anî bîra her kesî ku Berxwedana Kobaniyê hêza yekîtî û piştgiriyê nîşanî hemû cîhanê da û divê heman rih îro jî were vejîn.
Banga berpirsyariya dîrokî li aliyên siyasî
Di peyama ku ji bo aliyên siyasî yên Kurd ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku hemû alî li hemberî tekoşîna li Rojavayê Kurdistanê xwedî berpirsyariyeke dîrokî ne.
Jinên Kurd ên li diyasporayê di banga xwe de wiha got:
Welatê me Kurdistan ji sed salan zêdetir e hatiye înkarkirin û dabeşkirin û parvekirin. Bi sedan salan e em bi bişavtin û jenosîd û mişextîbûn û zehmetiyan ra têdikoşin.
Lê belê van zehmetiyan em ji doza me ya heq nedane paş û berevajî wê yekê hewilderiya me xurttir kiriye.
Di sala 2003yan da li Îraqê piştî ketina Sedam Huseyin rêvebiriya Kurdistanê hat avakirin û ev yek qisimî jî be destkeftiyek e ji bo miletê me.
Bihara Erebî ya di sala 2010an da li Tûnisê dest pê kir û karîgerî li ser wê yekê kir ku di 2011an da li Sûriyeyê li dijî rêveberiya otorîter a Beşar Esed raperînên gel rû bidin û vê yekê bi xwe ra şerê navxweyî anî heta ku Beşar Esed ew welat terikand.
Rojavayê Kurdistanê
Di encamê da ji bo Kurdan jî li Rojavayê Kurdistanê derfeta bidestxistina statûyekê peyda bûye ku ev 12 sal in bi pêşengiya Mezlûm Ebdî têdikoşin û 11 hezar şehîdên wan hene.
Em wekî komeka jinên Kurdistanî yên li diyasporayê di gel wê baweriya xwe ya ku çareseriya nîhayî ya kêşeyên me dê tenê bi avakirina Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî pêk were, dîsa jî me nekarî em îro ji vê proseya dîrokî ya Rojavayê Kurdistanê ra bêdeng bimînin.
Em bi îlhambexşiya jinên Kurd ên ku ji bo aşitiyê laçika xwe ya sipî diavêjine nava pevçûn û dijminatî û xwîndariyê, cilikên ser zimanê xwe diavêjin û dixwazin bi daxwazên xwe tevkariyê di vê proseyê de bikin û li ser vê bingehê bang li Kurdên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê û diyasporayê dikin;
Rizgariya me tevan bi wê yekê mimkin e ku em cudahiyên xwe yên îdeolojîk û siyasî û dînî û mezhebî û hwd deynin aliyekî û bi hesteke seferberiyê berê xwe bidine hedefeka hevpar.
Berxwedana Kobaniyê nimûneya herî berçav a vê yekê ye ku miletê me di rabirdûya nêzîk da pêk anîbû û hema hema ji bo hemû cîhanê bûbû cihê şanaziyê.
Li ser vê bingehê: Komên siyasî yên ku li hemû parçeyên Kurdistanê karûbarên xwe dikin; berpirsyariyeke we ya dîrokî heye ji bo têkoşana li Rojavayê Kurdistanê. Siberoja miletê Kurd li ser wê fedakariya we ye ku hûn bikaribin bi hev ra tevbigerin.
Çawa ku hevkariya we û hevhedefiya we têkoşana man û nemanê ya miletê me ye, her wisa em hizir dikin ku daxwazên alîgirên we jî li ser vê bingehê ne.
Beşên civaka Kurd
Di serî da zanayên dînî û akademîsyen û aktîvîstên civaka sivîl û xwendekar û hunermend û ciwan û jin û her wisa hemû beşên civaka Kurd: Pêkanîna yekitiya Kurdan ne tenê berpirsyariya siyasiyan e, ya me hemûyan e. Ji ber hindê pêkanîna vê yekitiyê ya tenê di qada siyasî da, bêguman têrê nake.
Divê her kesek li gor behremendî û derfetên xwe di qadên wekî perwerde û huner û hevkariya civakî da tevkariyê bike di vê yekitiyê da.
Kedkarên medyayê
Bêguman mafê xwegihandina nûçeyên rast, pêwîstiyek e ku hema hema di asta nan û avê da ye.
Em hay jê hene ku pêkanîna vê yekê kedeke cidî dixweze û em keddarên xwe yên vê qadê pîroz dikin.
Her wisa keddarên me yên çapemeniyê gava nûçeyên xwe amade dikin divê xwe ji zimanekî cudaxwaz û xirabker dûr bixin û zimanekî yekîtîxwaz û hevkarîxwaz bi kar bînin û divê hestyar bin ku zimanê wan tevkariyê bike di têkoşana azadiyê ya gelê Kurd da.
Bi taybetî kesên ku li meqamê berpirsyariyê ne, divê ji bîr nekin ku her gotineka wan siberoja me bi rêk dixe.
Bikarhînerên medyaya civakî
Medyaya civakî hema hema karîgertirîn amûr e ji bo ragihandina kêşeyên me û komunîkasyona di navbera me da.
Gelê me gava van amûran bi kar tîne divê xwe ji qirêjiya zanyariyan biparêze û xwe ji zimanê dijminane bigire ku ji cudahiyên siyasî û îdeolojîk peyda dibe.
Divê neyê jibîrkirin ku hêza berbelavkirina vê qadê karîger e û divê ev karîgerî ne ji bo dijminatiyê lê di gel cudahiyên me jî li ser bingeha berjewendiyên hevpar ji bo berbelavkirina hizira yekîtiyê were bikaranîn.
Banga me ye li dezgehên navneteweyî û di serî da jî li Neteweyên Yekbûyî û Encumena Ewropayê û Teşkîlata Hevkariya Îslamî:
Çawa hûn jî dizanin di gel ku nifûsa wan ji 60 milyonî jî borandiye nasnameya Kurdan ji aliyê dewletên cîhanê ve bi awayekî fermî nayê nasîn.
Naskirin tê wateya qebûlkirina hebûna miletekî. Miletê Kurd sed sal e bi têkoşana li dijî sepandinên nemirovane şerê man û nemanê dike.
Kurdên li Rojavayê Kurdistanê 12 sal in bi şerkirina li dijî komên terorîst ên wê derê bi deh hezaran şehîd dane.
Li ser vê yekê em bang li we dikin ku hûn bi piştgiriya bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk bersiv bidin daxwazên heq ên miletê Kurd.
Di vê dema dijwar a Kurdan da helwesta we dê di heman demê da têgehiştina we ya şaristaniyetê jî bide der.
Serxwebûna miletê Kurd ne tenê ji bo me, dê ji bo aşitî û îstiqrara herêmê û her wisa nasnameyên cuda yên wê derê jî bibe misogeriyek.
Bijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk! Bijî Yekitiya Kurdan! Bijî Kurdistan!”
Kesên bangawaziyê îmze kirine:
Aslîka Qadir (Hunermend)
Incîl Selçûk (Siyasetmedar û Çalakvana zimanê Kurdî)
Esreen Ghadrî (Çalakvana Mafên Mirovan / Koma Kurd û Amerîkî)
Biekhal Alkhalifa (Navenda Çanda Kurdî ya Illinois)
Xeyal Qertal (Navenda Çanda Kurdî ya New Yorkê)
Feysa Younes (Federasyona Jinên Kurdistanê ya Ewropayê)
Zelal Dere (Lîstikvan)
Hatîce Kavran (Siyasetmedar)
Nurcan Aktay (Aktîvîsta Mafên Mirovan)
Gullu Celik
Perva Inal
Sabahat Acar
Nurcan Tekin