Cenazeyê hunermend û rewşenbîrê Kurd Riza Topal Hulmanî îro li navçeya Narlidereyê ya Îzmîrê hat veşartin.
Nivîskar û hunermend Riza Topal Hulmanî 6ê Sibata 2025an di 91 saliya xwe de li Almanyayê koça dawî kiribû.
Riza Topal, hunermend û nivîskarekî Kurd bû ku di salên 1960-70yî de bi wêrekî û serbilindî xwe wekî hunermendekî Kurd da naskirin.
Topal di gihandin û naskirin û parastin û pêşxistina çand û hunera Kurdî de roleke girîng lîst.
Hunermend Hulmanî ne tenê wekî wênesaz û hunermend dihat naskirin. Ew di heman demê de wekî nivîskarekî berhemdar jî dihat zanîn.
“Neteweya Kurd hunermendekî mezin winda kir”
Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkcî Îbrahîm Gurbuz di merasîma veşartina Riza Topal Hulmanî de got:
“Di wêjeya Kurdî de fabl, sone helbest, çîrok û berhemên şanoyê nivîsandibûn.
Tevî sone û fablan 55 pirtûkên wî hebûn û 3 pirtûkên wî hatibûn çapkirin.
Nêzîkî şeş hezar tablo neqişandibûn û niha di koleksiyona wî de nêzîkî çar hezar û 500 tabloyên wî hene.
60 salan zêdetir li ser huner, çand, wêjeya Kurdî û xebatên Kurdolojiyê xebitî.
Riza Topal serbilindiya gelê Kurd û welatparêzekî hêja bû. Bi rastî jî îro neteweya Kurd, hunermend û nivîskarekî mezin winda kir.
Ji bo neteweyên bindest xebatên çandî, hunerî û zanistî gelekî girîng in.
Heger ew xebatên pîroz nebin, neteweyên bindest ti carî azad nabin. Riza Topal Hulmanî jiyana xwe da Kurd û Kurdistanê.
Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ti carî wî ji bîr nake. Em dê hunermendê xwe Riza Topal her tim bi xebatên wî yên bêhempa bi bîr bînin.
Di nav ronahiyê de rakeve. Serê malbata wî, heval û hogirên wî û serê gelê Kurd sax be. Careke din rehma Xwedê lê be û di nav ronahiyê de bimîne.” (Rûdaw)