Ji Nûbiharê pirtûka Plandanîna Zimanê Kurdî derket

Pirtûka akademîsyen Zulkuf Ergun a bi navê “Plandanîna Zimanê Kurdî – Di Mînakên Korî Zanyarî Kurd û Enstîtuya Kurdî ya Parîsê da” ji Weşanên Nûbiharê derket.

Weşanxaneya Nûbiharê li ser danasînê pirtûkê wiha got, “Plandanîna zimanî plandanîna paşeroja neteweyan e û asta plandanîna zimanî asta pêşketin û xurtiya neteweyan nîşan dide.

Hevgirtina zimanî û nasnameyî her çend mîrateke pêşiyan be jî aliyekî wê yê vînî heye ku mirov di serdemekê de dikarin bi çêkirina rayeke giştî ya navçeyî yan şêwezarî rêçika xwe ya nasnameyî biguherînin.

Plandanîna zimanî bernameya vîn û vîzyona paşeroja neteweyan e.”

Weşanxaneya Nûbiharê di berdewamiya de aniye zimên ku ev xebat armanc dike ku dîroka xebatên plandanîna zimanê Kurdî berbiçav bike û bi taybetî jî li ser xebatên du dezgehên girîng ên zimanê Kurdî raweste ku ew jî Korî Zanyarî Kurd û Enstîtûya Kurdî ya Parîsê ne.

Nûbiharê amaje bi xebatên hevbeş ên li ser ziman jî kir û got:

“Bi vê rêyê ji hewldanên plandanîna zimanî ya pêşiyên xwe û ji zarên din ên zimanê Kurdî sûd wernegirin û nikaribin nerîteke hevbeş çê bikin, dê hewldanên me bi tu awayî alîkariya hevgirtin û nêzîkkirina zar û şêwezarên zimanê Kurdî nekin û negihîjin armanca xwe.”

Zulkuf Ergun kî ye?

Zulkuf Ergun sala 1980yî li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bûye. Sala 2001ê ji beşa Ziman û Edebiyata Tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bûye.

Di 2012ê de ji Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê bawernameya masterê wergirtiye.

Bawernameya doktoraya xwe ya yekem li ser edebiyata Kurdî di 2017ê de ji Zanîngeha Zaxoyê û bawernameya doktoraya xwe ya duyem jî li ser zimanê Kurdî di 2024ê de ji Zanîngeha Dîcleyê wergirtiye. Di 2023yê de bûye doçent.

Ji 2012ê heta 2025ê li Zanîngeha Mardîn Artukluyê di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de wekî mamosta kar kiriye û niha jî di Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Dîcleyê de kar dike.

Her wiha ji 2016ê û vir ve di nav Koma Kurmancî ya Weqfa Mezopotamyayê de cih digire û piştgiriyê dide xebatên standardkirina Kurmancî.

Heta niha bi navên Bajar-Edebiyat û Cizîra Botan (2014), Nerît û Helbest (2017), Abdulla Peşêw Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî (2021) û Edebiyata Kurdî ya Sovyetê (2023) çar pirtûkên wî hatine weşandin.

Her wiha di hin pirtûk û kovarên zanistî de 6 beşên pirtûkê û 16 gotar weşandine.

Ji kurdiya Soranî bi navên Rêzimana Kurdî Kurmancî-Soranî (2013), Şevnameya Şa’îrêkî Têhnî (2016), Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min (2019) û Ber bi Zertavê (2023) çar pirtûk kirine Kurmancî û ji Farisî jî bi navê Demsala Nan (2021) pirtûkeke çîrokan wergerandiye.

Ji bo hînkariya Kurdî di gel sê hevalên xwe yên din bi navê Kurdîzan xebateke hevbeş jî amade kiriye. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *