Ji Bo Dagîrkirina Kerkûk li Hollanda xwepêşandan!

Îro li Hollanda bajarê Den Haag/Lahey, li hember konsulxana Îran xwepêşandanek hat li darxistin.

Xwepêşander bi girseyek ji Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê pêk dihat.

Armanca pêşandanê riswa û şermezarkirina dewlet û xayinên hevkarîya wan di dakîrkirina Dûzxormatû û Kerkûk de hebû û bi taybetî ya Iraq û Îran bû.

Endamên girseya xwepêşander gelekî xemgîn û bi hêrs bûn. Bi hêrsek çav bi hêstir durişmên bi qîrîn davêtin.

Berpirsê malbata PDK ja Hollanda birêz Omer Zawîta, axftinek dirêj pêşkêş kir. Di axaftina xwe de, bahsa helwesta neyarê gelê Kurd û cîhanê kir. Behsa fedekarîya gelê Kurd û qahremanîya pêşmerge ya bi dehên salan kir. Behsa parçebûna hêza Kurd û xîyanetê kir. Got: “têkçûn û bindestî ne qedera gelê Kurd e. Gelê Kurd êdî ji bo serxwebûnê biryar daye, ne ji mafê tu kesî ye vê biryarê têk bibe! Bese koletî, bese bindestî! Bese! Bese! Me êdî serxwebûn divê, me dewlet divê!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *