Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj da cîhanê?

Miletê Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê, di destpêka sedsala me û seranserê sedsala çûyî de tûşî rejîmên dîktator, komkujî û êrîşên tûndrev bûn, jenosîdan bûn û ev hîn berdewam e. Bê şaxekî darê, ku pê bigirin û bikin hêvîyek ji xwe re a navdewletî ji vî miletî re peyda nebû. Her bi îmkanên xwe hevûdû hinbêz kirin û li henber vê zilma nerewa liber xwe dan.

Herêmên xaka Kurdistanê, ku li gor madeya 140 a destûra İraq li benda referandûmê bûn, Şengal, Başîka, Qereqoş, Deşta Neyneva, D.xurmato, Kerkûk û Xaneqîn tûşî êrîşên DAÎŞ bûn. Wê demê serokwezîrê İraqê Nûrî El Malikî bû û fermanderê artêşa İraq bû. Serokwezîrê İraq Nûrî El Malikî fermana „li berxwe nedin, şer nekin û vekişin“ da Artêşa İraq. 87 hezar leşkerên artêşa İraq, bê ku fişekekê biteqînin, çekên xwe radestî hêza barbar (DAÎŞ) kirin û bi paş de vekişîyan. Di vê paşde vekişandinê de, karesatên mezin hatin serê Şengal, deşta Neyneva û Mûsil û Qereqoş, Başîka. Bayê jenosîdek mezin li herêmê belav bû. Kurdên Êzdî, Şebek, Kakaî û mesîhî, Keldanî tûşî vê barbarîyê bûn. Bi sedhezaran berê xwe dan Herêma Kurdistanê. Nêzî 2 milîyon koçber li herêma Kurdistanê bicîh bûn. Van barbarên ku bi navê îslamê çek girtibûn destê xwe, li ser Kurdên Êzdî jenosîdek mezin pêkanîn. Bi 10 hezaran hatin qetilkirin, keç û qîzên me, jinên me hatin revandin. Musil ket destê DAÎŞ û wahşetek ne mirovî li Musil jî pêkhat. Kurdan him li henber van êrîşan liber xwe da û him jî ev koça bi sedhezaran hinbêz kir. Bi qasî ku Herêma Kurdistanê rûbirûyî qeyranek darayî û êrîşên DAÎŞ bû jî, xwedî li wan derket, parast û xwedî kir. Papa Francîz di virde bi hevokekê dibêje;

“Hûn Kurd miletekî pak in, we destê xwe yê bi rahm dirêjî van hemû pêkhateyên ayînî û netewî kiriye, ji bo min jî dua bikin.”

Wek ku em dizanin; Piştî ku Daîş şikest, serokê Herêma Kurdistanê, Papa dawetî Kurdistanê kiribû, ku pêşewazî wî bike û pir tiştan bi çavê xwe bibîne û di deftera Watîkanê de qeyd bike. Ew roj hat û Papa Françîs ev zîyaret, di dema Covîd 19 dan de, ku pir bi rizîko bû jî, pêk anî û Kurdistanê bi hemû reng, ayînî û çandên xwe ve pêşewazî lê kir.

Di merasima pêşewazî ya Papa de, hemû konsolxaneyên welatan, karmendên bîyanî, pêkhateyên ayînî, netewî, sîyasî  beşdar bûn. Papa Francis, li ser vê pêşewazîyê û pir rengîyê hestên xwe bi van hevokan anî ziman;

“Gelek spas bo vê pêşwazîya mezin, ku we li min kir. Demek dirêj e min dixwest serdana Herêma Kurdistanê bikim. Kêfxweş im, ku îro bi daxwaza we hatim Kurdistanê. Gelek pêzanînên min hene di derheqa we û miletê we de. Tevî ku hûn di şer de bûn, we pêşwazî li koçberên Mesihiyên Mûsilê û deşta Neynewa û Qereqoşê û li pêkhateyên din kir. We himbêza xwe ji xrîstiyanan re vekir.”

Mesaja duyem a Papa Françîs jî li ser tehamûl û vîcdanê ayînî û civakî bû. Di vê mesajê de jî dîyar dike ku; „bihevrejîyan û hevdûqebûlkirina di navbera pêkhateyên netewî û ayînî de, nasname û çanda resen a Kurdistanê ye.“

Papa Françîs bê ku çavê xwe ji hêjayîyên ku miletê Kurd hinbêz kirîye re bigire, eşkere dike ku;

“baweriya me ya temam bi azadiya ayînî û firehayîniyê heye. Lêborîn, bihevrejîyan û hevdûqebûlkirina di navbera pêkhateyên netewî û ayînî de, nasname û çanda resen a Kurdistanê ye. Ez bi hemû şêweyek parêzgarî li wê çandê dikim. Ev çand bawermendîya me ye jî”

Papa Françîs sebeba hatina xwe jî bi zimanekî aşitîxwaz û vîcdanekî pak, li Herêma Kurdistanê got:

“Hatim ku li gel we bi hev re, em ji bona mesihiyan û ji bona hemû mirovahiyê dua bikin. Dijmin hat ji bo ku vî welatê resen têk bide. Lê we bi resenîya xwe xizmet kir û pêşwazî li koçber û pêkhateyên din kir û we ew ji qetlîaman parast. Şer rûxandin û wêrankirin e. Lê we bi pakîya xwe, dijminê xwe têk bir û welatên xwe, xaka xwe parast û avedan kir. We kir bingeha xakek aşitîxwaz û aram.

Hatim vê axa  mubarek pîroz dikim. Hûn milekî pak in, we destê xwe yê bi rehm ji bona hemû kêmhateyên ayînî û netewî dirêj kir. Hûn miletekî pîroz in. Ji bona min jî dua bikin. Spas ji bona hemû ew resenîya hêja û pîroz, ku  li gel we û hemû ayînan û hemû pêkhateyan heye. Li Kurdistanê azadî berqerar e. Dûbare spasiya pêşwaziya germ û mazûvanîya we a hêja dikim.”

Bi kurtayî:

Papa Françîs sembola 1,5 milîyar bawermendên Mesîhîya ye. Serokê Watîkanê ye. Mesajên ku da cîhanê:

1-Miletê Kurd miletekî resen e. Felsefeya miletê Kurd a ayînî û çandî li ser vîcdanekî pak, piralî û rahmê hatîye honandin.

2-Miletê Kurd, bi êrîşên hovane re ev carek din îspat kir, ku ev felsefe û çand li ser axa Kurdistanê zînde ye û dijî. Axa Kurdistanê, axek pîroz e.

3-Aramî û piralî jîyana ku li Herêma Kurdistanê hatîye avakirin, cîhê şanazîyê ye. Miletê Kurd îspat kirîye, ku bi hêsanî dikare xwe bi xwe îdare bike û hemû çand û olan li herêma xwe hinbêz bike û biparêze.

4-Asayîşa ku li Herêma Kurdistanê heye, li seranserê Rohilata Naverast tineye. Papa, wek ku li mala xwe di ewlehîyê de hat pêşewazî kirin. Ev îspata ewlehî û asayîşa Herêma Kurdistanê ye.

08.03.2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *