JI BO RAYA GIŞTÎ YA KURDİSTANÊ
JI BO BÎRANÎNA MÂMÊ ME MEHDÎ ZANA
Bi nûçeya dilşewat ku ji Kurdistanê hat, em bi xemgîniyeke kûr agahdar bûn ku mamosteyê me, welatparêzê hêja, mirovê gel û yek ji kesayetên kedkar ên têkoşîna neteweyî ya Kurd Mehdi Zana/Bîlîcî me ji dest da. Mehdi Zana mirovekî têkoşer bû ku jiyana xwe di rêya gelê Kurd, Kurdistan, ziman, kultûr û nasnameya neteweyî ya Kurd de terxan kiribû; bi gelê xwe re peywendiyên xurt ava kiribûn, berdêlên giran dabûn û di mercên herî dijwar de jî ji rûmet û doza xwe tawîz nedabû.
Bi destxistina Serokatiya Şaredariya Diyarbakırê di sala 1977an de wek berendamê serbixwe û bi piştgiriya hêzên Kurdistanî, ne tenê serkeftineke hilbijartinê bû; di heman demê de geşedaneke dîrokî bû ku kontrola mutlaq a rejîma mêtinger a wê demê ya li ser rêveberiyên herêmî şikand û bû sedem ku îradeya neteweyî ya gel xuyayî bibe. Ev serkeftin di dîrokê de wek yek ji sembolên girîng ên peywendiya xurt a Mehdi Zana ya bi gelê xwe re û biryardariya gelê Kurd a ji bo derxistina holê ya îradeya xwe cih girt. Berxwedana ku wî di zindanan de piştî 12ê Îlonê nîşan da jî, bû yek ji nîşanên nayên jibîrkirin ên dilsoziya wî ya bi gelê xwe re û îradeya wî ya sarsilmaz.
Mîrasa Mehdi Zana ne tenê bi têkoşîna wî ya siyasî; di heman demê de bi wêrekiya wî, hezkirina wî ya ji bo gel, kesayetiya wî ya xurt û helwesta wî ya ku di mercên herî giran de jî hêvî û moral dida derdora xwe dê bijî. Gotina wî ya “Bijî Kurd û Kurdistan!” ku di bin zextên giran ên zindanan de qêriyabû, dê wek îfadeyeke nayê jibîrkirin a dilsoziya wî ya ji bo gelê Kurd û Kurdistanê di bîra me de bimîne. Jiyana wî şahideke xurt a welatparêzî, dilsoziya bi gel re, xwedîderketina li nasnameya neteweyî û îdeala paşerojeke azad û bi rûmet e.
Îro bi koçkirina wî re, em ne tenê mirovekî hêja, lê yek ji şahidên zindî yên dîroka Kurdistanê û emektarên têkoşîna neteweyî ya Kurd ji dest didin. Nav û bîranîna Mehdi Zana dê di bîra gelê Kurd de bijî. Em, wek dûvçûnên wî, dê mîrasa ku wî hiştiye biparêzin û ji bo azadiya gelê Kurd, rûmeta Kurdistanê û îradeya neteweyî li ser rêya wî berdewam bikin.
Em di serî de ji malbata Zana/Bîlîcî re, ji hemû xizm, dost, hevalên têkoşînê û hezkiriyên wî re sersaxiyê dixwazin. Xwedê rehmê lê bike, cihê wî bihişt, ruhê wî şad be. Bîranîn û têkoşîna wî dê her bimîne.
ÎNÎSÎYATÎVA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ
________________________________________
KÜRDİSTAN KAMUOYUNA
ÜSTADIMIZ MEHDİ ZANA’NIN ANISINA
Kürdistan’dan gelen acı haberle, üstadımız, değerli yurtsever, halk adamı ve Kürt ulusal mücadelesinin emektar şahsiyetlerinden Mehdi Zana/Bîlîcî’yi kaybetmenin derin üzüntüsünü yaşıyoruz. Mehdi Zana; hayatını Kürt milletine, Kürdistan’a, Kürt diline, kültürüne ve ulusal kimliğine adamış, halkıyla güçlü bağlar kurmuş, ağır bedeller ödemiş ve en zor koşullarda dahi onurundan ve davasından taviz vermemiş bir mücadele insanıydı.
1977’de Diyarbakır Belediye Başkanlığını Kürdistanî güçlerin desteğiyle bağımsız olarak kazanması, yalnızca bir seçim başarısı değil, aynı zamanda dönemin sömürgeci rejiminin yerel yönetimler üzerindeki mutlak kontrolünü kıran ve halkın ulusal iradesinin görünür hâle gelmesini sağlayan tarihi bir gelişmeydi. Bu başarısı, Mehdi Zana’nın halkıyla kurduğu güçlü bağın ve Kürt milletinin kendi iradesini ortaya koyma kararlılığının önemli sembollerinden biri olarak tarihteki yerini aldı. 12 Eylül sonrasında cezaevlerinde gösterdiği direniş ise onun milletine bağlılığının ve sarsılmaz iradesinin unutulmaz göstergelerinden biri oldu.
Mehdi Zana’nın mirası yalnızca siyasi mücadelesiyle değil; cesareti, halk sevgisi, güçlü karakteri ve en ağır koşullarda dahi çevresine umut ve moral veren duruşuyla da yaşayacaktır. Zindanlarda ağır baskılar altında dahi haykırdığı “Bijî Kurd û Kurdistan!” sözü, onun Kürt milletine ve Kürdistan’a bağlılığının unutulmaz bir ifadesi olarak hafızalarımızda kalacaktır. Onun hayatı; yurtseverliğin, halkına bağlılığın, ulusal kimliğe sahip çıkmanın ve özgür, onurlu bir gelecek idealinin güçlü bir tanıklığıdır.
Bugün aramızdan ayrılmasıyla yalnızca değerli bir insanı değil, Kürdistan tarihinin canlı tanıklarından ve Kürt ulusal mücadelesinin emektarlarından birini kaybettik. Mehdi Zana’nın adı ve hatırası Kürt milletinin hafızasında yaşamaya devam edecektir. Bizler, onun ardılları olarak bıraktığı mirası yaşatacak; Kürt milletinin özgürlüğü, Kürdistan’ın onuru ve ulusal iradesi için onun izinden yürümeye devam edeceğiz.
Başta Zana/Bîlîcî ailesi olmak üzere tüm yakınlarına, dostlarına, mücadele arkadaşlarına ve sevenlerine başsağlığı diliyoruz. Allah rahmet eylesin, mekânı cennet, ruhu şad olsun. Anısı ve mücadelesi daim olsun.
KÜRDİSTAN MİLLİ İNİSİYATİFİ


