Ji aliyê qerekter, temsîla kurdan, teknîk û sîstema hilbijartinê de ferqa Dewleta Tirk û Iraqê…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Li Dewleta Federal ya Iraqê di 12ê Gulanê de hilbijartin hat li darxistin. Yanî du meh in, ku li Iraqê hilbijartin qediyaye. LiTirkiyeyê hilbijartina serokkomarî û hilbijartina giştî di 24ê Hezîranê de (beriya 16 rojan) hat li dar xistin.

Li herdu dewletan neteweya kurd dijiyê û Kurdistan heye.

Piştî hilbijartinan di navbeyna du dewletan de ferqên mezinderketin holê.

Divê ev ferqên gelek girîng bên diyar kirin.

DEWLETA TIRK JI ALIYÊ QEREKTERÊ VE JI IRAQÊ PAŞVETIR E Û DI NAVBEYNA HERDU DEWLETAN DE FERQEKE MEZIN HEYE: DEWLETA TIRK UNÎTER, KOLONYALÎST Û NÎJADPEREEREST E. DEWLETA IRAQÊ FEDERAL E…

Dewleta Tirk, li ser mîrada Împaratoriya Osmanî ava . Loma dewleteke gelek kevn e. Împaratoriya Osmanî xwediyêpirrneteweyan . Hemû neteweyên di Împaratoriya Osmanî de dijîn, wek nasname dihatin nas kirin, girêdayî naskirinê mafên wan hatibûn pejirandin. Her neteweyek li ser axa xwedijiyan. Her weletek û Kurdistan otonom .

piştî împaratoriya Osmanî dewleta ku ava , li ser navêneteweya tirk, dewleta grûbekê . Dewleta kemalîstan .

Dewleta kemalîstan dema ava ji derveyî neteweya kurd û ermeniyan hemû neteweyan dewletên xwe yên serbixwe ava kiribûn.

Dewleta kemalîstan mafên hemû neteweyan xesip kir. Îdeolojiyeke nîjadperest ava kir. Got kukurd, miletek nînin. Kurd tirk in.”

Loma ji bona ku tunekirina kurdan siyaseta asîmîlsayonê(helandinê) û jenosîde meşand.

Di ev siyaseta fermî ya dewleta tirk de guhertineke esasî pêknehatiye. Kurdistan wek kolonî hatiye îşgal kirin. Neteweyakurd xwediyê mafên xwe yên milî ninin.

Loma dewleta tirk, dewleteke nîjadperest, unîter, otorîter, kolonyalîst e.

Dewleta Iraqê, piştî ku Împaratoriya Osmanî têk çû encama parçebûna Împaratoriya Osmanî û piştî Peymana Lozanê ava . Wek dewleteke monarşîk ava .

Hebûna kurdan nehat red kirin. Di dewleta Iraqê de her dem bi kurdî perwerdayî hebû. Mafên milî sînorkirî be , hatibûnpejirandin.

Di nav pêvajoyê de bi taybetî piştî ku bûrokrasiya leşker liIraqê desthilatdar , Iraq   dewleteke milî ya ereban. Qerektera nîjadperestî qezenç kir.

dîsa di dema desthilatdariya Ebdûlkerîm Qasim de dimakezagonê de hat qebul kirin, ku Iraq ji duneteweyan(neteweya kurd û ereb) pêk û du ziman (zimanêkurdî û zimanê erebî) esasî ne.

Di desthilatdaiya Baasê de encama Şoreşe milî ya pêşmergeyan di sala 1970yî de Otonomiya Kurdistan ava . Kurd, li welatên xwe desthilatdar û serwer bûn.

Di sala 2005an de bi pejirandina makezagoneke DewletaIraqê dewleteke federal.

Mafên milî neteweya kurd bi her cûreyî hat pejirandin. Kurd, nûha li welatê xwe li Kurdistanê de bi wateyekêdesthilatdar û serwer in.

Loma di navbeyna dewleta Tirk û Iraqê de ferqeke mezinheye.

LI IRAQÊ KURD TÊN TEMSÎL KIRIN. LI TIRKIYEYÊ KURD NAYÊN TEMSÎL KIRIN…

Temsîla kurdan gor qerektera Dewleta Tirk û Iraqê diyar dibe.

Dewleta Tirk, ji bona ku nasnameya neteweya kurd nas nake, loma kurd di Dewleta Tirk de nayên temsîl kirin.

Di dewleta Tirk de kurd bi partiyên xwe nikarin beşdarîhilbijartinan bibin.

Ji aliyê din de beşdarbûna partiyên kurdan hilbijartinê, naye wateyê, ku kurd di dewletê de, di meclîsêde , didesthilatdarî û serwerî de temsîl dibin.

Ji bona ku dewlet, ne dewleta neteweya kurd e, meclîs , hikûmet û hemû dezgehên temsîla siyasî dikin, bi kurdan re eleqeder nîne.

Loma di hilbijartina serokkomarî û hilbijartina giştî de kurdtemsîl nebûn û kurd bi partiyên xwe beşdarî hilbijartinênebûn. Dewletê bi PKKê ve derfet nade ku partiyênKurdistanê xûrt bibin û beşdarî hilbijartinan bibin.

Iraq, dewleteke federal e. Dewlet, dewleta neteweya kurd û ereb, hemû kêmneteweyan e.

Meclîs federal e û ya kurdan, ereban, hemû kêmneteweyan.

Hikûmet federal be.

Zimanê kurdî zimanê fermî û perwerdayî ye. Loma kurdbi giştî be di dewletê de temsîlkar in, desthilatdar, serwer in.

Kurd, bi partiyên xwe beşdarî hilbijartinê bûn. Diyar e kuserokkomar dîsa bibe kurd, serokwezîr bibe erebên şiî, serokê meclîsê bibê erebê sûnî.

Her çiqas hîn hikûmet avanebûbe , kurd di hikûmetê de bigrin û bibin aktorekî girîng.

Ew diyar dike, ku kurd bi nasnameya xwe,  li Iraqê temsîlkarin.

Li Dewleta Tirk ne temsîlkar in.

DEWLETA TIRK DI TEKNÎK Û SÎSTEMA HILBJARTINÊ DE JI IRAQÊ PÊŞVATIR E…

Li Dewleta Tirk di 24ê Hezîranê de hilbijartinm hat li dar xistin, heman rojê encamên nefermî di saet 23.00an de diyar bûn. Yanî encam di 7 saetan de diyar . Piştî encamênhilbijartinan diyar bûn û R. T. Erdoğan serokkomar; heman rojên piştî nivê şevê serkeftina xwe diyar kir û axixtinabalqonê kir.

yekê diyar kir ku Dewleta Tirk ji aliyê teknîk û sîstemahilbijartinê de xwediyê sîstemeke baş e.

Dewleta Tirk, didemokrasiya sendûqê” de serkeftî ye.

Piştî encamên ne fermî îlan bûn, di dema xwe de encamênfermî hatin diyar kirin.

Meclîs civiya, parlamenteran sond  xwarin. Duho (rojaduşemê-09. 07. 2018)  serokkomar sond xwar.

Atatirk tewav kir.

Li Kulliyeyê mevanên xwe pêşwazî kir û axevtinek kir.

Serokwezîrê Kurdistanê mêvanê serokkomar .

Serokkomar, nîvê şevê endamên hikûmeta serokkomarî diyar kir.

Wek zanîn hejmara wezîran kete 16 wezîran.

Dewlet nehat guhertin, sîstema rêvebiriyê hat guhertin.

Ciyê sîstema parlamenter/kemalîst ya otorîter; sîstemahikûmeta  serokkomarî ya otorîter bi .

Di nav wezîran de xala balkêş ew e, ku hîç kurdek nebû wezîr. Şiklî be sîstema serokkomarî qiymet neda kurdan.

Li Iraq Federal hilbijartin di 12ê Gulana 2018an de hat lidarxistin.

Di ser hilbijartinê Dewleta Federal ya Iraqê re 2 mehderbasbûyî ye. hîn meclîs neciviyaye, hikûmet ava nebûye.

Hezar mixabin hîn li ser dengdanê gengeşiyên girîng û mezinhene.

Meclîsa kevndi derbarê hilbijartimnnê de biryerek da.

Dadgeha Federal ya Bilind biryareke din da.

pêvajoyê derxist holê ku li Iraqa Federal teknîk û sîstemahilbijartinê paşvemayî ye. Demokrasiya sendûqê pêş neketiyê.

Derket holê ku Dewleta Tırk di mijarê de ji Iraqê pêşvatire.

Amed, 13. 07. 2018

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *