Jibo Şermezarkirina êrîşên li Helebê û li Îranê li Kolnê xwepêşandan
Di roja 10.01.2026 de jibo şermezarkirina dewleta Sûrîye û çeteyên bi Turkîye ve girêdayî û jibo êrîş, îşkence, girtin û kuştinên dewleta Îranê li tevaya Îran û Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Almanya KOLN xwepêşandanek girseyî ku Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê beşdar bûbûn hat li darxistin.
Di vê pêşandanê de endamên Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) jî beşdar bûn.
Pêşandan bi rêzgirtin jibo giyanê şehîdên Kurdistanê û sirûda Ey Reqîp destpêkir, bi durişmên Kurd û Kurdistanî, Alayên Kurdistanê, hevkarî û berpirsiyarî bi dawî hat.
Nûçe: Îbrahîm GOROZ



