Hêzên Çekdar ên ÃŽranê, li herêmên rojava û bakurê welat ku Kargeha Nukleerî ya Fordoyê jî tê de ye, dest bi manevrayên berevaniya asmanî ya bi navê “ÃŽqtidar 1403” kir.
Hate ragihandin ku li herêmên rojava û bakurê welat ku Kargeha Nukleerî ya Fordoyê jî tê de ye, tetbîqata berevaniya hewayî ya bi navê “ÃŽqtidar 1403” dest pê kiriye.
Di tetbîqata ku îro sibehê bi pêşengiya Hêzên Berevaniya Hewayî ya ÃŽranê pêk hat de, yekîneyên moÅŸekan, sîstemên radarê, tîmên çavdêriyê yên projeya “Besîret”, yekîneyên ÅŸerê elektronîk (CENG), sîstemên xapandin û ÅŸaÅŸkirina berevaniya hewayî û amûrên hewayî yên bi mirov û bê mirov cih girtin.
Hat diyarkirin, armanca vê tetbîqatê bilindkirina asta amadekariya leşkerî ya herêmê û zêdekirina kapasîteya amadekariya leşkerî ye. Hêzên Asmanî yên Îranê hem operasyonên êrîşê hem jî yên parastinê pêk anîn.
Li gorî medyaya Îranê, mebesta bi tetbîqatê şiyana berevaniya bibandor li hemberî êrîş û gefên muhtemel li herêmên stratejîk e ji bo bersivandineke lezgîn.
PK