Îtalya: Girtina Tengava Hurmuzê şaşiyeke mezin û pir xeternak e -Video

Wezîrê Karên Derve yê ÃŽtalyayê Antonio Tajani ragihand ku girtina Tengava Hurmizê ji aliyê ÃŽranê ve dê bibe “ÅŸaÅŸiyeke mezin” û dê ziyanên wê yên aborî hebin.

Antonio Tajani herwiha ragihand ku wan pêşniyar kiriye ku Îran û Amerîka careke din li Romayê bicivin.

Wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE) îro li Brukselê civiyan. Rojeva serekî ya civînê, gotûbêjkirina bernameya atomî ya Îranê û çalakiyên wê yên têkdana seqamgîriya navçeyê ne.

Antonio Tajani li ser girtina Tengava Hurmizê ji aliyê ÃŽranê ve, ji nûçegîhana Rûdawê ya li Brukselê Ala Åžaliyê re got, “Bi baweriya min, (Girtina Tengava Hurmizê) dê bibe ÅŸaÅŸiyeke mezin.”

Wezîrê Karên Derve yê ÃŽtalyayê her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku girtina wê tengava stratejîk, ji bilî ku ji bo aboriya ÃŽranê gelekî xeternak e, dê zererê bide aboriya hejmareke zêde ya welatên din û Çînê jî.”

Antonio Tajani behsa wê yekê kir bi hemtayê xwe yê Îranî re axiviye û tekezî li ser pêwîstiya dûrketina ji wê pêngavê kiriye.

Tajani got,”Divê em bigihîjin encamên baÅŸ, divê em diyalogê bidomînin û civînekê di navbera Amerîka û ÃŽranê de saz bikin.”

Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê li ser hewlên dîplomatîk ên welatê xwe jî axivî û da zanîn ku wan pêşniyar kiriye ku her du aliyên Îranî û Amerîkî li Romaya paytexta Îtalyayê bicivin.

Tajani her wiha tekezî li wê yekê jî kir ku ew bi hewlên dîplomatîk “geÅŸbîn” e û piÅŸtgiriya diyalogê dikin. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *