Jibîrkirina hestên netewî û serketina dewleta Tirk (1)

M Baran Boskan

Di jibîrkirina hest û helwesta neteweyîya kurd de du serketinên dewleta Tirk: Ya yekê di navbêna salên1923-1938 de ye. Ya dudoyan jî di navbêna salên1980-1992 yan de ye.

Jibîrkirina Yekê:

Weka tê zanîn jî, ber bi dawîya sedsala 19 an û şûnda, di nav dewleta Osmanî de lêgeryana neteweyî geştir dibû. Yek bi yek neteweyên bin destên dewleta Osmanî rizgar dibûn.

Dewleta Osmanî, di nav xwe de cudabûnîyên civakê bi giranî li gor dîn û mezheban ji hev diqetand. Li gelek deveran, xelkê bi rêyên cuda zorge dikirin ku bibin Musluman. Ji gelek deveran zarokên şer û yên sêwî yên law, di dibistanên taybet de perwerde dikirin, wan ji rehên wan qutdikirin û di dezgeyên leşkerî û brokrasîya dewletê de bi cîh dikirin.

Di demajoya lêgeryana neteweyî de,  van kesan xwe bi rehê tirkbûnîyê ve girêdan. Ji xwe rêyek din jî li ber wan nema bû.

Tevgera Jontirk û Itihadî Terakî (ku di destpêkê de li dijê zordarîya rêveberîya padîşah ava bibû) berhemên vê demajoyê ne.

Bê guman, hest û helwestên neteweyî di nav kurdan de jî diket rojevê. Dewleta Osmanî, ji her êl û eşîrên kurdan zarokên serekê eşîran didan hev û di dibistanên xas de  him perwerde dikirin û him li hember wan êl û eşîrên kurdan ku tevgerek li dijê rêveberîya xwe bidîtana wek dîl û bertek bikardianîn. Bi vî hawî, pêşîya tevgerên nerazîyên li hemberê xwe digirtin.

Bi giranî, hest û helwestên neteweyî, di nav van kurdên xwenda de destpêkir. Ev jî ji destpêkê de wek armanc, bi giranî, di nav dewleta Osmanî de, wek daxwaza hinek mafan destpkir. Lê her ku diçû, li hember hovîtî û zordarîya dewletê, di nava armanca xebatên neteweyî yên kurdan de dubendî geştir dibû. Di nav rewşenbîrên kurd de, him daxwazên xweserî û him jî daxwazên serxwebûnê dihat gengeşe kirin.

Di destpêka sedsala bîstan de û demajoya şerê cîhanê yekan de, gelek rêxistinên kurdî hatin avakirin. Gelek kovar û rojnameyên kurdî dihatin çapkirin û belavkirin.

Gelek balkêş e ku piştî dûrketina kurdan ji Ittihadî Terakî, rêxistinên ku kurdan avakirin bi tevayî serbixwe bûn!

Tevgera Jontirk,  rêxistina Ittîhadî Terakî bi tevayî xistibûn destên xwe.

Di şerê cîhanê de Osmanî, bi hevalbendîya Almanan ketibûn şer û bêyî Kurdistanê li her çeperî şikestin xwaribûn, bi şikestina Almanan re, ew jî şkestîyên şer bûn. Lê buyerek ne li bendê pêkhatibû; li Rûsya şoreşa sosyalîst pêkhatibû, dewleta Sovyet hatibû avakirin. Sovyet ji hemî bereyên şer şûnda vekişîyabû.

Rûs di şer de, di bereyê dijê Almanya de bû û Lenîn di destpêka şoreşê de, bi Almanan re lihev kiribû ku şoreş bi serbikeve, wê ji bereyên şer vekişe û bi serketina xwe re ji çeperên şer vekişîya û ket nava parastina rêveberîya şoreşê.

Vê bûyerê bandorek mezin li polîtîkaya hemî dewletan kir. Sovyet bi derdê parastina desthikatdarîya xwe ya nû, dewletên sermayedar, ketin derdê firebûnîya şoreşê û bandora  wê ya ser welatên xwe û desthikatdarîyên xwe.

Kurd hêjî xwedîyê armancek zelal nebûn. Hinekî ji wan, bi hêvîya di nav dewleta Osmanî (ku têk çûbû) bi hinek mafan ve bimînin û hinek ji wan jî di nav tevgera bidestxistina dewleta Kurdistanê de bûn.

Van buyeran, rê li pêşîya rêxistina Ittihadî Terakî xweşkir ku bi asanî karibe bi herdu alîyan re têkeve nav bazarê û dewletek neteweyî û regezperest ava bike.  Ji alîkî ve bi Sovyetê re lihev kirin ku wê dostên wan bin, rê nedin ji ser wan ve dijê Sovyetê şer bê kirin. Bi dewletên sermayedar re jî lihev kirin ku wê rê nedin şoreşa Sovyetê li dewleta ku ew ava bikin belav bibe. Bi van li hevkirinan û di vê rewşê de komara Tirkîyê ava kirin.

Komara Tirkîyê di bazarkirinên xwe de  bi lihevkirina Lozanê 1923 an bi her alî piştrast bûn. Dewleta Tirk, ji vê şûnde dest bi qutkirina bîr û rayên berê, ji bîrkirina kevneşopî, dîrok, ziman, cilûberg û her tiştên berya dema xwe kirin.

Alfabeyek nû çêkirin, komîteyek ji bona ji nûve çêkirina dîrokek xeyalî ava kirin. Komîteyek ji bona ji nûve çêkirina zimanek avakirin. Bêguman westa û avakarên van karan jî wan kesên ji rehên xwe qutkirî ku di dibistanên taybet yên Dewleta Osmanî de ji zarokîyê ve hatibûn perwerdekirin bûn. Ji ber vê jî pir dijwar bûn û tu pîvan bi wan re tunebû. Li gora wan zimanê cîhanê tev ji zimanê tirkî pêkatibû, hemî cîhan ji rehê tirkî çêbibûn!

Gelên ne Musluman, di demajoya şerê cîhanê de bi qirkirinan û koçberkirina çareser kiribûn. Gelê kurd ji ber erdnîgerîya xwe, ji ber çand û hestê kûrayîya dîroka xwe, pêwendîyên wan û dewleta Osmanî li ser axa xwe hebûna xwe parastbûn, nehatibûn bişaftin û hest û heqwestinên neteweyî jî di nav gelê kurd de firehtir dibû. Ev rewş li pêşîya  wan astenga herî mezin û dijwar bû.

Ji destpêka sedsala nozdan ve kurdan bi darê zorê koçber dikirin  û bi qefleyan ji wan gelên bindestên xwe ku kiribûn Musluman bişaftibûn û bi xwe ve girêdabûn li Kurdistanê bi cîh dikirin.

Ji xwe serhildana Koçgirî di destpêkê de fetisandibûn.  Pê re hinek nermayî jî nîşan didan, gotinên mafê kurdan, biratî û hwd dihat kirin. Lê ji lihevkirina Lozanê şûn da, ruyên xwe yên rastî derxistin derve. Dewleta Tirk  bi dek û provakasyonan ve hîştin ku;  rêxistinên kurdî bêyî amadekarî zorgeyê şer kirin. Şoreşa Şêx Seîd, Agirî û Dêrsimê bi vî hawî dest pê kirin. Provakasyon bi pîlan, her carê li deverekî Kurdistanê dihat armanc kirin û ji berêva zordarî û hovîtî pêkdianîn.

Bêyî Erzinganê hemî dever û bajarên kurdistanê yeke yek hatin wêrankirin û koçberkirin! Ji ber ku li Erzinganê ERDHEJa malkambax di ser de hat û nêzîka tevayî hat rûxandin. Niştecî bi piranî di dema erdhejê û ji ber bêkeysî û bêkesîya piştî erdhejê qirbûn. Bi asanî Dewleta Tirk li cî û warên kurdan koçberên xwe yên bişaftî û terbîyekirî bicîh kirin. Yên mayî jî di navde dan hundakirin.

Ji bona qirkirina kurdan tu pîvan tunebû. Kuştin, talan, şewitandin, koçberkirin bûn karên rojane. Dewlet, rêveberî, edalet, her tişt di nav lêvên sûbayê ku dihat diyarkirin de bû. Bi hezaran gund hatin wêrankirin, kuştin bêhejmar bû. Herêmên ku dibûn armanc kî bidestketa bêpirsîyar dihat kuştin, pişt re yên bermayî, dihat koçberkirin. Gundên wê deverê dihat şewitandin.

Civat, di nav vê hovîtî û guvaştinê de, ji nû ve dihat honandin. Dewletperestî, tirkperestî armanca herî bilind bû. Zimanên hemî gelan hat qedexe kirin, li şûna wan tenê tirkîya ji nûve çêkirî, mecbûrî kirin. Tew bi kurdî nivisandinek bi kesekî ra bihata dîtin, qîyamet li ser serê wî û tevayîya malbata wî dihat rakirin.

Di leşkerîyê de ristek nû hat danîn. Yê fermandar  her tişt e, fermana wî bê qeyd û şert tê cîh. Heta leşkerê ku demek berê destpêkirî ye, fermandarê yê nû ye. Her mêrê ku dest bi leşkerîyê bike, li ber leşkerên heyî bi dijmînan û lêdanan ji keramet û mêranî dihat xistin; di dema leşkerîyê de dibû kesayetek din, dibû kole û bende, heta dawîya jîyana xwe, nikaribû ji wê pisîkolojîyê derkeve.

Bi vê zordarî û hovîtîyê, hest û helwesta netewayetî bi gelê kurd dan jibîrkirin. Kadroyên şoreşger yên saxmayî, koçberî dervayî welat bûn.

Herçend, ji dervayî welat, bi taybet ji Sûrîyê û Lubnanê (ku di destê Firansizan de bûn) weşanên giranbuha derxistin, rêxistinên neteweyî wek XOYBÛN avakirin, lê mixabin, di wê rewşa giran û hovane de, li welat deng venedida û di nav Kurdistanê de nebû xwedî bandor.

Bi pelçiqandina herîma Dêrsimê re, Dewleta Tirk bi serketibû. Kurd ji hiş xistibûn, hest û helwestên berê dabûn jibîrkirin.

Li Kurdistanê dewlet û her tişt leşker bû, qereqol, rêveberê hemî karên dewletê bûn, dezgeyên din yên dewletê tenê lîstik bû, perde bû.

Li hember cîhanê, ji 1945 an şûnda şanoya pirpartîtî destpêkir. Leyistik û bandora vê jî li Kurdistanê taybet bû. Rêveberên her du partîyan jî hevalbend û hevparên demajoya wê zordarî û hovîtîya li ser neteweya kurd û welatê wî Kurdistanê bûn. Kana wan yek, gunehkarîya wan yek, destên wan di xwîna kurdande bû. Lê Mixabin, çi êl û eşîrên heyî, li gora nexweşîyên nav xwe, hinek bûn “Partîya Gel” yên hember bûn “Partîya Demokrat”, berberî û dijberîya nava gel hat geşkirin.

Sergêjî ewçend bi bandor bû ku di destpêka hêdî hêdî şîyarbûna salên pêncî û şêstan şûnde, pirs tenê şûndemayîna Rohilat bû. Pirsa kurd û Kurdistan, li meydanê nema bû.

Sal 1965 li Kurdistanê dibin rêveberîya Seîd Elçî û hevalbendê wî de gulek geş bi navê Partîya Demokrata Kurdistana Tirkîyê vebû! Hêdî rêya rêxistinîya serbixe ya Kurdistanîyan vedibû.

Gulan 2021

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *