Ji dema dagirkirina Efrînê ve 370 sivîl hatine kuştin

 El-Partiyê di daxuyaniyekê de ragihandiye ji 18ê Adara 2018an heta niha li Efrînê 370 sivîl hatine kuştin.

Partiya Demokrat a Kurd ya Sûriyeyê (El-Partî) îro di daxuyaniyekê de ragihand ji destpêka dagîrkirina Efrînê ve heta niha 370 welatiyên sivîl li herêma Efrînê hatine kuştin.

El-Partiyê di daxuyaniya xwe de got, “Ji 18ê Adara 2018an û heta 16ê Adara 2024an bêtir ji 370 welatiyên Kurd, li herêma Efrînê li ser destên komên çekdar ên girêdayî ÃŽtîlafa Mixalefeta Sûriyeyê hatine kuÅŸtin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de El-Partiyê wiha anî ziman, “Ew welatî li ser destên erebên hawirde û di bin ÅŸkenceyan de li zindanên grûpên terorîst ku bi navê Artêşa NiÅŸtimanî ya Azad têne naskirin, hatine kuÅŸtin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê jî de El-Partiyê da zanîn ku di nav kuştiyan de, 64 zarok û 50 jin hene ku bi nav hatine belgekirin.

Dagirkirina Efrînê

Grûpên Çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê bi alîkariya Tirkiyeyê 20ê Kanûna Paşîna 2018an êrişî Efrînê kir.

Şer û pevçûnan 58 rojan dewam kir Tirkiyeyê û grûpên çekdar Efrin di 18ê Adara 2018an de dagir kir.

Di van 6 salan de li Efrînê binpêkirinên mezin ên wekî talankirin, kuştin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kirin.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên pêwendîdar û aliyên siyasî yên Kurdî vê dagirkeriyê protesto dikin jî dagirkerî û tawanên hovane yên li dijî Kurdên Efrînê berdewam dikin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *