JI BER ÇI , KENGÎ Û ÇEWA DIVÊ HER ÊZDIYEK 3 ROJIYÊN SILTAN ÊZÎ BIGRE

Bersiva vê pirsê rêzdar Pir Xelat Eliyas  li gorî edebên baweriya Êzdiyatiyê şîrovedike

„Kesanê ku bibê li gorî edebên baweriya Êzdiyatiyê rojiyan bigire, divê ew di wextê paşîvê de rabe, dest û çavên xwe ciwan bike. Berê xwe bide aliyê nûra Xwedê û  bibêje;

Ya Xwedê , ya ( xwedanê min………. ,

bi eşqê navê te ,

em ê rabine vê rojiyê .

 

Tû wê bo me xêr binivîsî,

tû me guhnekar ne kî!

 

Em miletê te , yê xêrê û xêrxwaziyê ne,

Rebê alemê, tû li ser vê dinayê xirî bikî,

li me û kesêt karê me jî!

Di peyra pariyek nan(çi Xwedê kiribe qismet..) bixwo û avekê vexwo. Piştî paşîvê kî bibê rûnê, razê û rabe karê xwe bike azad e.

Kesê ku vê kevneşopiya rabûna rojiyê weha bimeşîne, ew bi qanûn, sed û heda Siltan Êzî rabuye paşîvê. Ew rojiya bigre dirûste.

Kesê ku bi şevê rane be paşîvê, razayî be û sibê rabe bêje, ez bi rojî me. Eva di edeb û qanûna Êzdiyatiyê de çêna be. Xêr di wextê razanê de naçe bo Xwedê û ….(xwedanê ….).

Belê wexta  meriv ji bilî van rojiyên  Şêşims, Xwedanê xwe û Siltan Êzî jî, rojiyê bo xwe bike xêr, ew xêr jî li nik Xwedê hinda nebe.

Ji bo me hatiye gotin û dibêje,

„ez birme qere dengizê spiye

hin cî kesanê Êzdî ye

bi ser rastî bigre her sê rojiyên ………… Siltan Êzî ya,

ew î li pey sed û hedê Şîxadî ye.

Ew babeke li dîwana îlahî ye .“

Êvarê demê fitarê de jî, her kesek divê dest û çavên xwe ciwan ke. Berê xwe bide nûra Xwedê tiala anjî berê xwe bide Lalişê. Hêvî û ricayên xwe ji xwedanê rojiyê û Xwedê tila bike. Gava roj çû ava û bi fitire, li beratekê ziyaretî bibe anjî … û bibêje , ya Xwedê û xwedanê min…, . Me îro ji bo eşq û navê te rojî girt. Tû rojiya me qebûl bikî, tû meferî, tû rêberî …

Gava bi vî hawayî her sê rojiyên xwe girtin , roja çarê dibe îd.

Xwedê û xwedanê me  li ser me û hemû dinya yê bike xêr !“

Xwedê û Siltan Êzî xêr û xilmeta rêzdar Pir Xelat Elias, yê ku li Lalişa Nûranî micêwrê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê Êzdîtîyê ye qebûl bikin!

Xemxwar û berhevkarê kevneşopên Êzdiyatiyê – Kemal Tolan 

Girîngiya girtina rojiyen Silatn Êzî  

Pir Xelat Elias, yê ku li Lalişa Nûranî micêwrê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê Êzdîtîyê dibêje, rojiyên Siltan Êzî rojiyên xêrê ne û ferzin li ser me Êzdiyan.

 

Di edebên Êzdiyatiyê de tê gotin ku,

„Sura padşa yê hete ji hinda ve

Şems û Fexrê Mîra dikim silav e

13 hezîranê vegeriya bû tav e.

 

Ji qewlê Fexrî Zergûne,

here bi herf e û ye bi nasbûn e

Binyata her duwazdeh mehan Kanûn e“

 

Lewma divê rojî û îda  Siltan Êzî di meha kanûn ê de be. Kanûn qanûna her dozdeh meha ye û îna yekê ji kanûnê roja îda Siltan Êzî ye.

 

Di qewlê mehade dîsa ji bo me keremdike û dibêje,

„Şehîd pêxember bi wê kasê dibû mest e,

ew î ne pê hebû û ne dest e,

lew Siltan Êzî ronayek di berpêxist e.

 

Ew î ji Silatan Êzî xwastibû kerama,

ji bo heqiya Xwedê li hemû dema

sê rojî girtin got, ferz e li ser ma.“

 

Lewma ev her sê rojî yên heqiya Xwedê ne û ferz e li ser me.

Êzdiyatî adalte,

heqiya Xwedê ye,

xêr e,

navek e ji navê Xwedê bi xwe xêr a.

 

Silatan Êzî bi xwe padşa ye

Hezar û yek nav li xwe dane

Navê mezin her Xweda ye.

 

Kesanê divê van rojiyan bigre, divê ew di wextê paşîvê de rabe, dest û çavên xwe ciwan bike. Berê xwe bide aliyê nûra Xwedê û  bibêje;

Ya Xwedê , ya Siltan Êzî ,

bi eşqê navê te ,

em ê rabine vê rojiyê .

 

Tû wê bo me xêr binivîsî,

tû me guhnekat ne kî!

 

Em miletê te , yê xêrê û xêrxwaziyê ne,

Rebê alemê, tû li ser vê dinayê xirî bikî xêre,

li me û kesêt karê me jî!

 

Di peyra pariyek nan(çi Xwedê kiribe qismet..) bixwo û avekê vexwo. Piştî paşîvê kî bibê rûnê, razê û rabe karê xwe bike azad e.

Kesê ku vê kevneşopê weha bimeşîne, ew bi qanûn, sed û heda Siltan Êzî rabuye paşîvê. Ew rojiya bigre dirûste.

Kesê ku bi şevê ranebe paşîvê, razayî be û sibê rabe bêje, ez bi rojî me. Eva di edeb û qanûna Êzdiyatiyê de çêna be. Xêr di wextê razanê de naçe bo Xwedê û Siltan Êzî.

Belê wexta  meriv ji bilî van rojiyên Siltan Êzî rojiyê bo xwe bike xêr, ew xêr jî li nik Xwedê hinda nebe.

 

Ji bo me hatiye gotin û dibêje,

„ez birme qere dengizê spiye

hin cî kesanê Êzdî

bi ser rastî bigre her sê rojiyên Siltan Êzî ya,

ew î li pey sed û hedê Şîxadî ye.

Ew babeke li dîwana îlahî ye .“

 

Êvarê demê fitarê de jî, her kesek divê dest û çavên xwe ciwan ke. Berê xwe bide nûra Xwedê tiala anjî berê xwe bide Lalişê. Hêvî û ricayên xwe ji bo îbadetê û Xwedê tila bike. Gava roj çû ava û bi fitire, li beratekê ziyaretî bibe anjî … û bibêje , ya Siltan Êzî. Me îro ji bo eşq û navê te rojî girt. Tû rojiya me qebûl bikî, tû meferî, tû rêberî …

Gava bi vî hawayî her sê rojiyên xwe girtin , roja çarê dibe îd.

Xwedê û Siltan Êzî li ser me û hemû dinya yê bike xêr !“

Xwedê û Siltan Êzî xêr û xilmeta rêzdar Pir Xelat Elias, yê ku li Lalişa Nûranî micêwrê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê Êzdîtîyê ye qebûl bikin!“

Xemxwar û berhevkarê kevneşopên Êzdiyatiyê – Kemal Tolan ev mijara di pirtûka „Êzdiyatiyê ji ilimdar û zanan nabikin“ rûp.:120-123 an girtiye.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *