Jenosîda Ermenan!

Qetlîama ermenan ji alîyê Sultan Abdulhamit II ve! 

Ji ber ku ev jenosid bûyereka dîrokî û giring e, ez pêwist dibînim ku di vî derbarî da cî bidim çend nivîsarên cuda ku ji qelemên ermenan û lêkolînerên cuda derketine meydanê da ku ev şol baştir zelal bibe. Wek di van nivîsarên jêrîn da jî xuya dibe, her çiqas mijara van nivîsaran jenosid ango qirkirina ermenan be jî, di eslê xwe da ev mijar, qirkirina kurdan e jî. Nivîsarên hin kesayetên cuda bi kurtî li jêr in.

”Qetlîama ermenan ku di dema Sultan Abdulhamit II. da pêkhat, gelek pêşewayên kurd li dijî wê politika hovane rawestîyan û ermenan parastin. Wek numûne; li Maksayê Mutiullah Beg, li Adilcewazê Huseyîn Paşa, li Rewanduzê Hacî Xan Beg, li Wêranşahrê Îbrahîm Paşa (Milî) û li Mêrgesorê Bedirxan Beg xwe nekirin şirîkên xwînrijîya rêvebirîya Stanbolê. Berewajî wê, di wê jenosidê da qasî ku ji destên wan hat, jîyana birayên xwe yên ermen parastin. Rastîyek e ku gelek ermenên ku xwe avêtibûn bextê wan rêvebirên kurd, ew ji mirinê xilas bûn. Wekî dî, li gelek heremên ku ermen hatin qetilkirin, tirkan pêşevatîya xwînrijandinê kirin.

Wek tê zanîn, berîya ku ev jenosid dest pêbike; padîşahê osmanî fetwa jibo kuştina ermenan derxist. Li gora wê fetwayê propaganda; ”malê kafiran jibo musulmanan helal e”, ”yên ku gawiran bikujin, diçin cenetê”, ”musulmanên ku werin kuştin jî şehîd in û di cenetê da cîyên herî baş para wan e.” û wd. bi awayeke berfireh hat kirin. Hin mele û şêx û tariqat û kesên oldar di bin tesîra wê propaganda fetwayê da mane û destên xwe xistine xwîna ermenan, ev jî rastîyek e ku kes nikare înkar bike. Ji ber birçîbûnê, xizanîyê û nezanîyê gelek kes jî bêguman li pey wan zanayên fanatik ketine, di kuştin û talankirina malên ermenan da jî beşdar bûne. Lê yên ku wê rewşa hovane çêkirine û wan nezan û xizan û fanatîkan ji xwe ra kirine alet; ewên desthilatdar bi xwe bûne ku di bin fermana sultan da wê jenosidê pêkanîne.

Ew kurdên ku di qirkirina ermenan da cî girtine û bûne aletên desthilatên Hukumeta Bab-î Alî; ew bixwe jibo xweserîya xwe ya kurdayetîyê jî tiştek nekirine û di hin bûyeran da bûne qatilên birayên xwe yên kurd bixwe. Yanî eger li derêk diz û tolaz, pêxwas û bêkar, xizan û nezan hebin; di bûyereka tevlîhevîyê da van kesan bi awayeke hêsa malên cîranên xwe jî talan dikin û cîranên xwe dikijun, xwe jî didin kuştin. Wek Minorski dibêje; li Kafkasyayê salê dora 1500 kes hatine kuştin, li Elizabeth Polê ev reqem 389 ye. Eger Dewleta Rusî li dijî şîdetê û malwêranîyê tedbîran nesitandiba, li Turkistanê û Kafkasyayê dê gelek bûyerên malwêranî û kuştinê biqewimîya. Yanî, yên ku di vî derbarî da zêdetir kurdan sucdar dikin û rastîyê nabînin, ew hemî şaş difikirin û rola hukumet û dewleta serdest nabînin û loma nikarin bi awayeke objektif wê jenosidê analiz bikin (binirxînin).” (Minorski, end r. 69-70)

Têkilîyên ermen û kurdan û jenosida ermenan ya 1915an

Divê nuqteyeka giring were xuyakirin ku dema jenosida ermenan ya 1915an qewimîye; civata ermenan ya wê demê xwedîyê dêr (kilîse), dibistan/xwendegah, rojname / kovar (çapemenî), nivîskar   û zana û wd. bûne ku dikaribûne derdên xwe ji derdorê ra û ji cîhanê ra bidin ragihandin. Li gora hin wesîqeyan (belgeyan) tê xuyakirin ku wê demê têkilî û ´dostanîya´ xwedêgiravî ermen û Îttîhat Terakkî Cemîyetî (ÎTC) ya tirk jî hebûye. Wek mîsal mirov dikare Kongreya Partîya Taşnaksutyun ya ermenan nîşan bide.

Wek tê zanîn Kongreya 8.emîn ya Partîya Taşnaksutyun di 2-14yê tebaxa 1914an da li Erzurumê çêdibe ku wê demê Şerê Cîhanî yê Yekemîn despêkirîye. Balkêş e ku di wê Kongreya Ermenan da berpirsên ÎTC jî beşdarî dikin. Wek raya giştî pê dizanin wê demê têkilîyên ermenan û rusan xwedêgiravî baş bûne û têkilîyên osmanî û ÎTC jî digel almanan baş bûne û heta radeyek pisporên eskerîyê yên almanan, aqilmendîya ordîya osmanî kirine. Van hemî têkilîyan divê mirov li ber çav bigre dema jenosida ermenan dikeve rojevê.

Mirov dikare bêje ku di pêkanîna wê jenosidê da guneh û para (berpirsîyarîya) rusan û almanan, ingiliz û fransizan jî digel xeta û gunehên partî û rêxistinên ermenan jî hebûne. Lê dema sucdarên esasî ku li ser hukum bûne, yanî ÎTC ku xwedîyê desthilatdarîyê û wê fermanê bûne, bûye rojeva gengeşeyan; wan wek her timî fetil li xwe xistine û gotine ku: ”Hukumeta Îttîhat Terakîyê, ji ber sedemê xîyaneta ermenan, tenê biryara tehcîra ermenan daye, yên ku qetlîamê kirine kurd in, eşîrên kurdan in..” Bi wê durûtîya xwe xwestine xwe ji berpirsîyarîya sucdarîyê rizgar bikin ku ev ne mumkun e.

Mirov dikare bi çend numûneyan rewşa civata kurd ya wê demê weha bide xuyakirin: Bi îlankirina Şerê Cîhanî ve gelek zanayên kurd jî li ser fermana Hukumeta Bab-i Alî, jibo enîya şer hatine rêkirin û di nav civata kurdî da grubek an hêzek ku bikaribe derdorê hişyar bike û jibo îhtîmala hin hewildanan wan serwext bike tunebûye. Piranîya rêvebirên civatê wek beg, axa, serokeşîr û wd. hemî digel hêzên xwe çûne enîyên şer. Yanî civat bêxwedî maye. Ev jî jibo hukmê Îttîhat- Terakkîyê bûye firsendeke baş ku wê jenosidê pêkbînin.

Li gora jimareya nufûsa 1914an, jibo tevayîya osmanî 15- 16 milyon bûye. Di nav vê tevayîyê da para ermenan jî %10 ye, yanî ew jî dike dora 1,5 milyon nufûs. Tê gotin ku li Anatolyayê nufûsa ermen û kurdan digel hev ji tevaya nufûsa ku li wê herêmê jîyane, zêdetir bûye. Li 6 wîlayetên ku ermen lê jîyane, yanî di ”Wîlayat-i Sitte” da mafên neteweyî wê bihata qebûlkirin, nufûsa wan derdora 600- 700 hezar bûye ku li wîlayetên rojavayê jî ew nufûs qasî 700- 800 hezar bûye. Lê çavkanîyên ermenan jî dibêjin ku tevayîya nufûsa ermenan nêzîkî 2 milyon bûye, heta hin çavkanîyên wan dibêjin ku ew 3 milyon bûye.

Di bin nezareta zeptîyeyên Hukumeta Stanbolê da hin serokeşîr, şêx û axayên kurd jî wek eskerên osmanî beşdarîya kuştina ermenan kirine ku ev rastîyek e. Loma piştî şer, ev rewşa ku jîyaye wek şantajek li dijê kurdan hatîye xebitandin. Hin kurdên ku bi îstîxbarata hukumeta Stanbolê ra xebitîne; ew hem beşdarîya kuştina ermenan bûne û hem jî li dijê bizava kurdperwerî kar kirine û xisarê dane doza neteweyî ya kurdî. Numûneyên van kurdan jî gelek in ku hem dema osmanîyan da û hem dema cumhurîyetê di bin fermanên dagirkerên kurd da wek koleyan xebitîne û heta hin ji wan hatine surgûnkirin û hin jî hatine îdamkirin ango bi awayek hatine wendakirin. Çend ji wan bûyerên trajik li jêr in:

Ji herêma Batmanê axayê Ramanê yê navdar Emînê Ehmed / Emînê Perîxanê li ser navê osmanîyan beşdarî Şerê Cîhanî yê Yekemîn dike. Di wê demê da walîyê Dîyarbekrê Çerkez Reşîd, xeber dişîne pey birayên Emînê Ehmed Omer û Mustefa da ku werin Dîyarbekrê. Çerkez Reşîd ferman dide Omer û Mustafayê Perîxanê ku dewlemendekî ermenî alavên xwe bi kelekan (qeîkan) bi rîya Çemê Dîjle dibin Musulê; divê Omer û Mustafa rê li wan bigrin û wan alavan talan bikin, bînin Dîyarbekrê bidin walî beg (bey). Di hevdîtin û fermandayîna walî Reşîd Beg da gelwekilê (mebûs) Dîyarbekrê Fevzî Beg (Pirinçioğlu ye ku xalanê Ziya Gökalp e), Fermandarê Jandarma Rüştü Beg jî hebûne.

Di 20ê gulana 1915an da ji Dîyarbekrê 635 kes bi 23 kelekan dertên rê. Hêzeke eskerîyê jî di bin fermandarîya Şakir Beg da beşdarîya wê rêwîtîyê dikin. Di 9yê hezîranê da li herêma Şikefta, rîya qefîleya bazirganên ermenan ji alîyê serokê eşîra Ramanî Omer û zilamên wî ve tê birîn. Bi alîkarîya hêza eskerê bin fermandarîya Binbaşi Şakir ve qefîleya bazirganî hemî tên kuştin. Alavên talankirî di bin berpirsîyarîya Binbaşı Şakir da tînin Dîyarbekrê. Piranîya genîmetê walî Çerkez Reşîd ji xwe ra digire, yên din di nav mayînan da parve dikin. Xwedêgiravî jibo ´genîmet bidin Omer û Mustafayê Ramanî´, walî xeber bo wan rêdike. Dema her du birayên Ramanî tên Dîyarbekrê, bi listikeke plankirî tên kuştin.

Dîsa balkêş e ku piştî Serhildana Şêx Seîd ya 1925an, Emînê Ehmed derbasê binxetê dibe û dema efû derdikeve, ew dizivire Tirkîyê û di 9yê nîsana 1933yan da li nêzîkê qeza Bişêrîyê (Beşîrîyê) ji alîyê zabitên (subayên) tirk ve tê kuştin. Mamoste Celal Temel dide xuyakirin ku jibo van haydarîyên bûyeran mirov dikare li kitêba Thomas – Ester Mugerditchian (Ermenilerin Kaleminden Kürtleşen Ermeniler, Tarih ve Kuram Yayınları 2016, s. 62-64) û kitêba kurê Emînê Ehmed Hüseyin Demirer (Ha Wer Delal) binêre.” (Celal Temel, 1. Dünya Savaşı Yıllarında 1916 Kürt Tehciri ve İttihat -Terakki´nın İskan ve Nüfus Politikaları (1913- 1918), İsmail Beşikçi Vakfı Y. 2019, s. 343- 345, İstanbul)

Di derbarê qirkirina ermenan da çapemenîya Stanbolê jibo raya giştî ya derve bi awayeke qestî nivîsîne ku faîlê kuştina ermenan kurd in. Hin derdorên ermenan jî di bin tesîra wê propaganda û îddîayên çapemenîya Stanbolê da mane û kurdan wek sucdar dîtine. Lê digel wan hin lêkolînerên rusî ku di nav wan da M. S. Lazarev (ew ermen e) jî heye, hin rastîyan dîtine û di nivîsarên xwe da wan aşkera kirine. Wek numûne, M. S. Lazarev weha nivîsîye:

“… Faîlên rastî yên qetlîamên ermen û suryanîyan, hêzên dewleta tirk, personelên îdareyên herêmî û organên wan yên ewlekarîyê ne. Tenî di bûyerên munferit (kesayetî) da hin kurd beşdar bûne. Gelek numûne nîşan didin ku li hemberî qetlîamên tirkan, ermen û kurd di nav hevkarîyê da bûne. Gelek ermen, bi saya serê ku xwe sipartine kurdan, canên wan xilas bûne. Numûne, nêzîkî 20 hezar ermen li Dêrsimê hatine veşartin û parastin. Kurdên ku di bin azarê da bûne, nanê xwe bi ermenan ra parve kirine. Pir caran hatîye dîtin ku li hemberî xeterên tirkan begên kurdan bala ermenan dane kişandin. Pêşevayên kurd yên bijarte, bi zimanê tûj û qethî qirkirinê protesto kirine û li hemberî desthilatîya tirk bi neteweevînên ermenan ra têkilî danîne û hevkarî kirine.

Hukumeta Îttîhatçîyan, ev hovîtîya ku li dijî ermenan pêkanîn; di 1915- 1916an da li hemberî kurdan jî bi fermana padîşah, gelek kurd jî koçê Anatolyayê kirin. Li gora wê îskanê di nav 100 tirkan da 10 kurd hatin cîwarkirin. Li gora vê esasê divê kurd werin helandin. Ev kurdên ku hatine koçberkirin 700 hezar bûne û nîvê wan di rîyan da xwedêgiravî ji birçîbûnê û nexweşîyê mirine. Loma gelek herêmên bakur û rojavayê Kurdistanê bêmirov mane.            (M.S. Lazarev, Kurdistan Tarihi, Avesta Y. 2009, Îstanbul, s. 187-188)

Li Kurdistanê hin kesên oldar ên nezan, li ser fetwaya Stanbolê kuştina ermenan wacib (ferz) dîtine; lê gelek alim û şêxan berewajî wê fetwayê kirine û ermenan parastine. Wek mîsal Şêxên Gayda yên Bidlîsê ku wek dezgeheka şêxîtîyê ya giring bûye, Şêxên Norşînê, Şêxên Arwasîyê, Şêxên Mêrdînê, Şêxên Cizîrê, Şêxên Barzan, Şêxên Nehrî, Şêxên Melekan, Şêxên Palu, Şêxên Beşîrî-Kozluk-Zîlanê, Şêxên Gorandeştî neketine nav qirkirina ermenan. Gelek oldarên kurd gotine ku ferqîyeta kuştina ermenek û musulmanek, wek hev e û guneh e, loma wan melayên kurd jîyana gelek ermenan xilas kirine. Lê digel ku numûneyên weha gelek in jî, li hemberî neheqîya mezin ku hatîye serê ermenan, pirê caran mîsalên neyênî derxistine pêş ku ev ji rastîya objektif dûr e.

Yek ji wan alimên navdar yê wê demê Bediuzzaman Saîd-î Kurdî ye. Dema wî li Mûşê li dijî rusan şer kirîye; bi fermandarekî rus ra lihevhatinek çêkirîye û 1500 ermen teslîmê rusan kirîye ku ev di rayagiştî da hema bêje qet nayê zanîn. Paşê dema Bediuzzaman dîl (êsîr) dikeve destê rusan, cezayê îdamê didin pê; lê ji ber ku jîyana gruba ermen xilas kirîye, rusan wê cezayê xirab kirine. (Hasan Hişyar- Serdî-, Görüş ve Anılarım, s. 129-130)

Seydayê Mele Hasan (H.Hişyar), di derbarê qirkirina ermenan û rewşa kurdan da di wê kitêba xwe da weha dibêje:

“Jibo îzahkirina vê jenosidê gotin têr nakin. Jenosidek pêkanîn bê ku li ser navê mirovatîyê  hêjayîyek were fikirandin. Zikên dayîkên ducanî diqelaştin û bebikên wan didan ber xenceran (kêran). Kurdên ku li hemberî wê hovîtîyê (wehşetê) rawestîyan, heman hovîtî anîn serê wan jî. Bîhna cesedên însên, li her derên şikeft û daristan û çîyayên me yên paqij belav bûbûn. Ji bil kesên ku ji qirkirinê revîyane, 65 hezar ermenên ku nerevîyabûn, ji alîyê kurdan ve hatin xilaskirin. Rewşa kurdan ya wê demê divê di dîrokê da were qeyîdkirin. Ermenên ku rewşa kurdan îro ´nadin xuyakirin, rastîyek nîne. Wê çaxê gelek kurd ´xilaskirina ermenek ji zulma osmanîyan, xêreke mezin e.´ digotin û teşwîq dikirin ku jîyana ermenan xilas bibe. Hin kesan bawerî bi osmanîyan anîn û ´bi kuştina xiristîyanek, mirov dihere cennetê´ digotin û têkelî kuştina ermenan dibûn.” (H. Hişyar, eynê eser, r.124)

Di derbarê zarûk û qefîleyên ermenan da ku li herêma Norşînê ji kuştinê hatine rizgarkirin, nivîskar û sîyasetmedarê kurd Şakir Epozdemir jî weha nivîsîye:

”Nusret Beg, Eşîra Rojkan ê  kurê Hecî Begê Beglerên Mişaxşen- Norşîn Bidlîsê ye, du zarûkên ermen ku ji osmanîyan xilas kirîye û wan mezin kirîye, hemî Norşînî pê dizanin. Lawên wan zarûkan Îbrahîm û Medet, ferdên giring yên wan malbatan in. Nusret Beg, ji Eşîrên Rojkan milê Bilbasî ye. Ev zatê muxterem, piştî ku ordîya rus vekişîya û berîya ku ordîyên osmanî werin herêmê, ji ermenên Mişaxşên bi navê Kuru Kesper ermenîyekî digel qefîleyên wî heta Sarikamîşê bê qeza û bela wan parastîye û ji xezeba osmanîyan xilas kirîye.” (Şakir Epözdemir, Geçmişte Kürt- Ermeni İlişkileri, BAS, 24ê nîsanê, 2017)

”Kesekî ku bi hezaran ermen rizgar kirîye û wan derbasî Rusyayê kirîye, wek ”Kurdê ku herî zêde ermen rizgar kirîye” hatîye naskirin, Mutiullah Beg e ku ew li qeza Wanê li Mukusê amirê (qeymeqam) rêberîyê bûye. Mutiullah Beg, fermanên ku ji hukumetê hatine, neanîye cî, paşê ermenên ku koçê ermenistanê kirîye, di nav xwe da wî wek ”Begê Began” dane naskirin. Li gora çavkanîyeke fransizî, jimareya ermenên ku Mutiullah wan xilas kirîye, 4459 kes in.” (Rohat Alakom, Kürt Tarihi Dergisi, Mayıs 2015, sayı 18, s. 19- 20)

Hin eşîrên mezin jî wek dezgahên olî (dînî) ermenan ji kuştinê parastine. Wek mîsal, mirov dikare Eşîra Reşkotan nîşan bide. Eşîra Reşkotan ku li herêma Beşîrîyê û Batmanê ye û rêbirîya nêzîkî 50 gundan kirîye, serokê wê Mihemedê Mistê bûye, bi hezaran ermen xistine bin parêzvanîya xwe û bi wî awayî wan ji kuştinê xilas kirine. Heta demên îro jî ermenên ku li diasporayê dijîn, ew ji eşîra Reşkotan ra sipasîyên xwe dîyar dikin, qoristana Mihemedê Mistê zîyaret dikin ku ew li Gundê Bolindê ye ku girêdayê Beşîrîyê ya Batmanê ye. (Mihemed Seîd Temel, Eşîra Reşkotan, Eşîreka Nandar Warê Dengbêjan, Nûbihar y. 2016)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *